Îsraîl sedema zêdebûna bi şûndamayîna aborî ya li Erdên Filistînê ye
Saziyên ser bi Rêxistina Neteweyên yekgirtî (ny), li ser zêdebûna bi şûndamayîna aboriyê li naçeyên filistînî hişyarî da û eva ku îsraîlî filistîniyan bisînûr dikin, berbenda pêşketina abûriya van navçeyan didin zanîn.
Sindoqa Navneteweyî ya Pere, li raporekê ku roja îniyê hate weşandin, ragihand, dorpêça Xezê û bi sînûrkirinên di warê hatûçûnê bo navçeyên din ên filistînî ku ji aliyê Îsraîlê ve di deh salên buhurî de kifş bûne, ne tenê pêşiya pêşdaçûn û geşbûna abûriya li van navçeyana girtine, belki bûne sedema zêdebûna bêşoliya sedî 25`an û hejariyê li erdên filistînî.
Di rapora Sindûqa Navneteweyî ya Pere de herwiha hatiye ragihandin, bi sînorkirin û dorpêça erdên filistînî, bûne sedem ku ev navçeyana nekaribin ku bigihîjin asta pêşketinê ya sedî 130`an di deh salên buhurî de.
Nivîsgeha Bazirganî û Geşepêdana Rêxistina Neteweyên yekgirtî (NY) jî, roja îniyê li rapora xwe ya salê, nîgeraniya ji ber dewama zextên Rejîma Siyonîst dijî navçeyên filistînî ragihand ku dagîrkeriya Îsraîlê, beşa zêde ya şiyana abûrî ya navçeyên filistînî, ji nav biriye.
Li gorî vê raporê, nivîsgeha Bazirganî û Geşepêdana Rêxistina Neteweyên yekgirtî (NY), Îsraîl bi musadire yan kavilkirina erdên filistînî, dizîna çavkaniyên av û enerjiyê, bi sînûrkirina veguhestina kelûpelan, berfirehkirina bajarokên siyonîstnişîn, ji navbirina bazarên xwecî û dorpêça Xezê, abûriya filistînê bi xwe va girêdaye.
Herwiha ev her du rapor, bal kişandine ser hin dûhatên qeyrana ji ber dorpêça Xezê ku rewşa abûrî û mirovî, bi hêdîbûna pêvajoya ji nû ve avakirina Xezê, nebaştir bûne.
Li gorî gotina berpirsên wezareta aboriya Filistînê, ji ber astengîderxistinên siyonîstan bona şandina alavên malçêkirinê ji bo Xezê û bêsoziya welatên Sozdarê ji nû ve avakirina vê navçeyê, mumkin e ku wêraniyên ji ber êrişa sala 2014`an a Îsraîlê ser Xezê, bi dehan salan bikişîne.
Hêzên Rejîma Siyonîst li hawîna sala 2014`an, ji erd û esmani va êrişî Xezê kirin ku di encama wê de nêzî 2000 kes, ji wan 500 zarokên filistînî şehîd bûn û bi mîlyardana dolar xisar li binavahiyên vê navçeyê ket.
Banka Cîhanî, midehekê beriya niha, bi raberkirina raporekê li ser rewşa nebaş a erdên filistînî bi taybet Xezê, piştî êrişên 50 rojî yên Îsraîlê li Hezîrana sala 2014`an, ji Qeter, Mîrekên Yekgirtî yên Erebî, Erebistan û welatên din ên ereb ên dorhêla Kendava Farsê, xwestibû sozên xwe yên di warê alîkariya ji bo ji nû ve çêkirina Xezê, cih bînin. Li gorî rapora vê dawiyê ya Banka Cîhanî, tenê beşeka kêm a ji soza 4 mîlyardî ya civaka cîhanî bi taybet welatên erebî bona alîkariya ji bo ji nû ve avadankirina Xezê cih hatye, li halekê ku ev navçeya bi pirsgirêkên cidî yên li beşên curbicur û bi taybet mal û avahî û binavahiyan re rûbirû ye.
Di rewşeka wiha de, berpirsên filistînîî, li ser dewama hewldana ji bo îbtalkirina bi sînûrkirinan û dorpêça erdên filistînî sekinîne û ser vê bawerê ne ku eger civaka cîhanî rêçareyekê ji bo ji navbirina van pirsgirêkan ji aliyê Rejîma Siyonîst ve, peyda neke, wê ev navçeya li dahatiyeka nêz de, ne tenê tûşî pirsgirêkên giran ên aboriyê be belki wê bibe şahidê karesateka mirovî.