Cotmeh 02, 2016 20:41 Asia/Tehran
  • Operasyona azadkirina Mûsilê, pirsgirêk an tedbîr?

Muhemed El-Eskerî şêwirmendê pilebilind ê eskerî yê wezareta berevaniyê ya Iraqê roja yekşemiyê 2 Cotmehê ragihand ku fermandehiya hevpar a operasyona azadkirina Mûsilê plana tam a azadkirina vî bajarî radestî Heder Ebadî serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên Iraqê kiriye. Eva ku Heyder Ebadî li dayîna fermana destpêkirina azadkirina Mûsilê maye derengiyê hin pirsan dixe rojevê.

 Operasyona azadkirina Mûsilê tev operasyonên din nayê qiyaskirin ku heya niha Ebadî destpêkirina wan ragihandiye.

 Mûsil ji bo hemî aliyên têkilîdar ê Krîza Iraqê giring e. Mûsil jibo terorîstên DAIŞ`ê pir giring e jiber ku navenda  xelafeta xwekivşkirî û dawîn navenda giring a wan  li Iraqê ye. Mûsil jibo dewleta Iraqê jî pir giring e jiber ku bi hebûna nêzîkî 2 milyon nifûsê duwem bajarê  mezin ê vî welatî û xwediyê giringiya aborî ye. Şikestdayîna  DAIŞê li Mûsilê jibo dewleta Iraqê weke dawiya karê terorîstan li vî welatî û parastina  yekperçetiya erdê wê ye.

 Mûsil jibo kurdên Iraqê jî pir giring e jiber ku jin beşên  vî bajarî ketine dervera  ku Herêam Kurdistana Iraqê tev  dewleta navendî ya Bexdayê  ser wan pirsgirêka wan heye. Loma rêveberiya Mûsilê piştî azadkirinê bûye wek mijara pirsgirêkê navbera kurdan û dewleta Bexadyê.

 Mûsil jibo aktorên  biyanî bitaybet jibo Emerîkayê jî giringiya xwe heye çimku erebên sune piraniya gelheya vî bajarî pêk tînin û Emerîkayê hesabeke taybet jibo ev taybetmendiya  Mûsilê jibo mudaxila li Iraqê vekiriye.

 Emerîkayê ragihand ku zêde ji 7 hezar şêwirmendên eskerî xwe jibo şerê biçarenivîsa Mûsilê li Iraqê amade kirine.

 Ji ber van mijarên giringiya Mûsilê dikarin bêjin  ku azadkirina  vî bajarî ji destê terorîstên DAIŞê jibo dewleta Iraqê weke pirsgirêkekê ye lê nikarin vê pirsgirêkê berdin belkî divê jibo serketîbûna wê û kêmkirina pirsgirêk û xisaretan ji wan xisarên însanî tedbîrekê bikin.

Wezaretxanên curbicur ên  Iraqê ji wan wezareta berevaniyê, wezareta karên hundir, wezareat tendrustî û wezareta awareyan li operasyona  azadkirina  Mûsilê dê tevlî meselê bikin. Li warê ewlehiyê jî li gorî ragihandina  Heyder Ebadî feramndê giştî yê hêzên çekdar ji wan  artêş, polîs, Yekînên rawestana li ber terorîzmê, teşkîlata  gelanî ya Heşdê Şebî, eşîrên Mûsilê û pêşmergên kurd li vê operasyonê beşdarî kirine.

 Plana  azadkirian tam û tekûz a Mûsilê ku radestî serokwezîrê Iraqê hatkirin tedbîra  saziyên curbicur ên iraqî yên têkildarê operasyoan Mûsilê bi armanca  serketîbûna operasyonê û kêmkirina  xerc û xisarên wê ye. Li gorî gotina  Muhemed El-Eskerî şêwirmendê pilebilind ê eskerî yê wezareta berevaniya Iarqê, plana  azadkirina  Mûsilê hemî berûlayên eskerî, îstixbaratî, însanî û xizmetkirinê berçav girtiye û lêzanînên  pêdivî li bara  liv û tevegr, rewş û meqerên  koma terorîstî ya DAIŞê li Mûsilê hatine dest.