Alûgurên Iraqê
Li gorî nûçan serketinên artêşê û hêzên gelanî yên Iraqê li hember terorîstan dewam dikin. Di vê çarçêvê de, hêzên iraqî çend navendên kombûna grûpa treorîstî ya DAIŞ`ê li parzêgeha Enbarê têk birin.
Çavkaniyeke ewlehiyê li fermandehiya opersyona Enbarê got : Hêzên artêşa Iraqê roja sêşemiyê karîn ku li Opersyoneke li dijî endamên terorîstî yên DAIŞê 10 navendên kombûna wan li parzêgeha Enbarê li rojava Iraqê têk bibin ku li encama wê hejmarek ji endamên DAIŞ`ê hatin kuştin an birîndar bûn .
Her wiha li operasyona artêşa Iraqê bo paqijkirina endamên DAIŞê li rojava Samerayê, navenda parêzgeha Selahedînê, gelek çek û rext ji endamên DAIŞê hat keşf kirin û zevt kirin .
Hêzên ewlehiye Iraqê her wiha karîn navça El- Bûdîcê li Amêriya Felûcê ji bin kontrola terorîstan derxistin .
Eva di halekê de ye ku opersyona eskerî ya hêzên iraqî bi piştgiriya hêza esmanî û hêzên besîca gelanî li dijî terorîstan li rojava vî welatî tim didome û artêşa Iraqê vê dawiyê bi pêşdeçûnên mezin gelek navçên bin dagirkeriya DAIŞê azad kirin .
Artêş, hêzên gelanî û eşîrên Iraqê bi hevdengiya hev karîn ku navça El-Bûşecelê li bajarê Felûcê li parzêgeha Enbarê ji destê terorîstan derxînin û meqerên xwe li vê navçê xurt bikin .
Artêşa Iraqê ji meha derbasbûyî ve plana azadkirina bajarê Felûcê, bajarê dudiyan ê mezine Enbarê piştî Remadiyê destpê kiirye . Terorîtên DAIŞê ji Çila 2014an hin navçên Iraqê dagir kirine .
Sekreterê giştî yê Rêxistina Bedra Iraqê jî got ku dê iraqî bixwe bi destê xwe grûpa treorîstî ya DAIŞê ji nav bibin.
Sekreterê giştî yê Rêxistina Bedra Iraqê, Hadî El-Amêrî li parêzgeha Kerkûkê destnîşan kir ku hewahengiya navbera hemî hêêzn iraqî tenê riya jinabirina terorêstên DAIŞê ye .
El-Amêrî destnîşan kir : Pêştir me bi hevdengiya anvbera El-Heşdê El-ebî, hêêzn Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêêzn herêmî me karî ku navça Amêrlî û Yekkecê li El-Tûzê azad bikin .
Sekreterê giştî yê Rêxistina Bedra Iraqê, Hadî El-Amêrî destnîşan kir kusefera wî ya parêzgeha Kerkûkê boan hevdengiya tev Herêma Kurdistana Iraqê û opersyona hevpar bona derxistian DAIŞê ji navça Taze ye .
Grûpa treorîstî ya DAIŞê sêşemiya buhurî bi 40 mûşekên Katoşiyay yên hilgirê madên kîmyyaî ya Kolor û Xerdelê êriş kir ser navça Taze li parêzgeha Kerkûkê ku li encama wê sê kes hatin kuştin û zêde ji 800 kes jî birîndar bûne.
waliyê Kerkûkê pêştir destnîşan kiribû ku DAIŞ dixweze ku tirs û xofê bixe dilê xelkê wir û nîşan bide ku dikare çekên navokî bikar bîne . herwek Rejîma Sedam dîktatorê jinavçûyî yê Iraqê li Helebçê li sala 1988ê bi hezaran kes ji nav bir .
Serokkomarê Iraqê jî duh li daxûyaniyekê li bara bikaranîna çekên kîmyyaî jia liyê DAIŞê hişyarî da .
serokkomarê Iraqê, Fuad Mesûm li vê daxûyaniyê ku li salvegera êrişa kîmyyaî ya Sedam ser Helebçeyê hatiye dayîn hatiye : Li salvegera êrişa kîmyayî ya Sedam ser Helebçê ku 5000 kes hatin kuştin û bi heazran kes ji xelkê bêguneh ê vî bajarî birîndar bûn , divê bi bîranîna hemî cangoriyan û malbatên ev bûyera diltezîn, xwestekên rewşa ên gelê vî bajarî cih bînin .
Fuad Mesûm tevî daxwaza ji rêxistinên navneteweyî bona binavkirina roja bombebarana kîmyyaî ya Helebçê wek roja cîhanî ya rawestana li ber tevkujiyê, daxwaza hewldanên zêdetir a rayedarên iraqî boan girtian pêşiya dubarebûna êrişa kîmyayî ya DAIŞê li Iraqê kir .