Îlon 08, 2016 17:49 Asia/Tehran
  • Îdiaya wezîrê berevaniya Amerîkayê dijî Îranê, xalifandina rastiyan e

Eşton Kartêr, wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê li gotinên xwe yên duh çarşemê li Aksforda Ingilîzê îdia kir; Siyasetên Îranê li navçê cureyek gef tên hisabê.

Eşton Kartêr, wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê ragihand Amerîka hema taybet li derûdora Kendava Farsê, tişta ku wî wekî desthilata îraniyan daye zanîn, xistiye bin çavdêriya xwe.

Kartêr destnîşan kir; Waşîngton li kêlega dost û hevalbendên xwe li navça Rojhilata Navîn û li her derekî cîhanê dimîne.Niha pirs eva ye ku gotinên wezîrê berevaniya Amerîkayê li rewşeke wiha bi çi armancekê hatine hilêxistin? Amerîka piştî rêketina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê da ser du babetan pirtir sekiniye.

Babta ewil eva ye ku hinek derûdor ser navê  berevaniya Obama ji rêketina navokî vîya hilêdixin ku Amerîkayê pê vê rêketinê riya çêkirina çek û sîlahên navokî li Îranê girtiye.

Eva li halekî ye ku li gorî raporên curbicur ên Ajansa Navnetewî ya Enirjiya Navokî (IAEA), xebatên navokî yên Komara islamî ya Îranê hertim aşitîxwazane bûne, lê babeta dudyan ku li nav gotinên wezîrê berevaniya Amerîkayê bibaşî dikeve holê, birêxistina helahela û haykoran li dijî Îranê ye, haykûfa ku niha giranîya wê ser mijara ewlehîyê ye û roja îro Amerîka bi mihana xebata dijî terorîstên DAIŞ`ê hatiye navçê û hertim dibêje ku Amerîka li navçê dijî koma terorîst a DAIŞ`ê şêrr dike.

Eşton Kartêr li gotinên xwe îdia dike ku wezareta berevaniya Amerîkayê hertim bi dû xebata dijî terorîzmê ye û niha jî hatiye nav welatên Rojhilata Navînê ku derbeyê li terorîstên DAIŞ`ê xwîne.

Helbet armancên çendalî yên Amerîkayê û liv û tevgerên vî welatî dijî Îranê li navçê bibaşî nîşan didin ku Waşîngtonê bi alîkariya Erebistanê dest bi teblîqatên dijî Îranê kiriye û dixebite wisa nîşan bide ku Îran bo welatên navçê wekî gefekê tê hisab ta ku welatên navçê ji hevrêtî û hevkariya tev Îranê dûr bike û bi vî awayî  bigihêjin xwestika xwe ya veşartî ku tenêhîştina Îranê ye.Helbet memûryeta Erebistanê li navçê babetekî din jî heye ew jî alozkirina rewşa navçê bi saya piştevaniya ji grûpên fanatîk û terorîst e. Lobiya Siyonîstî-Amerîkî jî ku hema ji destpêkê va neyarê îmzabûna rêketinama navokî ya di navbera Îran û Koma 5+1`ê da bû niha bi dû viya ye ku kirîzên nû li navçê çê bike.Ji aliyê din ve Erebistan jî pê liv û tevgerên xwe yên dijî Îranê bi dû kemilandina vê senaryoyê ye û dixebite ta ku karekî bike belkî Kongera Amerîkayê siyasetên xwe yên dijî Îranê pirtir cih bîne.

Loma mirov dikare bêje ku hevgavîya gotinên dijî Îranê yên karbidestên Amerîkayê û tevgerên dijî Îranê yên Erebistanê ku tev hedef û armancên Rejîma Siyonîst yên dijî Îranê wekhev in bibaşî nîşan dide ku sêkoşeya Amerîka, Rejîma Siyonîst û Erebistanê bi hev ra dixebitin ku senaryoya dijî Îranê destpê kirine û xebata wan jî eva ye ku wisa nîşan bidin Îran bona welatên navçê wekî xeterekê ye û bi vê qirarê wan senaryoya ewlehiyê dijî Îranê destpê kirine. Erebistan di van çend salana da gihêştiye vê encamê ku pê piştevaniya ji grûpên fanatîk û terorîst dikare palpiştiya van fanatîkan ber bi xwe bikşîne û li ser rûdawên navçê bibandor be. Amerîka jî ji aliyê din ve pê birêxistina xwedêbergiravî kempêynekê dijî terorîstan dil heye viha propagandê bike ku Waşîngton tev welatên ku îrada wan xebata dijî terorîstan e, hevrê ye.

Li gorî rapora ku vê dûmahîkê Ruetrzê belav kiriye, eşkera bûye ku Koşka Sipî pêşniyareke mezin daye Erebistanê û ew jî eva ye ku Amerîkayê dil heye çek û sîlahên giran bi erzişa 115 milyard dolaran bifroşe Erebistanê û herwisa li prosa perwerdehiya eskerî jî dikare alîkariya Riyazê bike.

Hatiye ragihandin ku li 71 salên bihurî peymaneke wiha di navbera Amerîka û Erebistanê da qet nehatiye girêdan.

Vîlyam Harton lêkolê amerîkî li navenda siyaseta navnetewî ku ev rapora wekî pêşniya amade kiriye û daye Erebistanê, ragihandiye ku ev pêşniyara li gotî 42 rêketinnamên cuda hatiye amadekirin.

Ajansa Reuters`ê herwisa eşkera kiriye ku naveroka vê pêşniyara veşartî dê îro pêncşem 8`ê Îlonê eşkera bibe.

Li gorî vê babeta eşkerabûyî bi tamî derdikeve ji bo çi wezîrê berevaniya Amerîkayê , Îranê wekî gefekî ewlehiyê ji bo welatên navçê dide nasandinê.

Eva li halekî ye ku hemû welatên cîhanê dizanin ku Erebistan hema ji destpêkê va piştevanê abûrî û çek û sîlahî yê grûpên terorîst li nav welatên navçê bûye û heta pilandanerê sereke yê êrişên 11 Îlona sala 2011`ê bûye û herwisa jî ji ber destdirêjiyên Erebistanê ser axa Yemenê û kuştina jin û zarokên yemenî ji aliyê Erebistanê, Riyaz wekî cinayetkarê şerî hatiye nasandinê, lê ji ber berjewendiyên Amerîkayê û qazancên ku Waşîngton ji firotina van çek û sîlahan bo Erebistanê bi dest dixe, li van babetan bêdenge dibe û rastiyan berovajî dike û li dewsa Erebistanê, Îranê wekî gefek li navçê dide zanîn.