Bereya Helebê, nîşandana hêz û qaweta li meydana şêr û meydana siyasî
Alûgurên bajarê stratejîk ê Helebê li bakurê Sûriyê li her du warên siyasî û eskerî di rojeva nûçên medyayê cîhanê de ne.
Piştî şikesta agirbesa li gorî hevhatina Rûsiyê û Emerîkayê li Sûriyê pêvajoya alûgurên Helebê ketîye lezê û meydana şêr li Helebê meydan jibo terorîst û neyarên çekdar qaşo navînrê teng kirirye.
Serketina artêşa Sûriyê bi alîkariya hêzên gelanî li navçên curbicur ên Helebê muadile guhertine û şer li vê navça stratejîk bûye wek mirin û jiyanê jibo neyarên çekdar û terorîstan.
Artêşa Sûriyê û hêzên hevpeymanên wê roja yekşemiyê li dewama pêşdeçûnên xwe li bakurê rojhilata Helebê kontrola nexweşxana El-Kêndî û navçên El-Beqare û El-Şeqîfê li vê navçê girtin destê xwe û tev terorîstan li navçên Bustan El-Başa û Şêx Xizrê li rojhilata Helebê ketine pevçûneke giran.
Li gorî gotina yek ji eskerên sûrî, nexweşxana El-Kêndî piştî sê rojan bi alîkariya artêşê û hêzên berxwedana gelanî azad bû. Xêncî viya artêşa Sûriyê kontrola du navçên stratejîk ên El-Cindol û El-Ewîcê xist destê xwe û vê serketinê terorîst û neyarên çekdar li navçên rojhilata Helebê pirtir xistine nava dorpêçê.
Hevgavê sedestiya hêzên sûrî li bereya Helebê erkantiya giştî ya artêşa Sûriyê ji endamên çekdar ên ser bi grûpên neyar û terorîst xwest ku ji navçên rojhilata bajarê Helebê derkevin.
Erkantiya giştî ya artêşa Sûriyê ragihand ku navendên fermandehiya artêşa Sûriyê û Rûsiyê garantî dike ku endamên çekdar bi ewlehiya tam ji navçên rojhilata Helebê derkevin û di eynî demê de alîkariyên pêwîst bidin wan.
Artêşa Sûriyê hevgavê şêrr li bereya Helebê bi hevkariya Rûsiyê operasyona şandina alîkariyên însanî bo bajarê Helebê daniye nav bernama karên xwe. Navçên rojhilata Helebê di kontrola neyarên çekdar ên sûrî qaşo navînrê de ye û nêzîkî 250 hezar sûrî li van navçana di bin dorpêça wan de ne.
Ji ber zêdebûna nifûsa navçên rojhilata Helebê welatên rojavayî û dewekarên mafên mirovan bi tawanbarkirina Sûriyê û Rûsiyê êrişên li van navçana şermezar dikin. Eva li halekî ye ku Sûriye û Rûsiye riyên taybet jibo derketina welatiyên hewcedar ên sûrî, kesên çekdar û şandina alîkariyên mirovhezane bo navçên rojhilata Helebê vekirin û çavdêriya wê dikin.
Liv û tevgerên berfireh ên neyarên çekdar û terorîstan li Helebê rewşa tendirustî û dermankirinê jibo yên dorpêçbûyî dijwar kiriye û hatin û çûyîna wan li nav bajêr rastî pirsgirêkan aniye.
Di rewşeke wiha de reşkirina rojava bi mehna alîkariya bo xelkê navçên curbicur ên Helebê bûye sîlehek jibo şermezarkirina kiryarên Sûriyê û Rûsiyê li Helebê.
Di vê çarçovê da Fransa û Spaniya daxwaza lidarxistina civîna Konseya Ewlehiyê ya NY jibo hilkolandina plana biryarnama rawestandina pevçûnan li Helebê kirin. Vê palnê xwestiye ku alîkariyên mirovhezane bo Helebê bên şandinê.
Hewldan û şirova yekalî jibo rawestandina pevçûnan li Helebê bi slogana welatên rojavayî jibo rawestana li ber terorîzmê dijberî heye, ji ber ku ya ku niha li Helebê tê dîtin meydana rastîn a şerê li hember terorîzmê ye lê Emerîka û piştgirên wê dixwezin vê cida bikin. Nihêrîna rojava bitaybet Emerîka û hevpeymanên wê li alûgurên Sûriyê parastina bereya Helebê jibo neyarên qaşo nerim e da ku armancên xwe yên demdirêj li Sûriyê praktîze bikin.