Îlon 07, 2016 14:10 Asia/Tehran
  • Gefên Tirkiyê yên li warên bikaranîna tevdîrên nû li dij YE

Tirkiyê ragihand ku heke Yekitiya Ewropayê (YE) zûtirê mesela jiholêrakirina vîzaya welatiyên Tirkiyê bona serdanên bo welatên endamên vê yekitiyê safî neke, ev welata neçar dimîne tevdîrên nû li bara rêkevtina koçberiya bo YE bikar bîne.

Li vê çarçovê de wezîrê Tirkiyê yê karûbarên YE Omer Çelîk duh got: Enqere dixwaze ku pirsa jiholêrakirina vîzayê zûka safî bibe neku Enqere rê li ber çûyîna penaberan bo YE nagire.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan jî li meha Tebaxê gef li YE xwaribû ku heke ev yekitiya vîzaya ji bo welatiyên Tirkiyê ji holê raneke, rêkeftina Adara 2016 ya tev YE serê xwe nagire û dixitime.

Wer xuya dike gengeşeya di navbera Tirkiyê û YE ser  xaleke girîng ya rêkeftina 18 Adara 2016 ya li bara jiholêrakirina vîzyayê bonsa serdanên welatiyên Tirkiyê bo welatên endamên YE û şengenê niha gihêştiye qonaxeke hestyar. Ev mesela li rêkeftina Adarê ya Tirkiyê û YE wek serpişkiyeke girîng tê hesabê, li hemberî vê yekê Tirkiyê divê pêngavê berbiçav rake ku yek ji wan girtina pêşiya çûyîna penaberan ber bi welatên endamên YE ye û yek ji wan jî berçavgirtina mafê mirovan û kêmîneyên etnîkî û olî ye . Lê belê YE dibêje ku Tirkiyê ew soz û peymanên xwe ku li rêkeftina hanê hatine berçav girtin bi tamî cih neanîne, vêca nikare ji YE bixwaze ku vîzayê ji holê rake. Bi taybet piştî darbeya serneketî ya 15 Tîrmehê rewş bi tamî hat guhertin çûnku piştî vê darbeyê dewleta Tirkiyê ser navê piştgir û endamên Fetullah Gulen ku tawanbar dike rêveberê darbeyê ye, bi hezaran kes li organên curbicur û li artêş û hêzên çekdar ji ser karên wan hilanîn û bi hezaran kes jî girtin û li vê navberê jî wer xuya dike ku dewleta Tirkiyê dixebite hikmê îdamê dîsa vegerîne nav qanûnên vî welatî, ev mesele û bûyerana bûn sedem ku YE bikeve hemberî Tirkiyê û bi eşkera bibêje ku heya Tirkiyê peymanên xwe cih neanîne û dest ji kar û kiryarên hanê bernedaye axiftina ji rakirina vîzayê ti wateyeke xwe tine, heta hin welatên wekî Otrîşê jî xwestine ku gotûbêjên li bara endametiya Tirkiyê di nav YE jî werin rawestandin.

Heya berî darbeya bê encam li Tirkiyê, li gor Lihevkirina 18 Adarê Tirkiye wezîfedar dibû ku 72 şertan cih bîne ku ji bilî du şertên ku me pêştir gotin, şerteke din a girîng li vê rêketinamê guhertina qanûna li dij terorê bû çûnku YE vê qanûna Tirkiyê bitûm li dij azadiya bawer û îfadeyê dizane. Rast e Tirkiyê ji bo ku penaber neçin nav welatên endamên YE gavên berbiçav û pratîk rakirine, lê belê YE dibêje ku Tirkiyê li bara piraniya şertên din ti gavek ranekiriye an jî şertên hanê xirabtir ji rewşa wan a berê kiriye. Li vî halî de Tirkiye dibêje ku YE bi awayekî yekalî û danûstandineke yekalî berê xwe daye rêkeftina Adara bihûrî û Enqere ji vê yekê razî nîne. Ji aliyê din ve baştirbûna pêwendiyên navbera Tirkiyê û Rûsyayê bi taybetî li warê aborî herwiha baştirbûna pêwendiyên Enqerê tev hin cînarên wê bûye sedem ku dewleta Tirkiyê bi eşkeratir xwestekên xwe ji YE re bibêje û gefan lê bixwe û jêre bibêje ku heya dawiyê hazir nîne xwestekên YE cih bîne bêyî ku bi xwe qazancekê bike.

Hêjaye were gotin ku pêwendiyên Tirkiyê û Rûsyayê li rewşekê baştir dibin ku pêwendiyên Enqerê bi YE û Amerîkayê re ser helwêsta necidî ya wan li hemberî darbeya 15 Tîrmehê xirab û sartir bûye. Dewleta Tirkiyê bi taybetî Erdogan bi eşkera ser vê meselê ji YE û Amerîkayê gilî û gazinde kiriye û bawer eku welatên ewropî li şermezarkirina darbeyê hevrêtiya Enqerê nekirine.

Niha ji ber bûyer û guhertinên hanê wer xuya dike ku ti hêviyek ji bo çêtirbûna pêwendiyên Tirkiyê û YE li pêşerojeke nêzîk de tine û ev pêwendiyana hîn jî ber bi dûrketina dualiyan ji hevdu pêşve diçin.