Buxtana li Îranê pînekirina dewama êrişên ser Yemenê ne
Berpirsên emerîkî û erebistanî bi hilêxistina îdiaya piştgiriya çek û sîlehî ya Îranê ji komên yemenî hewil didin ku destdirêjiya koma nasiyar bi hevalbendiya erebî ser gelê mezlûm ê Yemenê pîne bikin.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê Behram Qasimî li berteka li hember gotinên berpirsên wezareta berevaniyê ya Emerîkayê ku îdia kirine mûşeka ku hêzên yemenî vê dawiyê pê paporê îmaratê têk birine berhema Îranê ye û got îdiayên hilêxistî xêncî lawaziya piştgir û sebebkarên êrişa ser Yemenê û xelkê bêsitar ê vî welatî tu wateyek xwe tine.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got ku îdiaya alîkariay çek û sîlehî ya Îranê bo hêzên artêşê û hêzên gelanî yên Yemenê li halekê tê hilêxistin ku li tevkujiya xelkê Yemenê û têkbirina binavahiyên vî welatî balefir û çekên emerîkî tên bikaranîn û heta piştî qewimîna cianyetên cengê û li dijî mirovahiyê li Yemenê, firotina çekên rojava ser Erebistanê û welatên erebî zêde bûne.
Hevgavê îdiaya berpirsên wezareta berevaniyê ya Emerîkayê li bara piştgiriya çek û sîlehî ya Îranê ji şervanên yemenî Ehmed El-Esîrî berdevkê erebistanî yê hêzên qaşo hevalbendiya erebî bi serokatiya Erebistanê jî bi gotina wiha li bara alîkariya çek û sîlehî ya Îranê bo komên yemenî îdia kir ku armanca êrişa hevalbendiyê ser Yemenê Girtina eva ye ku ev welata nebe wek pêgehekê bo Îranê.
El-Esîrî ku li rojên destpêka destdirêjiya ser Yemenê texmîn kiribû şerê tev artêşê û komên yemenî tenê çend rojan dê bidome piştî derbasbûna sal û nîvekê ji destdirêjiya ser Yemenê li gotinên xwe yên vê dawiyê piştgiriya ji komên yemenî weke berbendekê ser riya serketian hevalbendiya erebî li êrişa ser Yemenê da zanîn.
Îdiaya şandina çekan ji Îranê bo Yemenê li halekê ye ku esmanê vî welatî û peravên wê li başûr û rojava tam di bin kontrola hêzên hevalbendiya destdirêjkiran de ye û ev hêza heta li şandina alîkariyên mirovhezane bo vî welatî jî mudaxilê dikin.
Her wiha berpirsên eskerî yên Emerîka û Erebistanê beriya destpêbûna êrişa ser Yemenê bi caran îdia kiribûn ku hêzên yemenî bi cureyên çek û sîlehan ji wan bi sedna mûşek û tankan pergal bûne û ger ev çek werin xebitandin êdî hevceyî bi çekê tine ne.
Loma hêzên hevalbendiya erebî ku tam ji aliyê Emerîkayê ve tên piştgirî kirin li mehên buhurî her carê li şerên meydanî ji hêêzn gelanî û artêşa Yemenê şikestê dixwen. bi hilêxistina hin meselên pûç û buxtana li Îranê lê digerin ku dewama cinayetên xwe li dijî gelê Yemenê pîne bikin.
Ew bi vê riyê hegerên dreveyî hokara vê şikestên xwe dizanin li halekê ku hegera vê şiksetê rphiyeta serbixwetîxwazî ya gelê Yemenê ye. Gelê Yemenêli sal û nîva buhurî selimandine ku tevî hemî zextên eskerî û aborî micid in ku hewldanên xwe ji derketina ji bin kontrola Erebistanê bidomînin û li vê riyê tu hêzek nikare li ber wan raweste.