Cotmeh 01, 2016 17:28 Asia/Tehran
  • Analîza wezîrê karên derve yê Amerîkayê li bara siyasetên Waşîngtonê li bara Îranê

Can Kêrî wezîrê karên derve yê Amerîkayê dibêje ku waşîngton ji şêwaza Îranê ya cihanîna sozên xwe li warê rêketinnameya navokî ya tev Koma 5+1`ê rezî ye , lê Têhran difikire ku Waşîngtonê sozên xwe cih neanîne.

Kêrî ku roja îniyê li civînekê bi navê `Civîna Ramanan` li înstîtûya Atlantîk û Aspen`ê (Atlantic and the Aspen Institute) diaxivî, her wiha got: Li gotûbêjên navokiyê digel Îranê rohn bû ku Îran dixwaze ji boykotan bifilite; Îranê hest dikir xercê ku ji bo bidestxistina çekeke navokî dide, ewqas jî hêja nine.

Ev gotin du berên xwe yên ciyawaz û di eynî demê da hedefdar û girêdayî bi hev hene.

Can Kêrî di rastiyê da hewil dide ku karnameya Barak Obama biparêze û xwezayî ye ku di her warî da têgihîştina xwe ya yekalî vebêje; Lewma tu delîlek tine ku rastiyan bêje. Ev heman xal e ku li têgihîştina yekem ji gotinnê Can Kêrî heye; Lê têgihîştina din ji van gotinan itirafa wî li bara nebûna pêbaweriyê ye.

Rastî ev e ku Îran tenê nafikire ku Amerîka bêsoz e û pêbawerî pê tine, belki bi belgeyan dibêje ku Amerîkayê sozên xwe xera kirine û li gorî naskirina ku li bara Amerîkayê heye, baweriya xwe bi Amerîkayê nayne.

Kêrî îdia dike ku Waşîngtonê hemî sozên xwe heta zêdetir ji sozên xwe cih anîne. Kêrî got: Aliyê îranî difikire ku mem sozên xwe binpê kirine û ji viya ku bankin zêdetir û mezintir bi wan ra danûstandinê nekin ji me nerehet in.

Lêbelê wezîrê karên derve yê Amerîka bi lêvegereke hesabbûyî û bi bername tevî hilkolandina vê babetê hewil da ku vê yekê visa bide bawerandin ku pirsgirêka Îranê bêsoziya Amerîkayê nine belki pirsgirêka sereke ew kêşe ne ku li gorî idiaya wî, li Îranê hene. Kêrî idia kir: `...Kêşeyeke navxweyî li Îranê heye û ez difikirim ku Hesen Rûhanî serokomarê Îranê bi awayekî ciddî hewil daye ku tev dinyayê danûsatndinan bike, lê hin hêz û alî li vî welatî hene ku pêşiya vî karî digirin. Lewm amijara Îranê hema wisa lihevaliyayî ye...`

Ev gotin di rstiyê da analîzeke berovajî ji pêvajoyeke siyasî ye. Amerîka herî zêde hewcetî heye ku xwe wek aliyê sereke li Lihevkirina Navokî nîşan bide û ji vê hêlê va dixwaze ku lihevkirina navokî wek destkeftek ji bo siyaseta deveyiya Amerîkayê ji bo girtina pêşiya bidestxistina Îranê ya çekên navokî nîşan bide.

Amerîka û di eynî demê da li warê pînekirina bêsoziyên xwe û revîna ji ber rexneyên ku ji çenddengiya li siyaseta derveyî ya Amerîkayê heye, hewil dide ku Îranê wek qusûrkar bide zanîn û dibêje Îran hin karan li navçeyê pêk tîne û em eşkere li dijî wan in.

Piştgiriya Îranê lji berxwedana Filistîn û Hizbullahê û piştgiirya Îranê ji têkoşîna li hemberî têrorîsmê li Sûriyê û xurtkirina şiyana mûşçekî ya Îranê û dijebriya Îranê digel êrîşên Erebistanê li ser Yemenê ji wan mijaran e ku wezîrê karên derve yê Amerîkayê dibêje kêfa wî ji wan nayê. Kêrî destnîşan kir ku mijara mûşekan û nigeraniya li bara tişta ku wî binpêkirina Mafên Mirovan û piştgiirya Îranê ji têrorîsmê da zanîn, hema wisa dimîne.

Bi wajokirina Lihevkirina Navokî renge di destpêkê da visa xûya dikir ku projeya Pêkanîna Tirsa ji Îranê bi dawî tê; Lê pêvajoya liv û tevgerên Amerîkayê niha nîşan didie ku dawiyek li liv û tevgerên dij ên Amerîkayê dijî Îranê tine.

Siyaseta Amerîkayê dewama zêdexwaziyên berê lê bi şêwazên nû ye û vê rastiyê parastina amadetiya Îranê li hemî warên şerên dijwar û nerm, pêwsît kiriye.

Gotinên Can Kêrî wezîrê karên derve yê Amerîkayê nîşan didin ku Îran û Amerîka li du riyên dijî hev in ku niakrin tu berjewendiya hevpar an nirxên hevpar hebin û heta wê demê ku kirayrên Îranê berovajî berjewendî û destwerdana Amerîkayê li navçeyê bin, hema wisa divê em li benda analîz û şiroveyên berovajî  û nedirust ji aliyê rayedarên Amerîkayê bin; Bi taybet ku mijara Îranê û Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar bûye yek ji soje û babetên gengeşeyên hilbijartinê li Amerîkayê.