Şirove - Biryara OPEC`ê; baş an nebaş
Wezîrên nift û ênêrjiyê yên welatên endama OPEC`ê biryar dan ku berhemanîna niftê ji aliyê welatên endama vê rêxistinê heta asta 32.5 miliyon bermîl di rojê da bisînor bikin.
Ev biryara duh anku çarşemiyê serencam piştî civîna çar saetî di navbera wezîrên nift û ênêrjiyê yên welatên endama Rêxistina Welatên Bifiroşê Niftê (OPEC) li welatê Cezayîrê hat dayîn.Civîna ku di destpêkê da bi armanca şêwirînê hat lidarxistin, lê di dewamê da bû `Civîna awarte ya OPEC`ê` ta ku biryarên vê civînê hitbareke xwe ya zêdetir hebin. Civîna şêwirînê ya wezîrên nift û ênêrjiyê yên welatên endama OPEC`ê roja çarşemiyê derdem piştî bidawîhatina civîna panzdehem a Komcivîna Navneteweyiya Ênêrjiyê (IPF) li El-Cezîreya paytexta Cezayîrê hat lidarxistin.
Bîjen Namdar Zengene wezîrê niftê yê Îranê li dawiya vê civînê biryara OPEC`ê biryareke kêm mînak da zanîn û got: OPEC`ê piştî du sal û nîvan ji bo kontrolkirina bazara niftê hevhatinek bi dest xist. Eva cara yekem ji sala 2008`an bi vir da ye ku endamên OPEDC`ê li ser asta berhemanîna niftê li hev kirin. Hinek ji klarzanên warê niftê dibêjin ku siyaseta takekesiya Erebistanê li bazara niftê ber bi lawaziyê ye û derfiroşkarê herî mezin ê niftê li cîhanê niha rola xwe ya kevn li nav saziya OPEC`ê daye Îranê. Erebiostanê di meha Mijdara 2014`an da sziya OPEC`ê neçar kir ku par û pişka xwe li nav bazarê bêberbend zêde bike. Berhemanîna zêdetir ji par û pişkên diyarkirî li saziya OPEC`ê bû sebeb ku bihaya cîhanî ya niftê bi tundî dakeve xwarê.
Elî Neîmî wezîrê berê yê niftê yê Erebistanê mehekê piştî vê siyasetê gotibû ku zû an dereng dê rikeberên me tûşî pirsgirêkên aboriyê bin û Erebistan dikare di vê rewşê da heta demeke dirêj li ber xwe bide.Lê bi derbasbûna derdora 2 salan Erebistana ku hazir nebû li bara kêmkirina asta berhemanîna nifta xav sozê bide, niha li civîna Cezayîrê qebûl kriiye ku asta berhemanîna rojane ya nifta xwe ji 10 miliyon û 700 hezar bermîlê di rojê da bîne 10 miliyon û 200 hezar bermîlî. Nirxa mezinbûna aborî ya Erebistanê niha bilez hêdî dibe û gihîştiye ji sedî 1`ê, li halê ku nirxa mezinbûmna aborî ya Îranê li halê zêdebûnê ye û gihîştiye ji sedî 4`ê. Erebistan îsal tûşî kêmbûna giran a bûdceyê ya du reqemî bûye, lê halê ku hesaba ticarî ya Îranê hema bêje hevseng bûye. Îran ku nema bi qasî Erebistanê girêdayî bi derhatên niftê bûye, niha piştî cihanîna Lihevkirina Navokî ya di navbera vî welatî û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar asoya aboriya xwe ron û geş dibîne. Di rewşeke viha da Erebistan dizane ku lihevkirina kilîdê çareserkirina pirsgirêkan e. Riyaz niha vê sîgnalê dişîne ku amade ye ji riya klu çûye vegere. Lê mayîndetiya vê lihevkirinê hewcedara hevkariya hemî welatên berhemênerên niftê çi yên endama OPEC`ê û çi yên derveyê OPEC`ê ye. Du hokarin alîkariyê bikin da ku ev biryar mayînde bimîne. Hokara yekem qebûlkirina vê rastiyê ye ku OPEC hewcedara hevgirtin û yekdengiyê ye. Hokara duyem berteka erênî ya bazarên niftê li cîhanê li bara biryara Cezayîrê ye. Eger bazarên cîhanê pişta vê biryarê bigirin, dê dilniyayiyeke zêdetir li nava berhemêneran li bara aramiya li bazarê pêk were. Loma eva ku gelo kontrola asta jorîn a berhemanîna niftê ji aliyê welatên endama OPECD`ê di vê qonaxê da ji bo hemî 12 welatên endama OPEC`ê biryareke baş e an na, divê em bêjin ev lihevkirina heta radeyekê demkî ye; Ji ber viya hinek ji welatên endama OPEC`ê li dijî vê lihevkirinê bûn; Lê ji bo pêkhatina yekîtî û yekdengiya li OPEC`ê biryareke erênî bû. Ji ber viya Îranê jî biryar da ku pêngaveke dijî vê biryarê raneke. Di rewşa niha da hinek ji berhemênerên OPEC`ê ji wan Îran dûr ji par p pişkên diyarkirî yên pêşîn in, li halekî ku di heyama du salên vê dawiyê da hinek ji endaman bi taybet Erebistanê berhemanîna nifta xwe zêde kirine û dewsa welatên din bazara girtine destê xwe.