Rêketina di navbera Amerîka û Rûsiyayê li bara agirbesa nav Sûriyê
Wezîrên karên derve yên Rûsiyayê û Amerîka îro sibê li ser ``Zivirandina aşitiyê bo nav Sûriyê`` bi hevra rêketin.
Wezîrê derve yê Amerîkayî John Kerry rêketina nû bona agirbesa seranserî li nav Sûriyê ji duşemê şeva 12 Îlonê û hevçaxî Eyda Qurbanê dê destpê bibe.
Li vê rêketinê hatiye ragihandin ku hemû êrişên nav Sûriyê û ji wan êrişên hewayî bêne rawestandin û xebat bê kirin ji bo gihandina alîkariyên mirovî bona xelkê sivîl ên vî welatî bitaybet ji bo xelkê Helebê .
John Kerry herwisa ji pêkhatina navendeke operasiyona hevpar a Amerîka û Rûsiyayê bona êrişa ser pêgehên terorîstên DAIŞ`ê û bereya Fethul-Şam yan Cibhetul-Nusreya berê xeber da.
John Kerry ragihand ku ev rawestandina şêr hefteyekê bidome Amerîka hevkariya xwe tev Rûsiyayê bona êrişa ser pêgehên terorîstên DAIŞ`ê û Cibhetul-Nusreh berdewam dike.
Wezîrê karên derve yê Amerîka ragihand ku hêvî tê kirin ku Moskova sekinîna dewleta Beşar Esed ser agirbesê garantî bike.
Ji aliyê din ve Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyayê jî destnîşan kir ku hîn jî bê baweriya li hevkariya di navbera Amerîka û Rûsiyayê li bara Sûriyê didome û kes nikare li bara cihatina tam a rêketina Sûriyê garantiyê bide.
Wî bal kişande ser viya ku babeta sereke ya vê rêketinê cihatina agirbesê ye û got: Amerîka û Rûsiyayê li 48 saetên din tev hemû aliyên sûrî diaxivin ta ku arxayîn bibin ku agirbes li hemû axa Sûriyê berdewam dibe li vê barê tev hemû aliyên sûrî jî hevkariyê dikin.
Lavrov ragihand ku Moskovayê naveroka rêketina nû daye ber destê dewleta Sûriyê û Şam amadeye ku vê rêketinê îcra bike.
Ji aliyê dinve Ajansa Sputnîkê ji zarê Kerry anî ziman ku artêşa Sûriyê wê li herêmên ku mixalîf lê hene, operasyonên hewayî pêk neyine û diyar kir ku şopandina El Nûsrayê li gorî berjewendiyên Amerîkayê ye jî û got "divê em bidin şopa wan terorîstan." Kerry di dewamiya axaftina xwe de desnîşan kir ku Rûsya û Amerîka wê li dijî El Nûsrayê bi hev re operasyonên leşkerî lidar bixin. Kerry got: "Ger ku 7 rojan bê navber agirbest were pêk anîn û alîkariyên mirovî werin veguhestin wê gavê pisporên Amerîkayî û Rûsî wê werin cem hevdu û wê di mijara şerê li dijî DAIŞ û El Nûsrayê de bi hev re bixebitin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî got: "Niha bêbaweriyek heye, hin kesên ku dixwazin peymana me xera bikin jî hene. Mînaka dawîn, em vê yekê bi John Kerry re jî axivîn, hema berî hevdîtina wezîrên derve, serokên dewletan ên du welatan li Çînê jî li bara Sûriyê bi hev re axivtin.
Lavrov got: "me ji bo peymaneke berbiçav pakêteke pir mezin amade kir. Ji ber sedemên ku Kerry diyar kirin, nabe ku em eşkere bikin. Zanyariyên pir cidî û hesas tê de hene. Em naxwazin eva têkeve destê wan kesên ku dixwazin tevdîrên ji bo alîkariya mirovî û mijarên din xera bikin."
