Îlon 09, 2016 16:00 Asia/Tehran
  • Hatûçûn û gotûbêjên rayedar û siyasetmedarên welatên navçê û saziyên rojavayî li Tirkiyê

Operasiyona leşkerî ya Tirkiyê li bakûra Sûriyê ya bi navê Mertala Firatê, Tirkiye kiriya navenda gotûbêj û hatûçûna dîplomat û rayedarên welatên navçê û saziyên rojavayî.

Piştî sefera serokwezîrê Qeterê Ebdullah bin Nasir Alê Sanî bo Tirkiyê û gotûbêja wî bi rayedarên Tirkiyê, wezîrê  karên derve yê Erebistanê Adil El Cubeyr jî sefera Tirkiyê kir da ku qaşo derheq liv û tevgerên artêşa tirk li bakûra Sûriyê agahdar bibe .Niha jî nûçeya sefera Sekreterê Giştî yê NATO`ê  bo Tirkiyê û gotrûbêja wî bi rayedarên tirk re li rojeva medya navçê û cîhanê cih girtiye.

Liv û tevgerên siyasî yên vê dawiyê li Tirkiyê û seferên hanê ji rû ve hedefên newekhev dişopînin, lê mesela hevpar ku li wan gişkan dikeve berçavan hilkolandina rewşa Sûriyê û êrişa artêşa Tirkiyê ser bakûra Sûriyê ye.

Heke em qebûl bikin ku êrişa leşkerî ya Tirkiyê ser bakûra Sûriyê bêyî hevahengiya Tirkiyê bi Qeter û Erebistanê cih hatiye , lê niha bê şik Enqere hewl dide ku aliyên hanê derheq bûyerên ku niha li bakûra Sûriyê û derheq êrişa leşkerên tirk diqewmin agahdar bike û qaşo hedefên xwe ji wan re zelal û şirove bike. Eva di rewşekê ye ku piştî başbûna pêwendî û hevkariyên Tirkiyê û Rûsyayê bi taybet piştî darbeya leşkerî ya bê encam li Tirkiyê, wer hate diyar kirin ku rayedarên vî welatî dixebitin ku siyaseta xwe yên li bara navçê bi taybet li bara Sûriyê çêtir bikin, vêca ev hewldanên nû yên Tirkiyê bûne sedem ku hevgirtî û hevpeymanên wê yên li navçê hewldanên xwe zêde bikin da ku siyaset û helwêsta Tirkiyê ya nû ji wan re zelal û eşkera bibe. Çûnku li dema grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê pêşveçûn û serkevtinên berbiçav xistin destê xwe li gor belgeyên belavbûyî û ragihandina medya û navendên serbixwe sê welatên wekî Tirkiye, Erebistan û Qeter li pişta wê da bûn û van sê welatan karûbarên piştgirîkirina ji DAIŞê navbera xwe parve kiribûn û di vê çarçovê de wezîfeya Erebistan û Qeterê piştgiriya malî ji DAIŞ`ê bû û ya Tirkiyê jî amadekirina çek û sîlahan ji DAIŞ`ê û perwerdekirin û derbaskirina terorîstên DAIŞ`ê bû. Lê niha ku piştgiriya Tirkiyê û welatên hanê ji DAIŞ`ê re eşkera bû, niha ew lê digere bi awayekî vê fikr û zihneyeta li bara xwe ji nav bibe û wer nîşan bide ku qaşo siyaseta wê li bara DAIŞ`ê guhertiye, hin hedefên sefera wezîrê derve yê Erebistanê jî li vê çarçovê de tê dîtin.

Lewra wezîrê derve yê Tirkiyê li hevdîtina wezîrê derve yê Erebistanê radigihîne ku hedefa Tirkiyê jinavbirina tam a DAIŞ`ê li Sûriyê ye. Bawerkirina vê gotin sadtî û bê aqilî ye, çi bûye ku piştgirê sereke yê DAIŞ`ê niha bûye dijminê wî û sonda jinavbirina wê dixwe.Ji xwe operasiyona leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê ne ji bo jinavbirina DAIŞ`ê belkî ji bo alîkariya wê ye Tirkiye hewl dide ku kurdên Sûriyê  tenê riya sînorî ya pêwendiyaTirkiyê tev DAIŞ`ê negirin loma bajarê Cerablusê û derdora wê bêyî berxwedana DAIŞ`ê girt da ku riya pêwendiya Tirkiyê bi DAIŞ`ê re qut nebe  û bikare alîkariya xwe bi vê grûpê bişîn û piştgiriya wê bike. Ji aliyê din ve Tirkiyê bi vê êrişa xwe ser Sûriyê xebitiye da ku derfetê ji çêkirên grûpa Terorîstî ya DAIŞ`ê ku bi xwe yek ji wan e pêk bîne da ku vê grûpa terorîstî ji nû ve organîze û rêkûpê bike.

Ji aliyê din ve Tirkiye hewl dide vê dagîrkeriya xwe bi navê pêkanîna devereke ewleh ji bo penaberan û dijberên din ên Sûriyê bide qebûlandin da ku cihê xwe di nav lîstkvanên cîhanî û navçê yên bi bandor li navçê û Sûriyê de vebike û bi xwe jî têkeve nav gotûbêjên ser Sûriyê. Çawa ku Erdogan serokê Tirkiyê li Çînê li kêleka civîna G20 ser pêkanîna devereke wiha bi serokkomarên Amerîka û Rûsyayê re axivt û niha jî sefera sekreterê giştî yê NATO bo Tirkiyê û gotûbêja telefonî ya Erdogan bi serokê Rûsyayê Pûtîn re  jî li vê çarçovê de tê dîtin û şirovekirin.

Li her hal û rewşekê welatên navçê û cîhanê yên ku bi rastî dixwazin ku krîza Sûriyê ji riyên bi aşûtî û siyasî ve çareser bibe û her qewm û etnîke li vî welatî bigihêje heq û mafê xwe yê rewa bêyî ku ew welata were perçekirin, divê bi baldarî û hestyarî hedefên Tirkiyê li Sûriyê de bişopînin û berî ku dereng bibe nehêlin ku rayedarên tirk  lêngê xwe zêdetir ji hedê xwe li Sûriyê dirêj bikin.