Berteka karbidestên iraqî li hemberî mudaxileyên Tirkiyê
Karbidestên iraqî carek din li hemberî mudaxileyên Enqerê bo nav karûbarên vî welatî bi mihana şerê dijî terorîzmê bertek nîşan dan.
Her li vê çavçîvê serokwezîrê Iraqê got: Hizûra hêzên eskerî yên Tirkiyê li nav axa Iraqê, xebatên hemû alî ji bo işkestdayîna grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê bê encam dike.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li civîna duh ya dewletê bilî diyarkirina nerezamendiya xwe li hemberî ketina hêzên eskerî yên Tirkiyê nav axa vî welatî got: Eger Tirkiye dixwaze li hemberî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê raweste, pêwîst e ku guh bide xwesteka Bexdayê û hêzên xwe yên eskerî ji nav axa Iraqê derxîne.
Hêzên eskerî yên Tirkiyê niha li kempeke eskerî li bakûra Iraqê û li navça Başîqê cih girtine û heta niha bicaran karbidestên Iraqê û dewleta Bexdayê ji Enqerê xwestine ku van hêzên eskerî yên xwe ji bakûra vî welatî derxînin.
Hefta bihurî herwisa firokên şerî yên Tirkiyê jî bicaran bakûra Iraqê bombebaran kirin.
Her eva ku li vê dawiyê karbidestên Iraqê û Sûriyê bi caran ji Tirkiyê xwestine ku hêzên xwe yên eskerî ji nav axa van welatan derxwînin, nîşan dide ku Enqere bi dû livûtevgerê ye û nîşan dide ku siyaseta derveyî ya Enqerê bi dû alozkirina navçê ye.
Karbidestên Iraqê û Sûriyê heta niha bicaran ketina hêzên eskerî yên Tirkiyê bo nav axa welatên xwe mehkûm kirine û ragihandine ku eger welatek dil heye li nav axa van welatan şerê dijî terorê bike, pêwîst e ku hevahengiyê tev dewleta van welatan bikin û li gor şehediyên heyî her du welatên Iraq û Sûriyê li şerê dijî terorîstan heta niha pêsparteyên xwe bibaşî cih anîne.
Tirkiyê li halekê heqê hakimiyeta yekparçetiya axa Iraqê û Sûriyê binpê kiriye û hêzên xwe yên eskerî kiriye nav axa van welatan ku heta niha Enqerê tu rêketinameyek gel Şam yan Bexdayê bona ku hêzên xwe yên eskerî bişîne nav axa van welatan îmza nekiriye û karbidestên Sûriyê yan jî Iraqê qet daxwaza alîkariya ji Tirkiyê nekirine û hema Tirkiyê bi serê xwe eskerên xwe şandiye nav axa van du welatan.
Her ev liv û tevgerên Tirkiyê li navçê ku bi mihana şerê dijî terorê hêzên xwe yên eskerî dişîne nav axa welatên cînar, qet bi diroşma vî welatî ku dibêje Enqere bi dû damezirîna ewlehî û aşitiyê li navçêye va, cur nayê û ev cure siyasetên derveyî yên Tirkiyê li hemberî welatên navçê nîşana viyaye ku Enqere bi dû alozkirina navça Rojhilata Navîne.
Liv û tevgerên Tirkiyê û eva ku vî welatî hêzên xwe yên eskerî şandine nav axa Sûriyê û Tirkiyê, bi curekê destdirêjiya ser axa van du welatana tê hisab û dijî qayde û qirarên navnetewî û qayde û qirarên cînartiya welatane, ji ber ku Tirkiyê heq tune bi mihana şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê hêzên xwe yên eskerî bêxe nav axa Sûriyê û Iraqê.
Li her hal, siyasetên newekheve Tirkiyê û nezelaliya siyaset û reftarên derveyî yên Enqerê li bara welatên cînar û peywendiya eşkera û veşartî ya Tirkiyê tev grûpên terorîstî yên wekî DAIŞ`ê ku hem nûçeyên van hevkariyan belav bûne û hem jî belgeyên hevkariya Enqerê û DAIŞ`ê derketine, vê yekê îspat dike ku diroşma Tirkiyê ya ku ev welata dijî DAIş`ê şer dike ciyê şik û gumanê têda heye.
Ev liv û tevgerên Tirkiyê û siyasetên zêdexwazane yên Enqerê ku pê siyasetên xaponek, ev welata dixwaze van siyasetana îcra bike siyasetên wekî damezirandina navça êmin li bakûra Sûriyê, hemû nîşana zêdexwazî û siyasetên xwetêkilker yên Enqerê li navçê ne ku helbet gelek ji welat û saziyên navnetewî li hemberî van siyasetên nezelal yên Tirkiyê bertek nîşan dane û helbet bîrûraya giştî ya xelkê cîhanê jî dijî van cure reftarên Tirkiyê ye.
Her livraye ku mirov dikare bêje ev liv û tevgerên vê dûmahîkê yên Tirkiyê li nav Sûriyê û Iraqê, peywendiya xwe tev işkestên terorîstan heye yanî niha ku terorîst li rojhilata navîn û bitaybet li nav axa Sûriyê û Iraqê rastî işkestên giran hatine, Tirkiye dixebite pê van cure liv û tevgeran bi curekê pîşiya van işkestan bigre.
Serketinên Sûriyê li hemberî terorîstan ne tenê bûye sebeba nîgeraniya terorîstan ku alîgîrên terorîstan jî ketine nav hela helayê.