Lavrov diyar kir ku wan bi giştî 5 peyaman danîn û got: ev peymanana ji bo destpêkirina koordînasyona bibandor a ji bo têkoşîna li dij terorê, pêşxistina alîkariya mirovî di serî de ji bo mirovên li Helebê û cihên din, xurtkirina agirbestê û pêanîna şert û mercên destpêkirina pêvajoya siyasî, ne. Li gel vê yekê Lavrov dest nîşan kir ku rêveberiya Sûriyê di derbarê peymanan de tê agahdar kirin.
Piştî gotûbêjên dirêj di navbera Amerîka û Rûsiyayê rêketina agirbesê di nav Sûriyê da amade bû.
Ji aliyê dinve gotinên Lavrov nîşan dide ku Moskova li hemberî sozên ku Waşîngtonê li bara agirbesê dane bê bawer e.
Ji ber ku cara pêştir jî hema Egirbesa nav Sûriyê ku hate girêdan grûpên terorîstî yên ku Amerîka ji wan piştevanî dikir, ji vê wezyeta çêbûyî istifade kirin û navça Xan Tûmanê li başûra Rojavaya Helebê dagîr kirin.
Ya rast cara bihurî, rojava û birek ji welatên erebî yên navçê ji mecala agirbesa bihurî istifade kirin li Helebê û navça ku agirbes têda îcra bibû, dil hebûn ku derbê li hêzên dewleta Sûriyê û hevpeymanên wan xînin.
Her ji ber viya ye ku her çend Amerîka û Rûsiyayê li ser agirbesa nav Sûriyê rêketine lê dîsa jî Lavrov bi çavê bê baweriya li Amerîka berê xwe dide vê rêketinê.
Li her hal Rûsiya bona viya ku tawanbar nebe ku li ser riya gotûbêjên bona çareserkirina kirîza Sûriyê manê û berbenda çê dike, bilî viya ku hema hîn jî piştevaniya Şamê dike, dîsa jî gotûbêjên tev aliyê amerîkî wekî neyarê sereke yê dewleta Sûriyê bona rêketinekê di nav Sûriyê didomîne.
Ji aliyê din ve artêşa Sûriyê bi alîkariya hevpeymanên xwe ku niha mehsera Helebê kemilandine, carek din qet îznê nadin ku grûpên terorîstî bi mihana agirbesê hêz û qaweta xwe zêde bikin.
Ji aliyê dinve welatên wekî Erebistan û Tirkiyê jî ku piştevanên terorîstan li nav axa Sûriyê ne, hîn jî van alîkariyên xwe yên çek û sîlahî û locistîkî digehînin terorîstên nav axa Sûriyê.
Mesela din ku Rûsiyayê û Amerîka li ser neyarî hene, evaye ku van her du welatan li ser terorîst zanîna aliyên çekdar ku li nav Sûriyê şer dikin jî bi hevra neyarî hene.
Rûsiyayê bicaran ragihandiye ku xîncî terorîstên DAIŞ`ê, firokên şerî yên vî welatî pêgehên terorîstên dine nav axa Sûriyê jî dike ber hedefa êrişên xwe lê Rojava Moskovayê tawanbar dike ku Rûsiya pêgehê neyarên navînrê yên dijî dewleta Şamê jî dike hedefa êrişên xwe û pêwîste ku van êrişan jî rawestîne.
Helbet ev neyariya ji ber wek hev nebûna siyasetên Amerîka û Rûsiyayê li êrişa ser axa Sûriyê çavkanî digire ji ber ku birek ji van aliyên terorîst ku li nav axa Sûriyê dest bi cinayetan dikin, hevalbendên Amerîka ne.
Amerîka dil heye Beşar Esed ji ser postê serokkomariya Sûriyê wêda bide û Rûsiya jî piştevanê Beşar Esed e.
Gor vê rêketinê wisa ku diyare, Amerîka êrişa hevpar ser pêgehên terorîstên DAIŞ û Cibhetul-Nusreh rêketiye.