Îlon 05, 2016 19:37 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana dijberên destwerdana Tirkiyê li Sûriyê li Istembolê

Dijberên destwerdana eskerî ya Tirkiyê li Sûriyê xwenîşandaneke berfireh li Istembolê bi rê xistin.

Li gorî rapora televîzyona El-Meyadînê, xwenîşanderan bi hin sloganan daxwaza kutakirina mudaxila eskerî ya Tirkiyê li Sûriyê û her wiha  çareserkirina biaşitî ya mesela kurdan kirin.

 Li vê barê Selahedîn Demîrtaş hevserokê HDP`ê li axiftinekjê li xwenîşandana xelkê Istembolê destwerdana eskerî ya Tirkiyê li bajarê Cirablusa Sûriyê kiryareke dijminane li dijî kurdan da zanîn û dewleta Enqerê tawanbar kir ku di vî warî da rastbêj nîne. 

Demîrtaş destnîşan kir: Hakimiyeta Enqerê îdia dike ku li êrişa ser Cirablusê li dû rawestana li hember DAIŞ`ê ye lê li vê barê qet rastbêj û sadiq nîne û em qet êrişkeke viha qebûl nakin.

 Artêşa Tirkiyê ji deh rojan berî niha ve operasyonek ser navê Mertala Firatê li navça Cirablusê li bakurê Sûriyê daye destpêkirin û ragihandîye ku armanca wê paqijkirina navçê ji  hêzên kurd ên sûrî ye. Artêşa Tirkiyê îdia kiriye ku serhildayiyên sûrî  bi piştgiriya Tirkiyê hêzên  DAIŞ`ê ji gundên El-Qundûriye û Ereb Ezê li 30 km ya rojava Cirablusê derxistine.

 Lê dewlet Şamê derbasbûna hêzên tirk nav axa  Sûriyê wek binpêkirina  hakimiyeta neteweyî ya Sûriyê da zanîn û tevî şermezarkirina operasyona  artêşa Tirkiyê ragihandiye ku ev kiryara destdirêjiya  ser yekperçetiya  erdê Sûriyê ye.

 Karzanan derbasbûna  hêzên artêşa Tirkiyê nav axa  Sûriyê li dijî mafên  cînaretiyê didin zanîn. Loma  dewama  vê rewşê dê hin pirsgirêkan  bo dewleta Ebnqerê çê bike.

Di eynî demê de berjewendiyên neteweyî yên demdirêj ên  Tirkiyê yê ji ber operasyona  eskerî li axa Sûrîyê bikevin ber xeterê. Di eynî demê de derbasbûna artêşa Tirkiyê nav axa Sûriyê weke binpêkirina qanûnên navneteweyî û bêrêziya li xal û prensîpên NY ye. Xêncî van rastiyana, operasyona  artêşa Tirkiyê li axa Sûriyê bi siyasetên ragihandî yên dewleta  Enqrê derheq jinavbirina  pirsgirêkan tev welatên cînar ra lihev nayê û ev yeka dikare dewleta  AKP`ê li cem gelan, dewleteke bêmetiq û nerastbêj nîşan bide.

 Loma  pirr dûr e ku bi dewama  operasyona  eskerî ya Tirkiyê li axa Sûriyê, gelê Tirkiyê li vê barê bêdeng bimînin. Jixwe, çav li rê ye ku xêncî Istembolê di rojên pêş da bajarên din ên Tirkiyê jî tevlî nerazîbûnên gelanî li dijî siyasetên hakimiyeta Enqerê bibin.