Dewleta AKP cardin gef li PKK xwar û ew hişyar kir
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim duh 17 Îlonê li serdana xwe bo devera operasiyona artêş û hêzên ewlehiya Tirkiyê li dij PKK li nêzîkiya sînorê Tirkiyê û Îran û Iraqê got: Em nahêlin terorîstên çekdar îstiqrar û ewlehiya Tirkiyê ji nav biben.
Ev nêzîkî 10 rojan e ku serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim û rayedarên din ên vî welatî ji wan wezîrê karên hundir ê Tirkiyê ji bo ku moral û rûhiyeta hêzên Tirkiyê li hemberî PKK zêde bikin serdana devera operasiyona artêş û hêzên ewlehiya Tirkiyê li dij PKK li nêzîkiya sînorê Tirkiyê û Îran û Iraqê kirin, li van rojên dawiyê li vê deverê de di encama şer û pevçûnên navbera hêzên Tirkiyê û PKK de bi dehan leşkeriyên tirk jiyana xwe ji dest dan û morala artêş û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê pir lawaz bû, loma ew çûn van navçan ku moralê bidin hêzên xwe. Yildirim li vê serdana xwe de cardin her wek rayedarên din ên tirk ên wekî serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan berdewamiya şerê li dij PKK heya jinavbirina wê pêwîst da zanîn. Yildirim ku ji bo cara dudiyan serdana deverên operasiyonê dike hewl dide nîşanî PKK bide ku dewleta Tirkiyê li şerê li dij wê cidî ye û ji aliyê din ve dixebite ku vê grûpê sebebkara sereke ya bê ewlehî û bê îstiqrariyê li Tirkiyê û heta li navçê bide nasandin da ku welatên cînar jî teşwîq bike ku li şerê Tirkiyê li dij PKK alîkariya vî welatî bikin. Yildirim li gotinên xwe de îdia kir ku PKK wek grûpeke cudatîxwaz bi alîkariya hêzxurtên cîhanê dixebite Tirkiyê jî bike Sûriye û Iraq û têda şerê navxweyî bi rê xîne da ku bi vî awayî bala derûdorên siyasî ber bi Tirkiyê û şerê wê li dij PKK bikişîne. Serokwezîrê tirk desdanî ser vê yekê ku dewleta wî stratejiyeke nû li şerê li dij PKK girtiye ber xwe û li vê çarçovê de dewsa berevaniya ji xwe, êrişa ser PKK bikar tîne.
Du sal û nîv şer li Tirkiyê hatibû rawestandin lê belê êrişa terorîstên DAIŞ`ê ser piştgirên kurdên Sûriyê li bajarê Pirsosê bû sedem ku hikûmeta Tirkiyê vê yekê ji xwe re bike mihane û balafirên wê êrişî ser pêgehên PKK li bakûra Iraqê bikin û vê agirbesê ji nav biben, piştî vê yekê şerên giran di navbera PKK û artêş û hêzên ewlehiya Tirkiyê li bajarên kurdan qewmîn û PKK êrişên giran li dij dewleta tirk dan despêkirin. Darbeya bê encam ya leşkerî li Tirkiyê ji ji Erdogan û hikûmeta Tirkiyê derfet çê kir da ku vê darbeyê bavêje sikura Tevgera Gulen û li kêleka girtin, dûrkirina ji kar û derxistina dijberên Erdogan û dewleta AKP`ê ji nav sazî û teşkîlatên leşkerî û dewletî û yên dadweriyê bi vî navê ku endamên tevgera gulen in, kesên piştigirê mafên kurdan jî ser navê endam û piştgirên PKK ji nav sazî û teşkîlatên hanê derxînin an jî wan bavêjin hews û zîndanan. Çawa ku bi hezaran mamoste, akademîsiyen û dozger û karmendên kurd û heta şaredarên piştgirên kurdan ji ser karê xwe hatine hilanîn û gelek kes ji wan jî hatine girtin û mehkeme bûne.
Eva di rewşekê de ye ku dewleta AKP li Adara 2013 li pêvajoya gotûbêjên aştiyê tev PKK bi vê grûpê re ser planeke sê qonaxî li hev kir ku qirar bû PKK li gor wê çek û sîlahên xwe dayne erdê û pirsgirêkên kurdan jî li çarçova pêvajoyeke demokratîk çareser bibin û ew bigihêjin mafên xwe yên rewa, lê kar û kiryarên paşîn ên dewleta AKP nîşan dan ku eva bi tenê taktîkeke ji bo berjiwendî û deshilata dewleta AKP`ê û hêviyên ku ji xelkê bi taybetî ji kurdan re çêbibûn ku êdî şer li Tirkiyê namîne, hemû bi yek carî bi despêkirina dubere a şêr ji nav çûn. Gelek ji karzanên siyasî û leşkerî bawer in hegera pêk hatina vê rewşê û derbasbûna hikûmetê ji aştî û çareseriya bi aştî ve, guhertinên çêbûyî li bakûra Sûriyê bûn, çûnku deskevt û serkevtinên kurdan bi taybetî yên piştgirê PKK li bakûra Sûriyê bûn sedema tirs û xufa hikûmeta Enqerê. Niha dewleta Tirkiyê dixebita ku mesela kurdan ji PKK cuda nîşan bide û wisa propagandeyan bike ku PKK ne tenê ji bo berjiwendiyên kurdan dixebite belkî vê grûpê gelek zirar û ziyan jî gihandine kurdan. Dewleta tirk bi vê siyasetê dixebite li şerê xwe li dij PKK piştgiriya piraniya kurdan jî bidest xîne an jî herî kêm piştgiriya kurdan ji PKK kêm bike. Çawa ku piştî darbeya bê encam ya 15 tîrmehê dewleta AKP bi propagande û teblîxên curbicur karî heya asteke berbiçav li hewldanên xwe yên li dij tevgera Gulen piştgiriya raya giştî bidest xîne. lê wer xuya dike ku ev siyaseta dewleta tirk ji bo bidestxistina piştgiriya kurdan li şerê li dij PKK, bêyî ku alternatîvekê dewsa piştgiriya ji PKK bo kurdan raber bike û bêyî ku bi dayîna heq û mafê kurdan dilê wan bidest xîne, ti encameke xwe ya berbiçav ji hikûmetê re tine.