Pêkutîya Tirkîyê ser têketina nav kûratîya axa Sûrîyê
Alîkarê serokwezîrê Tirkîyê careka din behsa ketina hêzên vî welatî nav kûratîya axa Sûrîyê kir. Nûredîn Canikli bi gotina vîya ku 772 kîlomêtir ji axa bakûra Sûrîyê li gorî gotina wî ketîye destê Artêşa Azad , ragihand ku ihtimal heye hêzên Tirkîyê ji asta niha zêdetir bikevin nav kûratîya axa Sûrîyê.
Vî rayedarê derecebilind ê delweta Tirkîyê herviha idia kir ku ev beşa axa bakûra Sûrîyê ji têrorîstên DAIŞ`ê hat paqijkirin. Wî herviha idia kir ku awareyên sûrî dikarin bizvirin malên xwe li Cerablosê. Berî vîya Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê li civîna tev desteya wezîrên vî welatî tevî axavtina li bara opêrasyona Mertala Firatê li bakûra Sûrîyê gotibû ku armanca sereke ya vê opêrasyonê dabînkirina ewlehîya sînorên Tirkîyê û girtina pêşîya êrişên têrorîstan ji nav axa Sûrîyê ser Tirkîyê ye. Erdogîn armanca Tirkîyê li babeta têkoşîna li himberî tişta ku wî `` têrorîsma li Sûrîyê bi nav kir, ser xêra sûrîyan zanîbû ji ber ku li gorî gotina wî, sûrî dikarin bi vî awayî bizvirin welatê xwe. Loma qet cihê matmayîbûnê nine ku demlidest piştî gotinên Erdogîn, Nûredîn Canikli jî behsa imkana wegera awareyên sûrî bo welatê xwe kirîye. Nemaze ku mêdyayên Tirkîyê jî hevdengê dewletê û rayedarên pilebilind ên vî welatî li nûçeyekê ku hê ji alîyê çavkanîyên serbixwe va nehatîye piştrastkirinê, ragihandin ku nêzî 300 awareyên sûrî zivirîn Cerablosê.
Eva li halekî ye ku li gorî gotina çavkanîyên nûçan û rayedarên dewleta Tirkîyê li van deverana av û ceryana pêwîst tineye. Loma hin çavdêr dibêjin ku pîkhatina zemîeya wegera awareyên sûrî bo welatê xwe, tenê propagandeyek e ku dewlet û medyayên Tirkîyê bi dû destpêbûna opêrasyona artêşa vî welatî li nav axa Sûrîyê dimeşînin. Nasandina rayedarên Tirkîyê û biryarên wan wek rêçare û rêvekirên têkoşîna dijî têrorîsmê û DAIŞ`ê û herviha çareserkirina pirsgirêka awareyên sûrî bi saya derbasbûna hêzên tirk nav axa Sûrîyê ku heta duh jî wek derbekar û neyarê delweta Enqerê bûn, bala derûdorên sîyasî kişandîye ser xwe.
Herçend ku di esasê da ketina hêzên tirk nav axa Sûrîyê li rex liv û tevgerên sîyasî û serbazî yên aşkira û nihênî tûşî bertekan bûne. Di vî warî da wezareta karên derve ya Ûrsêtê bi daxûyanîyekê ji ber ketina hêzên tirk nav kûratîya axa Sûrîyê dilgiranîya xwe nîşan da û pêkutî kir ku dewleta Sûrîyê l idijî vê kiryara serbazî ya Tirkîyê ye û Enqerê ev kara bêyî destûra Konseya Ewlehîyê ya NY kir.
Moskovê herviha pêkutî kirîye ku ketina hêzên Tirkîyê nav axa Sûrîyê bi wateya lawazkirina serdestîya netewî û yekperçetîya axa Sûrîyê ye.
Li daxûyanîya wezareta karên derve ya Ûrsêtê ku şeva buhurî hat weşandinê, helwesta delweta Şamê li hemberî ketina hêzên tirk nav axa Sûrîyê, dadmenda û li gorî pîvanên hiqûqa navnetewî ye. Li gorî daxûyanîya Moskovê, kiryarên Tirkîyê dikarin rewşa sîyasî-serbazî dijwartir û girantir bikin û bandoreke xirab li hewldanên navnetewî jibo peydakirina rêçareyekê bo meseleyên Sûrîyê, mayindetirkirina agirbesê l iv îwelatî û raberkirina alîkarîyên insandostîyê bikin.
Ev daxûyanîya wezareta karên derve ya Ûrsêtê li dijî liv û tevgerên serbazî yên Tirkîyê nav axa Sûrîyê li halekî ye ku Erdogan serokomarê Tirkîyê roja duşema buhurî li bajarê Hangjoya Çînê li civîna serokên G-20`ê wekî berevanîya ji opêrasyona derveyî sînor a artêşa Tirkîyê li bakûra Sûrîyê û berfiretîya vê opêrasyonê gotibû ku wî pêşnîyara ragihandina devera qedexe bo firîna balafiran daye serokomarên Amerîka û Ûrsêtê ta ku li gorî gotina wî ev beşana bibin deverên ewleh jibo bicihkirina awareyên sûrî. Lîstina bi kartên curbicur bi armanca dabînkirina qaşo berjewendîyên netewî û herîzêde, hertim di rojeva rayedarên delweta Tirkîyê da bûye lê, dûr e ku lîstika nû ku Tirkîyê li Sûrîyê û ser navê têkoşîa dijî DAIŞ`ê destpê kirîye bikaribe van berjewendîyên dewleta Enqerê dabîn bike. Renge opêrasyona serbazî ya Tirkîyê nav axa Sûrîyê çeperên sîyaseta derve û navçeyî ya Tirkîyê li axa Sûrîyê û Rojhilata Navînê bihêz bike lêbelê, tişta ku Tirkîye têkoşîna li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê bi nav dike, dikare bandorê li hemî ewlehîya vî welatî li seranserî Tirkîyê bike.