Îlon 10, 2016 19:11 Asia/Tehran
  • Pişkdarîya hemî hêzên iraqî li operasyona azadkirina Mûsilê

Pêkutîyên kesayetî û berpirsên iraqî li ser pêwîstîya pişkdarîya hêzên seferberîya gelanî ango Heşdi Şeibî li opêrasyona paqijkirina deverên curbicur ên vî welatî ji wan Mûsilê ji têrorîstan didomin.

Di vî warî da Emar Hekîm serokê Hevalbendîya Netewî ya Iraqê duh ango înîyê li hevdîtina tev Nofil Hemadî yek ji berpirsên devera Mûsilê, li ser pêwîstîya pişkdarîya hemî hêzên iraqî, artêş, polîs, hêzên ewlehîyê û Heşdi Şeibî li opêrasyona azadkirina Mûsilê ji têrorîstan sekinî.

Emar Hekîm pêkutî kir ku şerê azadkirina Mûsilê opêrasyoneke netewî ye û divê hemî têda pişkdar bin.

Di vî halî da, Elî Hisênî berdevkê hêzên Heşdi Şeibî ragihand ku opêrasyona azadkirina devera Şerqatê li parêzgeha Selahedînê piştî eyda Qurbanê yê destpê bibe ku ev mijara nîşana dewama hevkarîyên nêzîk yên hêzên Heşdi Şeibî ligel hêzên iraqî li warê sekinîna li hemberî têrorîstan e.

tevî zext û zorên ji derve nemaze yên Amerîka û Erebistanê jibo bikarneanîna hêzên Heşdi Şeibî ji alîyê dewleta Iraqê, dewleta Bexdayê li bara nijyara nû ya hêzên Heşdi Şeibî û nebûna têkilîya van hêzana bi meseleyên sîyasî ra, bêalîtî û peyrevîya ji qanûnên serbazî agahî da ta ku nîşan bide iraqî hela jî dixwazin ku ji hêzên Heşdi Şeibî sûdê wergirin.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê ji Hezîrana sala 2014`an va gellek deverên Iraqê dagir kirin. Li halekî ku xîyaneta hin kesayetîyên sîyasî yên Iraqê li dagirbûna hin beşên axa vî welatî bi destê DAIŞ`ê eyan bû, dewleta Iraqê di Heîzrana sala 2014`an da bi palpiştîya hêzên curbicur ên iraqî ji wan yên Heşdi Şeibî dest bi têkoşîneke cidî li hemberî têrorîsmê kir.

Hêjayî gotinê ye ku hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê di sala 2014`an da li gorî fitwaya ayetulah Elî Sîstanî merceê pilebilind ê şîeyên Iraqê jibo sekinîna li hemberî berfirebûna DAIŞ`ê û azadkirina deverên dagirbûyî bi destê vê komê, hat pêkanînê.

Hêzên Heşdi Şeibî ji zêde ji 42 qewareyên gelanî pêk hatîye û ligel artêşa Iraqê li opêrasyona dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê pişkdar in.

Di rewşeke viha da, neyarên navxweyî û derveyî bi komployên bêtifaqîyê lê digerin hêzên Heşdi Şeibî hêzên şîe nîşan bidin û bêjin ku li deverên azadbûyî, pêkhateyên neşîe nemaze sunî li ber zilma van hêzanan in. Eva li halekî ye ku di nava hêzên Heşdi Şeibî da bi sedan hêzên sunî yên iraqî jî hene.

Neyar li halekî hêzên Heşdi Şeibî derheq firqeperestîyê tawanbar dikin ku beşa mezin a hewldan û têkoşîna li hemberî têrorîstên DAIŞ`ê li deverên sunînişîn ên Iraqê pêk hatîye.

Bê şik serketinên artêşa Iraqê li şerê dijî têrorîstên DAIŞ`ê bêyî hebûn û hevkarîya berfire ya hêzên Heşdi Şeibî nepêkan bûn.

Hêjayî gotinê ye ku bajarê istiratêjîk ê Felûcê mideha heyvekê da bi hevkarîya artêş, Heşdi Şeibî, eşîret û hêzên têkoşîna li dijî têrorîsmê yên Iraqê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê hat paqijkirinê.

tecrubeya şerê Felûcê nîşanî iraqîyan da ku tifaqa sîyasî û yekperçebûna hêza serbazî, şêwaza herîbaş jibo têkbirina DAIŞ`ê li Iraqê ye û hewce li wadeyên berjewendîxwazî û sîyasî yên welatên bîyanî ji wan Amerîkayê nine.

Roka kêrhatî ya hêzên heşdi Şeibî li şerê dijî têrorîstên DAIŞ`ê bû sebeb ku aktorên derveyî nemaze Erebistan û Amerîka bi caran bi tawanbarkirina van hêzana li meseleyên wek destdirêjî, dizî yan nêrîna firqeperestîyê bixwazin ku dewleta Iraqê ji hêzên Heşdi Şeibî sûdê wernegire. Lê dewlet û gelê iraqê bi haydarbûna ji komployên dijminên Iraqê hertim li hemberî van zext û zorana û hilêxistina tawanên pûç, pişta hêzên Heşdi Şeibî girtine û ji wan berevanî kirine.

Şîyana navxweyî, palpişteke bawerpêkirî jibo iraqîyan e ta ku bi saya wê pirsgirêkên welatê xwe çareser bikin. Tifaq û hevgirtina sîyasî, pêwîstîya serketina Iraqê di warên sîyasî û serbazî da ye.

Di rewşeke bi vî rengî da bihêzkirina cîgeha hêzên Heşdi Şeibî, kêrhatîbûn û heqbûna van hêzana di warê parastina sînorên Iraqê da nîşan dide û piştkutana li van hêzana, yê yekperçetîya axa Iraqê dabîn bike.