Siyasetên bi qest û xerez ên Tirkiyê li dijî Sûriyê
Serketinên zav ên hêzên artêşa Sûriyê û hêzên gelanî yên vî welatî li hemberî terorîstan û navçên curbicur ên vî welatî, zextûzorên zav aniye ser terorîstên nava Sûriyê û van serketinan ne tenê terorîst ku piştevanên terorîstan ên wekî Tirkiyê jî nîgeran kiriye û dixebitin ta ku pîşiya şikesta terorîstan bigrin.
Li vê çarçîvê serokomarê Tirkiyê bona ku pîşiya şiketsta terorîstan bigre, daxwaza pêkanîna ``Navçeyeke bê Firîn û Ewleh`` ji bo terorîstan li bakûra Sûriyê bi alîkariya Rûsiyayê û Amerîka kiriye.
Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê roja duşemê bi îdia ku navçeyek bi dirêjahiya 95 Km û panatiya 45 Km di nav axa Sûriyê li bakûra vî welatî ji destê terorîstên DAIŞ`ê hatiye derxistin û niha li destê artêşa Tirkiyê ye, ragihand ku bi alîkariya hêzên Moskovayê û yên Waşîngtonê dibe ku ev navça ji bo awareyên sûrî bê amadekirin.
Erdogan herwisa îdia kir; êrişa eskerên Tirkiyê ser axa Sûriyê binpê kirina heqê hakimiyeta axa Sûriyê nîne û Tirkiye bona sekinîna li hemberî êrişên terorîstên DAIŞ`ê ketiye nav axa Sûriyê.
Hejî gotinê ye ku li 24 Tebaxê hêzên artêşa Tirkiyê li çarçîva operasiyonekê ser navê Mertala Firatê û bi îdiaya qaşo şerê li dij grûpên terorîstî, kete nav bajarê Ceralblusê li parêzgeha Helebê li bakûra Sûriyê.
Ji aliyê dinve dewleta Sûriyê jî ev destdirêjiya Tirkiyê ser axa xwe şermezar kir û ragihand ku ketina tankên Tirkiyê nav bakûra Sûriyê binpê kirina eşkera ya hakimiyeta netewî ya vî welatî ye.
Her çend xebata dijî terorîzmê û xebata bona parastina ewlehiya navçê ji babetên girîng li siyaseta derve ya welatên navça Rojhilata Navîn e, lê ev mesela nayê vê wateyê ku welatek bêyî ku îznê ji welatê din bistîne bi mihana xebata dijî terorîstan hêzên xwe yên eskerî bişîne nav axa welatan û hema bi vê mihanê hakimiyeta welatên cînar binpê bike.
Liv û tevgerên eskerî yên Tirkiyê li nav axa Sûriyê bêyî îzna dewleta Şamê destdirêjiya eşkera ya Enqerê ser axa Sûriyê ye ku eva dijî qayde û qirarên navnetewî û dijî qayde û qirarên welatên cînar e û bi siyasetên aşitîxwazane yên welatên cînar va cûr nayê.
Liv û tevgerên eskerî û proje û pilanên zêdexwazane yên Tirkiyê li hemberî Sûriyê bi şêwazên curbicur ên xapokîn ên wekî avakirina navça êmin û ewleh li bakûra Sûriyê, curek mudaxileyaeşkera û neqanûnî li navçê ye, loma raya giştî ya cîhanê dijî van cure siyasetên Tirkiyê ye.
Siyasetên Tirkiyê li hemberî Sûriyê dijî biryarnama 2254 a Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Netewên Yekgirtî ye ku ji bo çareseriya kirîza Sûriyê li vê saziyê hatiye pejirandin û têda hatiye ku li her hal û rewşekê pêwîst e ku hakimiyet û yekparçetiya axa Sûriyê bê parastin.
Siyasetên Tirkiyê li hemberî rûdawên navçê bi her mihaneyekê ku bêne îcrakirin, têda babetên nezelal û şikber ên zav hene û heta eger Tirkiye îdiayê bike ku bona sekinîna li hemberî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê êrişî ser axa Sûriyê kiriye, ev cure êrişa ser axa Sûriyê bêyî îzna dewleta Şamê , bi curekê ji siyasetên zêdexwazî yên Enqerê çavkanî digire.
Tirkiye li halekê îdiaya xebata dijî terorîstan li nav axa Sûriyê û pêkhatina navçeyekî êmin li bakûra Sûriyê dike ku hema Tirkiyê, Amerîka û Rejîma Siyonîstî ji destpêka cinayetên terorîstan li nav axa Sûriyê, piştevaniya abûrî û çek û sîlahî dane wan terorîstan .
Kes nikare alîkariyên Tirkiyê yên li warê çek û sîlahan bo terorîstên di nav axa Sûriyêde ji bîr bike an wan înkar bike, gelek belge hene ku Tirkiyê ji bo ku terorîst ji nav axa vî welatî derbasî nav axa Sûriyê bin gelek îmkan û hêsankarî dane ber destê wan û heta li nexweşxanên xwe terorîstênbirîndarbûyî li Sûriyê û Iraqê tedawî û derman kirine û bi alîkariya rejîma siyonîstî gelek nexweşxane ji bo dermankirina birîndarên DAIŞ`ê ku li nav axa Sûriyê û li şerê li hemberî artêşa Sûriyê birîndar dibûn çêkirine.
Herwisa gelek belge ji aliyê Rûsiyayê belav bûn ku Tirkiyê nifta qaçax a grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê dikirî û heta ew berhemên kevnarî yên nav Sûriyê ku DAIŞ`ê ewna dizîbûn, li Tirkiyê dihatine firotin ku sercem nîşan didin,Tirkiye bi xwe ji sebebkarên berfirehbûna terorîsmê li nav axa Sûriyê ye.
Li gor belgeyên eşkerabûyî, Tirkiyê û Rejîma Siyonîstî nexş û roleke rasterast li alîkariya ji bo grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li nav axa Sûriyê hebûne.
Her ji ber van meselan, roja îro Tirkiye bi her mihaneyekê ku hêzên xwe yên eskerî têxe nav axa Sûriyê rastî rexneya micid û nerezamendiya zav tê û kes îdiayên wê bawer nake.