Gurrbûna devûjeniya di navbera Erdoxîn û Gûlen da
Serokomarê Tirkiyê Teceb Teyîb Erdoxan kêmtir ji rojekê piştî civîna Konseya Ewlehiya Neteweyiya vî welatî û ragihandina pêşniyara vê konseyê ji bo dirêjkirina sêmehî ya rewşa awarte li welêt, dest bi pînekirin û ravekirina egerên raberkirina vê pêşniyarê kir.
Serokomarê Tirkiyê armancaa dirêjkirina sêmehî ya rewşa awarte, serkutkirina PKK`ê û Tevgera Gûlen da zanîn û her viha qala gihîştina qeyrana Sûriyê bo qonaxeke teze ya guhertinan kir.
Erdoxîn her viha armanca sereke ya dirêjkirina rewşa awarte girankirina serkutkirina dijebran li Tirkiyê da zanîn. Wî endamên PKK`ê û Tevgera Gûlen wekî mînakên vê bereya dijberan û wek têrorîst dan zanîn. Serokoamrê Tirkiyê her viha tenê qîma xwe bi têroîstzanîna PKK`ê û Tevgera Gûlen neanî û tevî pêgiriya li ser pêwîstiya serkutkirina van du koman, zêdebûna êrîşên vê dawiyê yên PKK`ê pêngavek ji bo xalifandina raya giştî ji kirayrên `rêxistina têrorîst a Gûlen` (Tevgera Xizmetê) da zanîn.
Her çend ku li bara têrorîstîbûna pênaseya liv û tevgerên komên kurd li Tirkiyê û peywendiya digel Tevgera Gûlen gotegot û nîqaş li civaka Tirkiyê zêde ne, lê eva cara yekem e ku serokatiya Tirkiyê liv û tevgerên PKK`ê û Tevgera bin rêbertiya Gûlen bi hev va girê daye. Eger çi ku li warê siyasetê tişeke nepêkan tine, lê ev idiaya di rewşa niha da ewqas nêzikî rastiyê ye ku axaftinên serokoamrê Tirkiyê li bara piştgiriya mîlîtanên kurd li bakûrê Sûriyê/koma tekfîrî ya DAIŞ`ê û dewleta Beşar Esed ji hevdu dikare rast be.
Her çend ku hinek ji karzanan bibawer in ku idiaya Erdoxîn li bara piştgiirya mîlîtanên kurd, têrorîstên DAIŞ`ê û dewleta Sûriyê ji hev tenê axaftinek bi armanca pînekirina opêrasiyona çekdarên tirk li bakûrê Sûriyê bi navê Mertala Firatê ye. Ya ecêb ev e ku pêgiriya Erdoxîn li ser girêdana dalanên têkiliya têrorîstan li sînorên Tirkiye û Sûriyê, bi liv û tevgerên DAIŞ`ê û koma têrorîst a Cebheya Nusreyê ji bo girêdana derbasgehên ku artêşa Sûriyê ji bo derxistina malbatên sûrî ji taxên rojhilatî yên Helebê pêk anîne, hevdu dikemilînin.
Seratir ji viya Erdoxîn opêrasiyona hêzên PKK`ê û endamên tevgera Xizmetê hevtûş û têkildarî hev daye zanîn. Eger çi liv û tevgerên van du bereyan nîşana hevdemiya opêrasiyona wan li dijî dewleta Tirkiyê ye, lê girêdana van duyan bi hev ra zêdetir bi armanca pînekirina siyaseta dewletê li warê serkutkirina kurdan û dewama pêla girtinên alîgirên Gûlen hatiye hilêxistin.
Xalifandina raya giştî ji rastiyên civakê, niximandina têkçûna siyasetên derveyî/ navçeyî û navneteweyî, lawaziya pergala ewlehiya navxweyî her viha bêberpirsiyariya li bara alozbûna bazarên malî û kêmbûna nirxa diravê neteweyî yê Tirkiyê li beranberî diravên biyanî, beşek ji egerên helahelaya serokatiya Tirkiyê li bara rewşa serdest li civaka Tirkiyê ye.
Heta wê radeyê ku Fethullah Gûlen rêberê Tevgera Xizmetê li axaftinekê gotiye ku dilniya ye ku darbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha 2016`an a artêşa Tirkiyê planeke darêştî ji aliyê şexsê Erdoxîn bi xwe bûye.
Gûlen vê dawiyê li hevpeyivîna digel rojnameya almanî ya Dî Tsaytê got: Ez dilniya me ku darbe karê Erdoxîn bi xwe bûye. Gûlen her viha bi bawer e ku Şanoya Darbeyê ji aliyê Erdoxîn va mehneyek ji bo wêdadayîna dijberan û paqijkirina artêşê ji dijberên xwe bûye.
Idiayên dijhev ên rayedarên tirk li bara pêvajoya guhertinên vî welatî û Sûriyê, ravekirin û pînekirna dirêjkirina rewşa awarte li welêt her viha idiayên Gûlen li ser esasa sênaryoçêkirina Erdoxîn jibo pêkanîna darbeya çêkirî, hemî nîşana devûjeniya eşkere ya serokên Tirkiye û Tevgera Gûlen li dijî hev in û dewama vê pêvajoyê dikare gelek ji sirrên nepenî yên her du aliyan her viha pênaseya siyaset û armancên her duyan li warê meşandina siyaset û helwêstên xwe yên niha eşkere bike.