Îlon 29, 2016 16:09 Asia/Tehran
  • Şirove - Mehkemekirina darbekaran li Tirkiyê hewcedara dadgehên zêdetir e

Wezîrê dadê yê Tirkiyê dibêje: Ev welata reng e ji bo pêkanîna fezaya pêwsît ji bo mehkemekirina sebebkarên darbeya vê dawiyê ya artêşa vî welatî neçar be dadgehên teze ava bike. Ev gotinên Bekîr Bozdag di rewşekê da hatine hilêxistin ku tê gotin niha 32 hezar kes bi tawana hebûna destê wan li darbeyê di zindanê da ne.

Rayedarên Tirkiyê li dû darbeya serneketî ya vê dawiyê ya artêşê di 15`ê Tîrmeha 2016`an li vî welatî û li warê paqijkirina sazî û navendên dewletê bi hezaran kes ji kedkarên beşên cûrbicûr ên dewletê, hêzên artêşê, medya û saziya dadweriyê girtin an ji ser karên xwe derxistin. Dewleta Tirkiyê hema wisa dixwaze ku Fethullah Gûlen rêberê Tevgera Xizmetê ji aliyê Ameîkayê va were girtin û radestî Enqerê were kirin. Rayedarên dewleta Tirkiyê ji sibeha piştî darbeya serneketî ya artêşê, Fethullah Gûlen û endamên Tevgera Xizmetê ya di bin rêbertiya wî da wek sebebkarên darbeyê dan nasandin û dest bi paqijkirina saziyên dewletê ji kesayetiyên ser bi Gûlen kirin. Heta li warê cihanîna vê planê hin safîkirinên kesane ji aliyê rêxistinên ewlehî û îstixbaratî û rayedarên desthilatdar pêk hatin ku elbete tûşî hin bertekan li civaka Tirkiyê jî bû. Lê niha dewama rêzeopêrasiyonên girtina alîgirên Gulen dewlet xistiye herîkêm du bere û xwestekan. Nêrîna kesên ku ji ber girtinên bêbelge nerazîne  û nêrîna ku berovajî viya li ser pêwsîtiya rûbirûbûna tund û mehkemekirin ûdarizandina darbekaran her viha hemî sebebkar û endamên tevgera Xizmetê pêgiriyê dike. Elbete dewleta Tirkiyê jî hez dike li tûşî xwestekên koma dudiyan û dewama siyaseta Kulma Hesinî li hemberî alîgirên Cimaeta Gûlen tevbigere. Eva li halekî ye ku ji bo cihanîna vê siyasetê hin berbend li ser riya wê ne. Yekem berbend veduigere ser nigeraniyên rayedarên tirkiyê ji zêdebûna rexneyên navxweyî û derveyî ji girtinên bêsedem û carna jî bi bername ya wêddadayîmna dijberan di bin navê sekinîna li hemberî alîgirên Gûlen e. Nigeraniya din a rayedarên tirk vedigere ser dirêjbûna pêvajoya hilkolandina dosyeya dadweriyê ya darbekaran û endamên Tevgera Gûlen li nav saziyên cûrbicûr ên dewletê. Vê nigeraniyê li kêleka hilêxistina mijara girtinên bêsînor ku piranî bêyî berçavgirtina pîvanên hiqîq pêk hatiye, fukarên rayedarên tirk bi taybet serokê saziya dadweriya vî welatî zêde kiriye. Bi gotineke din stratijiya serkutkirina dijberan di bin navê girtina darbekar û alîgirên Gûlen niha bûye pirsgirêkek ji bo hilkolandina lezgîn a hiqûqî ya dosyeya van kesan di dema herî kin da. Bi taybet ku ji aliyekî va selimandina sûcê girêdayîbûna bi Tevgera Gûlen ê yekûyekûyên kesên girtî pêvajoyeke dirêj e û ji aliyê din va ji bo hikûmeta ku idiaya sekinîna qanûnmend li hemberî darbe û darbekaran dike, berçavnegirtina pêvajoya naskirî ya hiqûqî bêyî berçavgirtina mafên tawanbaran li pêvajoya hilkolandina dadweriyê ya tawanên wan, li dijî dirûşmeyên berçavgirtina mafên medenî yên welatiyan li civaka Tirkiyê ye. Ji ber viya ye ku Bekîr Bozdag wezîrê dadweriyê yê Tirkiyê li ser pêwsîtiya lidarxistina dadgehên zêdetir ji bo hilkolandina evqas dosyeyên kesên girtî piştî darbeya serneketî ya artêşa vî welatî pêgiriyê dike û heta qala azadkirina bi şert û merc a hinek ji wan 32 hezar kesan kiriye ku ji sibeha şeva darbeya artêşê heta niha di zindanê da ne. Tevî viya ti misogerî û garantiyek tine ku pêvajoya giortinê li gorî gotina dewleta Enqerê qaşo darbekar û alîgirên Tevgera Xizmetê ya bi rêbertiya Fethullah Gûlen û bi gotinekê Dijberên Erdoxên were rawestandin.