Cihanîna çaksaziyên Ebadî maye ser hevkariya komên iraqî
Serokwezîrê Iraqê li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên welatê xwe bi riya gotûbêjê sekinî.
Li gorî rapora îro ya têlêvîzyona El-Iraqiyê, nivîsgeha serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku wî bi desteya siyasî ya Yêketiya Hêzên Netewî ya Iraqê li bara belgeya çaksaziyên berfire, girîngiya dewama rêforman, guhertinên bingehîn li wezaretxaneyan û têkoşîna li hemberî gendeliyê gotûbêjê kir.
Ebadî di vê civînê da li ser pêwîstiya hevahengkirina hewldanên bo çaksaziyan, pêkanîna dewleta girêdaiyê dezgehan û sekinîna li hemberî pirsgirêkên pêşberî Iraqê û safîkirina hemî pirsgirêkan bi riya gotûbêj û têkiliya bi hev ra sekinî.
Serokwezîrê Iraqê rojên xerebalix û dijwar ên karkrina di warên siyasî û leşkerî da derbas dike. Heyder Ebadî di warê siyasî da bi dû têkoşîna li hemberî gendeliyê û çareserkirina pirsgirêkên aboriyê bi riya guhertina wezîran û çaksaziyên berfire di çarçova parastina tifaqa netewî da ye.
Serokwezîrê Iraqê di warê leşkeriyê da jî têkoşîna berdewam li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê kiriye ewlewiyeteke karên xwe û babaetên siyasî û leşkerî bi awayekî hevgav dimeşîne.
Pirsgirêka aboriyê û têkoşîna li hemberî têrorîsma DAIŞ`ê, du qeyranên cidî yên van rojên Iraqê ne ku her yek bandorê li ya din dike.
Serokwezîrê Iraqê bi armanca çareserkirina pirsgirêkên welatê xwe çaksaziyên berfire destpê kirine ku kabîneyê jî dûrî vê meseleyê nagire.
Ebadî bi merema guhertina kabînê bi berpirsên curbicur ên iraqî ra dişêwire û heta ji komsyonên pispor li parlimana vî welatî xwestiye ku kesên şareze, xwedanezmûn û têknokirat bo wergirtina wezaretxaneyan li kabînê bidin nasandin.
Hevgavê hewldanên Ebadî, hogirên Muqteda Sedir, serokê Bereya Sedir a Iraqê li derdora devera kesk a bexdayê civiyan û li ser têkoşîna li hemberî gendeliyê û cihanîna çaksaziyên berfire li kabîneya welatê xwe sekinîn.
Birêxistina kombûnên gelanî û qanûnî jibo ragihandina nêrîna xwe û daxwaza ji berpirsên iraqî ji aliyê hikûmetên dêmokirat va tê qebûlkirin lê, nabe ev kombûn li warê berjewendiyên siyasî bên bikaranînê.
Raberkirina xizmetan meydana şerê siyasî nîne û komên iraqî bi gotûbêjê û nêrîneke li gorî zanebûnê li bara kar û baran dikarin pirsgirêkên welatê xwe safî bikin.
Iraq serbixwe piştî têkçûna rêjîma dîktatorî ya Sedam, dijmn hene û nijyara siyasî ya vî welatî ev mecala daye dijminên vî welatî ku pê birêxistina nakokiyan di navbera qewmiyet û komên curbicur ên iraqî bêtifaqî û duberekiyê bêxin vî welatî.
Çiqasî gelê iraqê bala xwe bide ser hişyarî û rawêjkariya navbera pêkhateyên xwe, ev welata yê ji komployên dijminan bê parastin.
Heyder Ebadî li gorî vê xala girîng, gotûbêjê riya herî baş bo çareserkirina pirsgirêkan dizane û di çaçrova cihanîna belgeya çaksaziyên berfire da bi xwe bi aliyên curbicur ên iraqî ra dicive. Nêrîna ser bingeha pisporiyê li bara kabîneya Ebadî dûrî rengên siyasî û pişkxwaziyê dema gotûbêj û muzakireyan yê berdewam be û serêxwegirtina wê nabe ku li nav civakê wek tolhildana siyasî ya Ebadî bê zanînê.
Kabîneya Iraqê bo çareserkirina pirsgirêkên aborî û ewlehiyê hewcedarê mirovên şareza ye lê, dilgiraniya gel û merceên olî ji ber viya ku nebe kesên xayîn derbasî nav kabînê bibin, maqûl e.