Îlon 11, 2016 15:00 Asia/Tehran
  • Rûdawa 11 Îlonê 15 salî bû.

Ser bûyera terorîstî ya 11 Îlona sala 2001, 15 sal derbas dibin û hîn jî Amerîka negihêştiye wan hedefên ku li dij terorê diyarkiribûn.

15 salên berî niha li 11 Îlona sala 2001 rûdawek li Amerîka qewimî ku cîhan hejand.Grûpa El-Qaidê li wê rojê navenda eskerî û abûrî ya Amerîka kire ber hedefa êrişên xwe.Eva cara ewilê bû ku li dirêjiya 189 salan ku dijmineke biyanî êrişî ser axa Amerîkayê dike.

Ev êrişa 11 Îlonê ser axa Amerîka, amêrên êrişê, ciyên ku ketin ber hedefa vê êrişê û giraniya kuştiyan û xisarên ku li vî welatî ketin, li ser siyaset, abûr, û çanda Amerîkayê tesîr danî.bi curekê ku mirov dikare alûgorên vî welatî ser dewana pêş 11 Îlona 2001 û yên piştî 11 Îlonê parve bike.

Helbet hîn jî gelek pirs û guman ser êrişa 11 Îlonê û hedefa êrişkeran hene ku bersiva wan pirsan hîn jî nehatiye dayîn.

Niha cuda ji viya ku sibeya roja 11 Îlona 2001 çi rûdawek qewimî û kî li paş vê operasiyonê bû, dûhatên vê êrişa ser Amerîka bona civata cîhanî gelekî berbiçav in.Piştî rûdawa terorîstî ya 11 Îlona sala 2001 cîhan kete dewranekî nû ji şer, kuştin û ne êminiyan.

Dewleta wê çaxê ye Amerîkayê piştî rûdawa 11 Îlona sala 2001 şerê dijî terorê bi rê xist û du welatên Efxanistan û Iraqê dagîr kirin.

Hevçaxê vê dagîrkeriyê, Amerîka mudaxile û operasiyonên din jî li welatên din ên cîhanê bi îdiaya sekinîna li hemberî terorîzma cîhanî destpê kir.

Li vê navberê da welatên rojava bi rêberiya Amerîka , sînorên nasyar bi herêma xusûsî ya gelek ji xelkê cîhanê û qayde û qirarên navnetewî yên heq û mafên mirovan û qayde û qirarên şerî jî binpê kirin. Îdiaya Amerîka û hevalbendên vî welatî jî eva bû ku bona jinavbirina terorê pêwîst e ku siyaseteke qahêm û êrişkarane were berçav girtinê.

Li vî halî da û terseyî van cure siyasetên Amerîka , niha ku 15 sal ser rûdawa 11 Îlona sala 2001 derbas dibe, terorîzm û reftarên fanatîk li cîhanê pirtir ji berî dewrana 11 Îlonê bûye.

Niha ew cinayetên ku terorîstên DAIŞ`ê û Bûkûheram li nav welatên cîhanê pêk tînin digel kiryarên ku El-Qaidê cêh dianîn, nayên qiyaskirin.Niha nîvek ji welatên Rojhilata Navîn ketine nav şerên ku bi hedefa xebata dijî terorê destpê bûne .

Ji aliyê din ve ew diravê ku welatên rojava bona xebata dijî terorê li van salana xerc kirine bûye sebeb ku abûra rojava rastî krîzeke mezin were û vê kirîzê li ser jiyana milyonan kes ji xelkê cîhanê teîreke xirab daniye.

Hevçaxî van pirsgirêkan, welatên rojava li van şerên qaşo dijî terorê qet qayde û qirarên navnetewî yên berevaniya ji heq û mafên mirovan berçav nagirin .

Ji dilê diroşma şerê dijî terorê yê Amerîkayê em şahid in ku roja îro zîndanên bi xuf û tirs ên Ebûxureyîb û Guwantanamoyê çê bûne û navê Amerîkayê ketiye nav lîsta wan welatan ku zîndaniyan bi nemirovanî işkence dike.

Bi mihana şerê dijî terorê roja îro hemû şahidin ku sîstema sîxorîkirina ji welatên cîhanê ji aliyê Amerîkayê, berdewam e û heta welatên hevalbend ên Amerîkayê jî ketine ber vê sîxorîkirinê û Amerîka ji wan welatan jî sîxoriyê dike.

Rûdawa 11 Îlona sala 2001 ew beranberiya navbera azadî û ewlehiyê ser aliyekî din guhart û bêyî ku azadiya xelkê li cîhanê dabîn bibe hemû bûne şahidê bê ewlehiya cîhanî û gelek ciyên kêm li cîhanê hene ku roja îro êmin bibin û terorîst roja îro bo hemû welatên cîhanê wekî gef û xetereke mezin tê hisab.

Eva nîşan dide ku xebata dijî terorîzmê ya Amerîkayê piştî rûdawa 11 Îlona sala 2001 netenê koka terorê hişk nekir ku bûye sebeb terorîzm cîhanî bibe.

Loma mirov dikare bêje hemû xebatên Amerîkayê li van 15 salên piştî rûdawa 11 Îlona 2001 bona sekinîna li hemberê terorê bê encam bûne.