Dijwarbûna şîdeta rêjîma Behrêynê dijî gelê vî welatî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i213673-dijwarbûna_şîdeta_rêjîma_behrêynê_dijî_gelê_vî_welatî
Li gorî raporan, şîdeta rêjîma binemala Xelîfe li dijî gelê Behrêynê bi awayekî dijwar û curbicur didome.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 19, 2016 14:47 Asia/Tehran
  • Dijwarbûna şîdeta rêjîma Behrêynê dijî gelê vî welatî

Li gorî raporan, şîdeta rêjîma binemala Xelîfe li dijî gelê Behrêynê bi awayekî dijwar û curbicur didome.

Di çarçova dijwarkirina siyasetên polîsî yên rêjîma binemala Alê Xelîfê li Behrêynê di mehên dawiyê da girtinên siyasî û işkencekirina neyaran û serkutkirina wan ûgel bi destê rêjîma dîktator a Alê Xelîfê berfire bûye û bûye sedema dilgiraniyeke cidî.

Di vî warî da Komîteya Mafên Mirovan a Behrêynê behsa binpêkirina mafên mirovan bi destê rêjîma binemala Alê Xelîfê dike.

Komîteya Mafên Mirovan a Behrêynê duh bi daxûyaniyekê ragihand ku mideha heftiya buhurî darêjîma Alê Xelîfê 21 welatiyên behrêynî bêyî ragihandina tawana wan girtine û 17 girtiyên siyasî jî işkence kirine.

Di vê daxûyaniyê da hatiye: Vê dawiyê 15 welatiyên behrêynî bi hegera pişkdariya li xwepêşandana dijî dewletê bi ser hev da bo wan 137 sal cezaya hepsê hatiye kifşkirinê. Bi dû dewama dilgiraniyên navnetewî ji ber serkutkirina gel bi destê rêjîma Alê Xelîfeyê, Saziya Navnetewî ya Efûyê jî xwest ku pizişkê hepsî yê behrêynî bê azadkirin.

Saziya Navnetewî ya Efûyê li ser azadkirina 153 tixtorên hepsî ji wan Elî Ekerî sekiniye.

Saziya Navnetewî ya Efûyê bal kişandiye ser işkencekirina neyar û hepsiyan bi destê rêjîma Alê Xelîfeyê û ji ber dewama girtina Elî Ekerî bi hegera sûdwergirtina ji mafê azadiya axavtinê bi awayekî giran dilgiraniya xwe nîşan daye. Binpêkirina mafên mirovan li Behrêynê bi destê rêjîma dîktator ewqasî berfire û giran e ku her kesê cara yekem bibîne bêzariya xwe nîşan dide.

Xala balkêş li raporên nû yên têkildarî rewşa mafên mirovan li Behrêynê eva ye ku rewşa Behrêynê di sala 2016`an da girantir bûye.

Dijwarbûna serkutkirina gel bi destê rêjîma binemala Alê Xelîfeyê di bin siya bêdengiya civatên navnetewî û piştgiriyên dewletên rojavayî, şîdeta vê rêjîmê dijî gel gurrtir kiriye.

Rêjîma Alê Xelîfeyê bi dijwarkirina şîdeta dijî gel tevî girtin, işkencekirin û kuştinê, mafên insanî bi awayekî berfire û hovane binpê dike ku ev yeka pênaseya dijî hiqûqî û insanî û hesta dîktatorî ya vê rêjîmê nîşan dide.

Rêjîma hikimdar li Behrêynê her wiha nahêle gel mafên xwe yên wekî azadiya axavtinê, kombûnên biaştî, pêkanîna partî û komên siyasî bi kar bînin.

Rêjîma binemala Alê Xelîfê bi dijwarkirina siyasetên dîktatorî, Behrêyn kiriye heps û işkencegeha welatiyên behrêynî.

Komên neyar ên Behrêynî tekez kirine ku niha zêde ji 10 hezar neraziyên siyasî di zîndanên rêjîma hikimdar a Behrêynê da ne ku jibo 150 kesî ji wan hepsa ebedê hatiye kifşkirinê.

150 zarok jî di nava girtiyên siyasî da ne û 200 kes ji welatiyan jî ji ber şîdet û lêdana hêzên ewlehiyê nivîşkan bûne.

Rêjîma hikimdar li Behrêynê dewsa bersivdayîna li hemberî daxwazên gel, bi dijwarkirinas serkutkirin û girtina berfire ya gelê Behrêynê û işkencekirina wan, zilmeke berfire li gelê vî welatî kiriye.

Li halekî ku siyasetên serkutkirinê yên rêjîma Alê Xelîfê bûye sedema nerazîbûna raya giştî û bi dû wê rexnegirtina hin saziyên ewropî di van mehên dawiyê da, li gorî raporan peywendiyên welatên rojavayî nemaze Amerîkayê bi rêjîma Alê Xelîfeyê ra di warê serkutkirina zêdetir a gel zêde bûne.

Piştgiriyên welatên rojavayî ji rêjîma Alê Xelîfê li rastiyê ew kirine piştgirên vê rêjîma dijî mirovan û bûne sebeba dewama hikûmeta dîktatorî li Behrêynê.