Îlon 06, 2016 16:17 Asia/Tehran
  • Gotinên serokwezîrê Tirkiyê li bara rawestana  li ber terorîzmê

Seredana nişkêveyî ya serokwezîrê Tirkiyê ji navça operasyonî ya artêşa vî welatî sêkunca sînorên Tirkiyê, Îran û Iraqê bala medyyaê navçê kişand jiber ku Bînalî Yildirim behsa plana nû ya Tirkiyê jibo rawestana li ber terorîzmê kir. Yildirim got ku stratejiya Tirkiyê li rawestana li ber terorîzmê ne li warê berevaniyê belkî dê li warê êrişê be.

Artêşa Tirkiyê hevgavê cihanîna  plana  operasyonî ya  mertala Firatê li Sûriyê operasyoneke berfireh jî li navça  operasyonî ya Tirkiyê û Iraq û Îranê bitaybet li navça  sînorî ya Iraqê li Çûkûrcayê destpê kiriye ku armanca wê girtina pêşiya  mudaxila endamên PKK û sê navendên  vê grûpê li bakurê Iarqê li nêzîkî sînorê Tirkiyê û paqijkirina  çend navçên  çiyayî yên PKK li navça  Çûkûrcayê ye. Tê gotin ku ev navçeya  bi salan di bin kontrola  PKK bûye û tim  navçeyeke  dijwar jibo artêşa Tirkiyê ye .

 Lê li gorî gotina  serokezîrê Tirkiyê stratejiya nû ya vî welatî li rawestana li ber PKK ku Tirkiye  wê komeke treprstî bi nav dike tenê li ware operasyona eskerî nine. Her çend ku pênaseya ku  wî li bara operasyona  li dijî PKK daye êrişa pêşdestane ye .

 Lewma Yildirim li seredana  xwe ya duh ji vê navça operasyonê li bara  pakêta aboriyeke nû jibo navçeyên  kurdnişîn ên  Tirkiyê axift ku plana dewletê jibo  avedankirina  navçên ku li encama pevçûnên giran li mehên derbasbûyî bitaybet li Amedê hatien kavilkirin digre ber xwe . Wî grûpa PKK wek grûpeke  terorîstî bi nav kir û eşkere got ku  êdî mesela  rêçara siaysî navbera dewletê û vê grûpê di rojevê de nîne û Enqerê cidî ye ku bi viyana cidî  terorîstên PKK ji hole rake.

 Yildirim li halekê ku  Silêman Soylû wezîrê karên hundir  ê nû yê Tirkiyê û Canîklî alîkarê serokwezîr li seredana meqera fermandehiya yekîneyên  sînorî yên Tirkiyê pêre bûn li hevdîtina  tev  fermande û hêzên eskerî yên  tirk got ku dewlet piştî darbeya bêencam a 15 Tîrmehê plana rê ya nû resimandiye ku têde rawestana li ber terorîzmê ne li berevanî ku li êrişê hatiye pênasekirin. Û li gor vê planê  sebebkarên treorîstî li her derê bin dê ji nav herin. Operasyona  artêşa Tirkiyê li navça Çûkûrcayê ji îna buhurî û piştî agehdariya ser derbasbûna  komeke  150 kesî ji endamên PKK ji bakurê Iraqê bo vê navçê jibo alîkariya  bo navnedn PKK li vê navçê ber êrişê bûn, şîdet girt.

 Rastî ew e ku  niha hin  navçên din li WAnê li Tendûroka Çaldiranê nêzîkî sînorê Komara îslamî ya Îranê jî bînerê operasyoneke berfireh a artêşa Tirkiyê li dijî PKK ye .

 Pevçûnên  li navçên sînorî ên Tirkiyê tev Iarqê li halekê gurr dibe ku operasyona  artêşa Tirkiyê li bakurê Sûriyê derbasî hefteya dudiyan  bûye û medyayê vî welatî şeva buhurî li bara dûrbûna DAIŞÊ ji sînorên  Tirkiyê û kontrola   riya Cirablus-E`zaza Sûriyê ji aliyê hêzên  artêşa vî welatî  agahî dan.

 Li gorî gotina  medyayê Tirkiyê,  gurbûmna êrişên PKK û  derbasbûna  hzeke zêdetir  nav axa Tirkiyê hevgavê berfirehbûna  operasyona  artêşê û zêdebûna  kontrola  sînorî ya Tirkiyê li qutkirina  peywendiyên sînorî navbera PKK tev PYD û YPG balkêş e. Tirkiye van komana  girêdayî bi  PKK û rêxistinên treorîstî dizane û lewma  êrişên xwe li dijî PKK girantir kiriye.

 Gotinên serokwezîrê Tirkiyê derheq giranbûna  êrşên li dijî kurdên vî welatî heya jinavbirina  wan  tenê bi kiryarên  qaşo pêşdestane yên Tirkiyê li dijî PKK bi dawî nayê. Şawa ku heya niha  jî operasyona  artêşa Tirkiyê li dijî PKK ji aliyê vê grûpê bêbertek nemaye. Lê girêdana deriyê muzakirê û çareserkirina  siyasî ya  munaqişa dewletê tev kurdên  vî welatî tê wateya  amadekirina rewşê jibp bêewlehiya  li coxrafiyeyekê bi qasî erdê Tirkiyê ye. Rewşa kur dikare  xêncî ewlehiay giştî û civakî û heta ewlehiya  rewanî a civaka tirkiyê bixe ber bandora xwe û rewşa ku dikare  xerceke giran li beşên curbicur ser civaka vî welatî bisepîne.