Alûgorên Yemenê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i212854-alûgorên_yemenê
Firokên şerî yên Erebistanê hîn jî dewamê didin destdirêjiyên xwe ser axa Yemenê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 13, 2016 12:41 Asia/Tehran
  • Alûgorên Yemenê

Firokên şerî yên Erebistanê hîn jî dewamê didin destdirêjiyên xwe ser axa Yemenê.

Firokên şerî yên rejîma Alê Seûd êvara duh şemiyê sê caran navçên Serwah li parêzgeha Marebê li navenda Yemenê bombbaran kirin û birek din ji xelkê sivîl ê Yemenê kuştin.

Herwisa li êrişa firokên şerî yên hevalbendiya dijî Yemenê bi serokatiya Riyazê ser navça Benîcîrê li parêzgeha Senayê 5 kesên sivîl ji wan sê zarok hatine kuştin.

Ji destpêka destdirêjiya Erebistanê û hevalbendên Riyazê ser axa Yemenê ji 26`ê Adara sala buhurî va heta niha 8 hezar û 400 kes hatine kuştin û 16 hezar kes jî birîndar bûne.

Herwisa bingehên yemenî ragihandine ku ji ber van êrişan parek pir ji jêravahiyên Yemenê kavil bûne.

Herwisa ji ber van destdirêjiyên Erebistanê bi hezaran jin û zarokên yemenî hatine kuştin an birîndar bûne û bi dehan hezar kes jî aware bûne û sedî 80 ji jêravahiyên vî welatî û saziyên xizmetgihandinê û nexweşxane jî kavil bûne.

Her çend li dirêjiya van destdirêjiyên Erebistanê û hevalbendên Riyazê ser gelê Yemenê gelek ji xelkê bêguneh xisaret dîtine lê ji ber berxwedana gelê Yemenê , ne tenê Erebistan heta niha negihêştiye van hedef û armancên xwe yên zêdexwaziyê ku ji ber vê camêriya gelê xelkê Yemenê derbên zav li Erebistanê ketine û birek ji eskerên Erebistanê hatine kuştin.

Her çend ku Rejîma Alê Seûd li vê destdirêjiyê li halê xeniqînê daye lê xebatkarê Tûyîtirî yê binave Erebistanê ku her mudehekê nûçeyên veşartî eşkera dike vê carê jî pişkk din ji işkestên Rejîma Alê Seûd eşkera kiriye.

Vî xebatkarê Tuyîtirî eşkera kiriye ku ji destpêka destdirêjiya Erebistanê ser axa Yemenê heta niha 3500 eskerên Erebistanê hatine kuştin û 6500 esker jî birîndar bûne û 430 eskerên Erebistanê jî bê serûşûn bûne.

Li vê raporê hatiye ku Erebistanê li halekê xisaretên wiha dîtine ku Muhemmed Bin Selman cîgirê Welîehdê Erebistanê û wezîrê berevaniya vî welatî ji taxima bereya Ensarullaha Yemenê pêşwazî kiriye.

Hatiye ragihandin ku vê dûmahîkê hinek nûçe belav bûne ku Riyaz û Ensarullaha Yemenê li ser agirbesekê li sînorên du welatan bi hevra rêketine.

Ji aliyê dinve binghên Yemenî ragihandine ku Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê, ciyê kombûna kirêgirtiyên siûdî dan ber mûşekan.

Li gorî rapora têlêvîzyona El-Mesîre`yê, hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê, ciyê kombûna kirêgirtiyên siûdî û cebilxana wan li rojavaya Waziyê li wilayeta Teiza Yemenê dan ber mûşekan.

Di encama êrişeke din a mûşekî ya têkoşerên yemenî ser ciyê kombûna kirêgirtiyên sidûî da li gundekî devera Zebabê li wilayeta Teizê da jî, hejmarek kirêgirtiyên sidû îhatin kuştin.

El-Mesîre, Artêşa Yemenê bi alîkariya hêzên gelanî yên vî welatî karîn çend navçên dine steratijîk yên wekî Cebel Reşa û çend navçên din li parêzgeha Marbê li navenda Yemenê bêxin kuntrola xwe.

Herwisa hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê, ciyê kombûna kirêgirtiyên siûdî dan ber mûşekan.

Ji aliyê dinve belavokek Alman eşkera kiriye ku Amerîka li çarçîva alîkarî dayîna bi kirêgirtiyên Erebistanê birek ji kirêgirtiyên xwe şandine Yemenê ta ku tev Hûsiyann şer bikin.

Hatiye ragihandin ku ev kirêgirtiyên hanê endamê kompaniya Dîn Korpin ku qirare ciyê hêzên kompaniya Bilek Watêr li nav axa Yemenê bigre.

Eşkera bûye ku ewil grûpa van kirêgirtiyên Amerîka çarşemiya bihurî gihêştine bendera Res Umran li başûra rojavbaya Edenê ta ku tev gelê Yemenê û Hûsiyan şer bikin.