Hevhatina Barzanî tev dewleta Bexdayê
Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê roja pênşemiyê 29`ê Îlonê bi taximekê re jibo cara yekê piştî pênc salan sefera Bexdaya paytexta Iraqê kir û tev Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî civiya û li bara meselên dualî gotûbêj kir.
Mesûd Barzanî piştî hevdîtina tev Heyder Ebadî got ku li bara azadiya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê û çareserkirina pirsgirêkên Herêma kurdistanê bi dewleta navendî ya Iraqê ra lihev kiriye.
Niha pirs eva ye ku hevhatina Mesûd Barzanî tev Heyder Ebadî ji ber neçariyê bûye yan ku armanca wî hevkariya tev dewleta navendî ya Iarqê ye?
Pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û dewleta navendî ya Bexdayê li salên buhurî da bûne wek pirsgirêka navbera desthilatdarîya xwecî û dewleta Bexdayê. Ev pirsgirêk warên wek aborî û enerjî û ewlehiyê digrin ber xwe.
Li nav van pirsgirêkan krîza aborî li Herêma Kurdistana Iraqê zêdetir ser zirara vê herêmê bû, jiber ku li gorî nêrîna dewleta Iraqê, Herêma Kurdistanê li warê niftê qanûn binpê kiribûn loma bûdce nerjirande hisaba vê herêmê. Herêma Kurdistana Iraqê nekarî mûça kedkarên xwe bitaybet ên mamosyetên xwe bide û gellek nerazîtî li dijî hikûmeta Herêmê derketin.
Roja 27`ê Îlonê mamosteyên Herêam kurdistanê jibo protestokirina paşdeketina mûçên xwe xwenîşandan birêxistin û wezareta perwerdê ya vê herêmê neçar ma sala nû ya xwendinê sê rojan derengir destpê bike.
Loma wer xûya dike hevhatina navbera Mesûd Barzanî û Heyder Ebadî li bara pirsgirêkan zêdetir ji viya ku ji ber nêta xêrê ya wî jibo lihevkirina tev dewleta navendî ya Bexdayê be, ji ber neçariyekê ye ku li Herêma Kurdistanê li rojên buhurî pêk hatîye.
Tiştê ku vê nihêrînê diselimîne eva ye ku Barzanî ragihand ku li bara azadkirina Mûsilê ji destê DAIŞ`ê jî bi Ebadî re li hev kiriye li halekê ku yek ji berbendên herî giring ser riya destpêkirina operasyona azadkirina Mûsilê reftara Herêma kurdistana Iraqê bitaybet Mesûd Barzanî serokê vê herêmê ye.
Hikûmeta Kurdistana Iarqê li bara bikaranîna Heşd Şeibî li operasyona azadkirina Mûsilê û her wiha rêveberiya Mûsilê piştî azadkirina ji destê DAIŞ`ê tev dewleta navendî pirsgirêkên cidî hebûne.
Mesela din jî ku diselimîne hevhatina Barzanî û Ebadî ji ber neçariyê bûye eva ye ku Barzanî bitaybet li salên derbasbûyî ku iraqî rastî pirsgirêka DAIŞ`ê hatiye bi caran lidarxistina giştpirsiya serbixwetiya vê herêmê ji dewleta navendî ya Bexdayê xistiye rojevê. Tevî ku li niyeta siyasî ya Barzanî jibo hevhatina tev Bexdayê şik û guman hene lê ev hevhatina diselimîne ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û Mesûd Barzanî serokê vê herêmê jibo çareserkirina pirsgirêkên heyî li vê navçê hêz û şiyana pêdivî tinene.