Dewama guhnedana Amerîkayê ser daxwazên bidûhev ên Tirkîyê
Gêreyên li peywendîyên Amerîka û Tirkîyê didomin.
Rola dewletên rojavayî nemaze ya Amerîkayê li derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmehê û meseleya girtin û radestkirina Fetulah Gulen serokê Tevgera Xizmetê ji wan babetên nakokîyên di navbera Enqerê û Waşîngtonê di mehên buhurî da bûne. Li dewama vê demajoyê, dewleta Tirkîyê careka din ji Amerîkayê xwestîye ku Fetulah Gulen bigire. Li gorî rapora televîzyona NTV`yê, wezareta dadwerîyê ya Tirkîyê bi awayekî fermî ji Amerîkayê xwest ku Fetulah Gulen bi tawana plankarî û rêvebirina derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmehê li vî welatî bigire û radestî Enqerê bike. Dewleta Tirkîyê berî vîya medrese û navendên ser bi Tevgera Xizmetê û kompanîyên ku piştgirîya daraîyê didin wî girêdane û bi caran ji dewleta Amerîkayê xwestîye ku wî radest bike. Lê Amerîkayê heta niha ev daxwaza Tirkîyê cih neanîye.
Fetulah Gulen rêberê meinewî yê nûrçîyên Tirkîyê li sirgûneke xwexwestî li eyaleta Pênsîlvanîyaya Amerîkayê dijî. Berî vîya, dewleta Enqerê Fetulah Gulen û piştgirên wî li warê têketina nav dezgehê dewletê û pêkanîna dewleta sîber ango paralêl û plankarîya jibo derbeya dijî hikûmetê tawanbar kiribûn. Tevî belgeyên Enqerê raberî Waşîngtonê kirine, Fetulah Gulen dibêje dewleta AKP`ê buxtanan dike û destê wî û tevgera wî li derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmehê tineye. Karzan ser vê bawerê ne ku Amerîkayê dil heye di navbera dewleta Tirkîyê û Fetulah Gulen da navbeynkarîyê bike û wan lihev bîne. Lewma dewsa bersivê bide Tirkîyê, hewl dide tevî xwevedizîna ji vê mijarê, helwestên navxweyî û navçeyî yên hikûmeta Tirkîyê bixe ber pirsan. Di vê çarçovê da Bekir Bozdag wezîrê dadwerîya Tirkîyê dibêje ku Tirkîye îzna destwerdana li karên navxweyî nade tu welatî. Li gorî rapora televîzyona TRT`ê, Bekir Bozdag li rûpela xwe ya Tiwîterê nivîsî ku dezgeha dadwerîya û dewleta Tirkîyê dema cihanîna erkên xwe îzna destwerdanê nadin tu welatî.
Wî herviha got: Heke sefîrê Amerîkayê li Tirkîyê fêrî vê rastîyê nebûye, em ê ser hemdê xwe û bihedar vê yekê hîmî wî bikin. Ev gotin li halekî tên hilêxistin ku dewleta Tirkîyê sefîrê Amerîkayê bi aramnca dayîna hin îfadeyan û herviha nîşandayîna nerazîbûnê li hemberî idiaya agirbesa navbera hêzên tirk û kurd li bakûra Sûrîyê vexwendibû. Berî van gotinên wezîrê dadwerîya Tirkîyê, balyozxana Amerîkayê li Enqerê ji ber tişta ku `` paqijkirina hin sazîyên dewletê ji hogirên PKK`ê`` bi nav kirîye, nerazîbûn û dilgiranîya xwe nîşan da. Dewleta Tirkîyê mideha 2 mehên buhurî da 28 şaredarên deverên kurdnişîn bi tawana `` piştgirîya ji têrorîsmê`` ji kar wêda dane. ji 28 şaredarên hanê, 2 şaredar ên Batman û Colemêrgê û 26 şaredar jî yên bajarên kurdnişîn ên başûra rojhilata Tirkîyê ne. Pispor û çavdêr dibêjin di rewşa niha da Amerîka yê serpişkîyê nede Tirkîyê. Nemaze di warê radestkirina Fetulah Gulen da dûr e ku daxwaza dewleta Enqerê pêk bê.
Co Baydin alîkarê serokomarê Amerîkayê ku vê dawîyê serdana Tirkîyê kiribû, li dawîya serdana xwe got: Min hêvî dikir Fetulah Gulen li Amerîkayê nejîya. Ev gotina Baydên bi vê wateyê ye ku dewleta Amerîkayê dil tineye Gulen radestî Tirkîyê bike û mayîna Gulen li Amerîkayê tenê dikare serêşîyeke nû jibo rayedarên vî welatî bê hesêb. Eva li halekî ye ku rayedarên Koşka Sipî hertim Tirkîyê wekî şirîkekî istiratêjîk ê Amerîkayê bi nav dikin. Rastî eva ye ku Amerîka welatên piçûk li Rojhilata Navînê nemaze Tirkîyê jibo dabînkirina berjewendîyên xwe bi kar tîne lê, tu wexta hazir nabe serpişkîyê bide van cure welatana. Li civîn û boneyên sîyasî û rojnamevanîyê, rayedarên amerîkî hewl didin bi axavtineke giştî, xwe piştgirê welatên wek Tirkîyê bidin nasandinê. Li halekî ku ev gotinên rayedarên dewleta Waşîngtonê tu wexta li piratîkê serê xwe nagirin û berovajî wê, heke rayedarên Tirkîyê biaxivin, divê gotinên xwe di çarçova berjewendîyên Amerîkayê da cih bînin. Ev sersarî û guhnedana rayedarên Amerîkayê ser daxwazên dewleta Tirkîyê li halekî ye ku dewleta Enqerê gef xwarîye ku yê pêgeha Încîrlîkê bide ber destê hêza hewayî ya Ûrsêtê.