Îlon 17, 2016 18:14 Asia/Tehran
  • Bêrengbûna Agirbesta li Sûriyê ji ber kar û kiryarên Amerîkayê yên bi xerez

Rûniştina Konseya Ewlekariyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ku biryar bû vê sibehê bi rê keve ji bo hilkolandina hûrgiliyên agirbesa li Sûriyê cih nehat.

Biryar bû ku nûnerên Amerîka û Rûsyayê li rûniştina Konseya Ewlekariyê ya NY hûrgiliyên li bara lihevkirina du welatan ser agirbesê li Sûriyê, alîkariya bo xelkê hewcemend û hevkariya li dij grûpên terorîstî  biaxivin û van mesela bi hûrgilî ve zelal û rohn bikin, lê ev rûniştina pêk nehat.

Nûnerê Rûsyayê li NY Vîtalî Çorkîn roja pêncşemê pêşniyar kir ji bo misogerbûna zêdetir ya agirbesê li Sûriyê, Konseya Ewlekariyê li rûniştina xwe ya vê hefteyê biryarnemekê bona piştgirîkirina ji Peymana Agirbesê pesend bike

Rûsya û Amerîkayê hefteya bihûrî roja înê li ser damezirandina agirbesê li Sûriyê lihev kirin ku li gor vê yekê ji êvara duşemê ve ev agirbesa cih hat û hîn jî berdewam dike .

Li gor peymana hanê desnîşan bûye ku heke agirbes heftekê berdewam bike û rê ji bo grûpên hawargihandinê vebibe da ku alîkariyên mirovdostane bigihînin xelkê sivîl ê Sûriyê wê demê Miskowa û Waşîngton dikarin bi hev re navendeke êrişa ser grûpên terorîst pêk bînin û êrişî ser wan bikin.

Lê li vê navberê de birêneketina rûniştina Konseya Ewlekariya NY  bûye sedem ku pêşeroja berdewamiya agirbesê bikeve nav nezelalî û dûmanê, di vê rewşê de li van rojên dawiyê Rûsyayê bi caran xwestiye ku naveroka peymana agirbesê tam were weşandin, da ku ser vê yekê ti şik û gumenek ji bo civaka cîhanî nemîne.  Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergeyî Lavrov li vê çarçovê de dest danî ser lihevkirina Waşîngton û Miskowayê û got: Rûsya amade ye naveroka vê lihevkirinê bi tûm were weşandin, çûnku Miskowa naxwaze li riya dîplomasiya veşartî bimeşe.

Karzanên siyasî bi bîrxistina lihevkirina Miskowa û Waşîngtonê ser êrişa li dij grûpên terorîstî yên wek DAIŞ û El Nusreyêdibêjin ku hedefa Amerîkayê ji cihêkirina grûpên din ên dijberê hikûmeta Sûriyê ji wan du grûpên terorîstî eva ye ku bikare pêşiya êrişa Rûsya û Sûriyê ser dijberên hanê bigire û destê wan li êrişa ser xelkê û dagîrkirina Sûriyê ve ke.

Mesela din li bara vê agirbesê eva ye ku Amerîka xwe ji rohn û  zelalkirina peymanma agirbesê  direvîne ku ev mesela bûye sedema nerazîbûna Rûsya û Fransayê. Rayedarên amerîkî bi vê hencetê pêşiya zelalkirina peymana agirbesê digirin ku dibêjin belavkirina agahiyan ser vê peymana hestyar dibe sedem ku hin alî bixebitin wê bê encam bikin û, ji aliyê din ve babetên hestyar li vê peymanê hene ku de ji gelek aliyan re balkêşiya xwe tinen.

Lihevkirina Rûsya û Amerîkayê ji bo damezirandina agirbesê li Sûriyê li rewşekê pêk hatiye ku gelek alî û gelek kes û para pir a raya giştî  li bara dilpakî û rastbêjiya Waşîngtonê li babeta rawestana şêr û kêmkirina kêşe û aloziyan li Sûriyê şikber in . Destkevtên berê derheq kar û kiryarên Amerîkayê  derheq krîza Sûriyê nîşan didin ku ker û reftarên şikber ên Amerîkayê li bara qaşo agirbesê li Sûriyê bi wateya rastîn a agirbesê hev nayê û her vê meselê destê grûpên terorîstî yên ku Amerîka û welatên navçê yên wek Tirkiye û Erebistan piştgiriya wan dikin li berdewamiya cinayetên li dij mirovan vekirî hêştiye.

Bê şik mesela ku berî her tiştî dibe sedem xêmê agirbesê li Sûriyê xurt bibe, zelalkirina xalên lihevkirî û rastî û sadiqbûna aliyên agirbesê ye. 

Rawestandina agirê şidet û şêr, gihandina alîkariyên mirovdostane ji bo xelkê hewcedar bi taybetî xelkê Helebê û hevahengiya bi hikûmeta Sûriyê li êrişa ser grûpên terorîstî dikare bibe sedema serkevtina agirbesa nû û ji aliyê din ve ev meselana cidîbûna aliyên pêwendîdarêi kêşrya Sûriyê bona çareseriya krîza vî welatî   nîşan dide.