Cinayetên Erebistanê li Yemenê û bêhêvîtiyên Alê Sidê
Li gorî nûçeyên belavbûyî, rêjîma Alê Siûdê li Yemenê tevkujîyê dike. Êrîşên hewayî yên Erebistanê li ser Yemenê di rojên dawiyê da bûne sebeb ku zêdetir ji sed welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest bidin an birîndar bin.
Eva di rewşekê da ye ku Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) demek berî viya ragihand ku ji ber qeyrana Yemenê û pevçûnên di navbera komên cûrbicûr li Yemenê da û êrîşên Erebistanê li ser wî welatî bi hezaran welatiyên yemenî ku piraniya wan sivîl in jiyana xwe ji dest dane.
Erebistana siûdiyê êrîşên xwe li ser Yemenê ji meha Adara 2015`an va dest pê kirine; Siûdiyan li van êrîşan heta niha bi caran dibistan, nexweşxane, malên xelkê, cade, bazar û kampên awareyan dane ber bomban.
Eva li halekî ye ku NY bi caran destnîşan kiriye ku dewama êrîşên Erebistanê ser Yemenê bi taybet êrîşa li ser navendên hestiyar û bingehîn, binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî û `Kiryarên ku nayên qebûlkirin` tên hesêb.
Rêjîma Alê Siûdê şerê Yemenê bi armanca vegerandina desthilatdariyê bo Evderebbe Mensûr Hadî, serokomarê istîfakirî û reviyayî yê Yemenê û lawazkirina tevgera gelanî ya Ensarullahê dest pê kir. Lê bi têkçûna Erebistanê li warê bidestxistina armancên xwe, cinayetên vê rêjîmê bi mebesta niximandina lawaziya xwe derbasî berûlayên hovanetir û bitirs bûne.
Pêgiriya rayedarên siûdî li ser şerxwaziyê li Yemenê, ev welatê ereb bi gelheya xwe ya reben û belengaz zêdetir ji berê xistiye astengiyê û her roj berûlayên karesata mirovî li Yemenê gurrtir û berfiretir dibin.
Rayedarên siûdî ku siyaseta Erebistanê xistine riya şerxwaziyê tu desthatek ji bilî kuştin û pêkanîna karesata mirovî li Yemenê bi dest nexistin. Tecrubeyê nîşan daye ku armancên siyasî li niximandina êrîşên leşkerî û tevkujiya gelan serê xwe nagirin û tenê qeyran û bêewlehîtiyê gurrtir dikin.
Bombaran û êrîşên li ser binavahiyên pîşeyî, xizmetgihaniya giştî, malên xelkê û navendên dermanî li Yemenê nîşana şikest û têkçûna armancên leşkerî yên Erebistanê li wî welatî ne.
Êrîşên hewayî yên Erebistanê û hevpeymanên wê li ser welatiyên sivîl û binavahiyên Yemenê ti alîkariyek nedane serêxwegirtina armancên serdestîxwaziyê yên rêjîma destdirêjker a Alê Siûd û tevgera gelanî ya Ensarullhê û hogirên yekparçetî û serweriya neteweyiya Yemenê hewildana xwe ji bo serêxwegirtina tam û kamil a ramanên serhildana Yemenê didomînin.
Biryardana li bara diyarkirina çarenivîs, hebûna dewleteke serbixwe û gelanî û şerê dijî têrorîsmê ramanên herî girîng ên gelê serhildêr ê Yemenê ne û Erebistan û hevpeymanên wê bi şerekî neberanber nikarin kirêgirtiyên xwe li Yemenê careke din li vî welatî bînin ser desthilatê.
Êrîşên berdewam ên hewayî yên Erebistanê û hevpeymanên wê li ser Yemenê û kuştina welatiyên sivîl û hevdem piştgiriya ji têrorîstên El-Qaide û dabînkirina derfeta amadebûna DAIŞ`ê li Yemenê, nîşana lawaziya Alê Siûdê li hemberî gelê serhildêr ê Yemenê ne.
Erebistan ji destpêka şerê biwekalet li Yemenê, derdayiyê vî şerî bûye, ji ber ku ji ber vî şerî him tûşî nakokî û gêreya li nav hakimiyeta Alê Siûdê û him jî li hemberî vîn û iradeya gelê Yemenê ji bo parastina ramanên xwe yên serhilanînê têk çûye.
Lidarxistina her rojî ya xwenîşandana berfireh li bajarên cûrbicûr ên Yemenê û amadebûna çîn û qatên cûrbicûr ên gelê Yemenê li van xwenîşandanan, nîşana bêzariya gelê serhildêr ê Yemenê ji Alê Siûdê û gotina Na ji sergêrî û serdestiya Erebistanê ra ye û ev mijara mînaka eşkere ya têkçûna Alê Siûd li şerê Yemenê tê nirxandin.
Xala berbiçav li warê binpêkirina menşûra NY li êrîşên Erebistanê li ser Yemenê, bêdengiya NY ye ku tenê li warê siyaseta xwe ya ragihandinê helwêstên xwe li beranberî karesata mirovî li Yemenê radigihîne û li pratîkê riya şerxwaziya Erebistanê xweş kiriye.
Sersarî û bêdengiya Konseya Ewlehiyê ya NY li bara aloziya Yemenê, nîşandanan Çiraya Kesk bo Erebistanê ji bo berçavnegirtina gişt qanûn û qirar û konvansiyonên navneteweyî û zêdekirina cinayetên xwe li Yemenê ye.