Nerazîbûna Tirkîyê li hemberî daxûyanîya parlemana Iraqê
Şandina hêzên Tirkîyê bo bakûra Iraqê ku sala buhurî pêk hat, bûye mijara nû ya nakokî û gêreyê di navbera Bexda û Enqerê da. Di vî warî da dewleta Tirkîyê daxûyanîya parlemana Iraqê li dijî hebûna hêzên tirk li axa bakûra Iraqê şermezar kirîye.
Şandina hêzên Tirkîyê bo bakûra Iraqê ku sala buhurî pêk hat, bûye mijara nû ya nakokî û gêreyê di navbera Bexda û Enqerê da. Di vî warî da dewleta Tirkîyê daxûyanîya parlimana Iraqê li dijî hebûna hêzên tirk li axa bakûra Iraqê şermezar kirîye.
Li gorî ragihandina Fars News`ê, wezareta karên derve ya Tirkîyê duh 4`ê Cotmehê daxûyanîya parlemana Iraqê ya neyarîya li hemberî dewama hebûna hêzên tirk li bakûra Iraqê şermezar kir.
Çavdêrên meselên sîyasî dibêjin ku Tirkîye nikare daxûyanîya parlimana Iraqê li dijî Enqerê tamul bike. Di rastîyê da, piştî şaşitîya Tirkîyê ya bicihkirina hêzên xwe li bakûra Iraq û Sûrîyê, bertekên rayedarên dewleta Enqerê li hemberî daxûyanîya parlimana Iraqê, şaşitîya din a dewleta partîya serdest a Dad û Geşepêdanê (AKP) tê zanîn. Tevî ku Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê divê vê rastîyê fem bike ku nikare hemî şaşitîyên di çarçova sîyaseta derve û navxweyî ya Tirkîyê bi lêborînekê ser hev da bîne. Wekî mînak jordaxistina balafira cengê ya Soxo 24 a Ûrsêtê li esamnê Sûrîyê li nêzîkî sînorê vî welatî û Tirkîyê ku bû sedema qutbûna nêzîkî salekê ya peywendîyên Enqere û Moskovê û bi lêborînxwestina fermî ya serokomarê Tirkîyê ji hevtûşê xwe yê ûris û dayîna xerametê ji alîyê Enqerê bo Moskovê kuta bû.
Rastî ew e ku dewleta Tirkîyê bi sûdwergirtina narewa ji kirîza navxweyî ya li Iraq û Sûrîyê, hêzên xwe şandine van du welatan. Eva li halekî ye ku dewletên qanûnî yên Iraq û Sûrîyê hertim ev karê Tirkîyê şermezar kirine. Rayedarên Iraq û Sûrîyê herviha li bara hewldanên Tirkîyê ku Enqere wan `` têkoşîna li hemberî têrorîsmê`` bi nav dike bi awayekî giran dilgiran û şikber in.
Dewleta Tirkîyê, bi heceta têkoşîna li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê li hêzên PKK`ê dide. Li halekî ku li gorî bi sedan belge û raporî, Tirkîye eva çend sal in ku diraf û sîlehan dide koma têrorîst a DAIŞ`ê. Herviha heta roja îro tu yek ji welat û sazîyên navçe û cehanê yek rapor li bara têkoşîna Tirkîyê li hemberî DAIŞ`ê belav nekirine. Eva jî nîşan dide ku di esasê da tu têkoşînek li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê pêk nehatîye, ev rastîya jî nabe neyê berçavgirtin ku Iraq bi Sûrîyê ra ferq dike û dûr nine ku hêzên iraqî di demeke nêzîk da li hemberî dagirkerîya Tirkîyê li Iraqê bersivê bidin.
Hêjayî gotinê ye ku artêşa Tirkîyê ji destpêka îsal va hêzên xwe li kempa Beşiqê li nêzîkî Mûsilê li bakûra Iraqê bicih kirine. Dewleta Tirkîyê idia dike ku ev hêzana li gorî daxwaza Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê bi armanca perwerdekirina hêzên Pêşmerge bi merema sekinîna li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê şandine Iraqê, lê Bexda dibêje Enqerê bi serê xwe bêyî hevdengîya ligel dewleta Iraqê ev kara kirîye. Parlemana Tirkîyê jî di yekemîn kombûna xwe ya piştî bêhnvedana havînê da, biryara bicihbûna hêzên tirk li axa Iraqê salekê dirêj kir. Meclisa Tirkîyê berî vîya di Cotmeha sala 2014`an da, biryara bicihbûna hêzên tirk li Iraq û Sûrîyê dabû ku ev biryara di meha Îlonê dsa salekê hat dirêjkirinê.
Wekî berteka li hemberî vê yekê, parlemana Iraqê roja sêşem 4`ê Cotmehê bi daxûyanîyekê hebûna neqanûnî ya hêzên tirk li axa Iraqê şermezar kir û xwest ku sefîrê Tirkîyê li Iraqê ji Bexdayê bê derxistin. Berî vîya jî hejmareke parlemanterên iraqî li hemberî dirêjkirina dema mayîna hêzên tirk li axa Iraqê bertek nîşan dabûn.
Îro jî Ehmed Cemal, berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê ragihand ku bi dû gotinên Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê têkildarî dirêjkirina dema mayîna yeksale ya serbazên tirk li kempa Beşîqê li nêzîkî Mûsilê û eva ku ev hêzana yê li opêrasyona azadkirina Mûsilê pişkdar bin, vê wezaretxanê sefîrê Tirkîyê li Bexdayê vexwendîye. Wezareta karên derve ya Iraqê nivîsareke nerazîbûnê radestî sefîrê Tirkîyê yê li Bexdayê kir û ji Tirkîyê xwestîye ku hêzên xwe demlidest ji axa Iraqê derxe.Wezareta karên derve ya Tirkîyê jî, Hişam Elewî sefîrê Iraqê li Enqerê li bara dengê parlemana Iraqê têkildarî neyarîya li hemberî dirêjkirina erka hêzên Tirkîyê li axa Iraqê vexwend.