Cotmeh 04, 2016 19:55 Asia/Tehran
  • Terorîsm û tundrêtî pêşiya gihîştina bi armancên geşepêdana mayinde digirin

Terorîsm û tundrêtî û hejarî, ji wan pirsgirêkan e ku nahêlin welat bigihîjin armancên geşepêdana mayinde

Xulamelî Xoşrû, sefîr û nûnerê hertimî yê Komara Îslamiya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), roja duşemiyê li civîna komîteya duyemîn a Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, pirsgirêkên navçeyî yên bona cihanîna bernameya geşepêdanê heya sala 2030`an rave kir û got: Terorîsm û tundrêtî, ji bilî xirabkirina hawîrdorê û zêdekirina hejariyê li asta navçê, bûne sedem ku çavkaniyên kêm ên van welatana, dewsa geşepêdanê, ji bo sekinîna li hember bêewlehîtiyên li navçê, xerc bibin.

Xoşrû bal kişand ser girîngiya piştgîriyên bi bandor ên navneteweyî bona gihîştina bi armancên geşepêdana mayinde û li ser pêwîstiya xwedûrgirtina ji karên bi şidet û boykotên yekalî yên bazirganî, aborî û pereyî dijî welatên din jî pêgîrî kir.

Komîteya duyemîn a Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, saziyeka pisporî a NY ye ku mijarên girîng ên aboriyê û berbendên li ser riya geşepêdana mayinde, dişopîne ji ber vêya nîşandana helwêstên welatan di vê civînê de, tê wateya ragihandina fermî ya nihêrînan li hember pirsgirêkên cîhanî.

Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, di civîna sala 2000`an de, belgeyekê pejirand ku  li gorî wê, welatên pêşketî û li halê pêşketinê, soz dane ku heya dawiya sala 2015`an, hemû hewla xwe bona ji holêrakirina hejariyê, gihîştina bi aştî û demokrasiyê û parastina hawîrdorê, bi kar bînin.

Ev Belgeya ser navê Daxuyaniya Hezareyê, ji aliyê serok û nûnerên payebilind ên 189 welatên cîhanê ve, hate pejirandin.

Lê belê di van salan de, pêşketineka berbiçav di warê serêxwegirtina armancên vê belgeyê, bi dest neketiye û heta pirsgirêk ji ber pêkhatina şerr û şidetan li hin  navçeyên cîhanê û ji wan li Afrîqa û rojavayê Asyayê, zêdetir jî bûne.

Bi şûndamayîna ji ber siyasetên aboriyê ku bûne sedema cidatiya zav a di navbera hejar û heyîyan de û herwiha belavkirina nebaş a serwetê, ji wan hegeran in ku di her civakekê de, mumkin e bibe sedema pêkhatina reftar û karên şidetxwezî û heta kiryarên terorîstî.

Navenda Geşepêdana Cîhanî, li gorî agahiyên ku ji Rêxistina neteweyên Yekgirtî bi dest ketine û hatine ragihandin, 12 welatên bi şûndamayî ên ku pêşketina herî kêm hebûne, kivş kiriye. Li dawiya vê lîsteyê de, Gîneya Bîsao û Efxanistan hene û piştî wan Komara Demokratîk a Kongo, Brondî, Papva Gîneya No, Tanzanya, Zîmbambvê, Nîcêriye, Lîbêrya, Hayîtî, Sahilê Ac û Komara Afrîqaya Navendî cih girtine. Welatên din ên wekî Iraq, Sûriye û Yemen jî ku tûşî şerr û pevçûnan in, bi awayekî xwezayî nekarîne ku bona gihîştina bi van armancan pêngavan rakin.

Em niha gihêştine dawiya sala 2016`an, gellek ji karzanên meselên geşepêdanê, bal kişandine ser kêmbûna serketinan di mideha 15 salên ku bona gihîştina bi armancên geşepêdana hezarê, hatibûn berçavgirtin û li ser vê bawerê ne ku ev armanc wê li dahatiyeka nêz, serê xwe bigirin.

Karzanên geşepêdanê, ser vê bawerê ne ku serêxwegirtina armancên geşepêdanê, hewcedara vê yekê ku welat di warên sereke yên gihîştina bi geşepêdana mayinde, tiştên herî sereke bi dest bêxin. Eger ku wiha nebe derketina ji pirsgirêkan wê pirr dijwar be.

Axiftinên sefîr û nûnerê hertimî yê Komara Îslamiya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li civîna Komîteya Duyem a Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, di rastiyê de analîzeka rastbînane ji pirsgirêkên cîhanî û bi taybet li navçeya rojavayê Asyayê ye ku îrorojê tûşî berbendên bingehîn ên wekî hejarî û pirsgirêkên zav ên ji ber berfirehbûna terorîsm û tundrêtiyê hatiye.

Eger ku di vî warî de bi alîkariya NY, karekî cidî cih neyê, wê dewama vê pêvajoyê bibe sedem ku çavkaniyên kêm ên pereyî yên van welatan, dewsa geşepêdanê, ji bo sekinîna li hember bêewlehîtiyên ku li ser wan hatine sepandin, xerc bibin.