Şer û pevçûnên giran li başûrê Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i212842-Şer_û_pevçûnên_giran_li_başûrê_tirkiyê
Çavkaniyên nûçan ên tirkiyê li bara şer û pevçûnên navbera hêzên dewletî û endamên PKK li başûrê rojhilata vî welatî agahî da .
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 13, 2016 11:28 Asia/Tehran
  • Şer û pevçûnên giran li başûrê Tirkiyê

Çavkaniyên nûçan ên tirkiyê li bara şer û pevçûnên navbera hêzên dewletî û endamên PKK li başûrê rojhilata vî welatî agahî da .

Li gorî rapora IRIB Newsê û ji zarê malpera rojnama Miliyetê çapa Tirkiyê, endamên PKK înê şevê li taxa Ebdulqadir Paşayê bi bombeyên destçêkirî êriş kirin ser trimbêla zirihî ya hêzên polîs.

Piştî vê êrişê ku li encama wê du polîs hatin birîndar kirin, şer û pevçûnên giran di navbera çekdarên PKK û hêzên dewletî destpê bû .

Li gorî nûçên dawiyê , şer û pevçûna li Nêsêbînê heya vê sibê jî dewam kir. Hîn tu nûçeyek li bara xisarên muhtemel ên van şer û pevçûnan nehatiye weşandinê.

Berdevkê Partiya Demokratîka Gelan a Tirkiyê (HDP) Ayhan Bîlgen û parlemanterê vê partiyê li meclisa Tirkiyê got: Hikûmeta AKP pêşniyarqanûna rakirina Destnedana Dadweriyê ya 5 parlemanterên HDP ji wan hevserokên vê partiyê anku Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û Ertuğrul Kürkçü parlemanter û berdevkê HDP û Sirri Sureya Onder berdevkê şanda Îmraliyê û endamê HDP daye berdestê serokê parlemanê.

Nûçegihanê IRIB Newsê li beşa Radiyoya Tirkî ya Istebulî ragihand ku li gor destûra serokkomarê Tirkiyê Erdogan Wezareta Dadê yavî welatî pêşniyara rakirina Destnedana Dadwerî ya 5 kesên hanê daye serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawûdoglu û wî jî pêşniyarqanûna rakirina vê destnedana dadweriyê daye berdestê parlemana Tirkiyê.

Davûdoglu ragihand ku ev pêşniyarqanûna piştî hilkolandina pêşniyarqanûna bûdca gelêrî ya Tirkiyê ji aliyê parleman ê ve tê hilkolandin.

Berdevkê Partiya Demokratîka Gelan a Tirkiyê (HDP) Ayhan Bîlgen li vê çarçovê de got: Pêşniyarqanûna rakirina Destnedana Dadweriyê ya parlementerên HDP komployeke ji aliyê partiye serdest ya AKP ji bo ku wan ji parlemanê derxîne.

Wî herwiha desnîşan kir ku Pêşniyarqanûna AKP`ê ji bo rakirina Destnedana Dadweriyê ya parlemanterên HDP ji xwe dewama komploya partiya serdest a hilbijartina yekê Mijdara 2015 ya meclisê ye ji bo valakirina parlemanê ji nûnerên gelê kurd û parlemanterên HDP`ê ye. Lê wan li hilbijartinan nekarî bigihêjin vê hedefa xwe, çûnku HDP ji berbenda sedî 10 derbas bû, niha ew hewldidin xwest û viyana gel bêxin bin lingên xwe û nûnerên gel yên endamên HDP`ê ji parlemanê derxin. Eva koployek e ji aliyê AKP`ê daku bê ti berbendekê sîstema komarî li Tirkiyê de dasepînin.

Hevserokê HDP Selahedîn Demîrtaş ku ser vexwendina grûpa sosyalîstên Ewropayê sefera vê parzemînê kiribû li sefera xwe ya Brukselê paytexta Beljîkayê û li hevdîtina bi rayedarên Yekitiya Ewropayê (YE) ew hişyar kirin ku hikûmeta AKP mesela penaberan ji xwe re kiriye hencet û mihane daku bi haykûf û şantajan ser vê yekê ku nahêle penaber herin Ewropayê û wan li Tirkiyê bi cihdike hem ji wan (YE) pereyek zav bistîne û hem jî vê yekkitiyê li hemberê tevkujiya kurdan li Tirkiyê neçar bike ku dengê xwe bilind neke.

Demîrtaş ku bi berpirsa siyaseta derve ya YE Fedrîka Mogerînî, serookê grûpa sosyalîstên Ewropayê, serokê partiya Sosyal Demokrata Almanyayê Sigmar Gabriel, serokwezîrên Îtalya, Yewnanistan û Portugalê û bi serokê parlemana YE Martîn Şultz re hevdîtin pêk anîbû li axivtina ji wan re got: Serokên Ewropayê li muzakireya xwe bi rayedarên Tirkiyê re binpêkirina mafê mirovan xistine rêz û dereca dudiyan û li ber şantajên AKP`ê teslîm bûne.

Wî xwest ku bila YE zorê bide ser Tirkiyê bona despêkirina muzakireyên aştiyê tev kurdan û ji vê yekê re divê YE taxima zêrevanî û çavdêriya aştiyê pêk bîne bona ku ev pêvajoya bikeve nav riyeke dirust.

Demîrtaş got: Dewleta Tirkiyê bi eşkera mafê mirovan binpê dike vêca divê YE xwe li hemberî vê yekê bê deng neke. Hevkariya nêzîk û lihevkirina Tirkiyê û Angela Merkel seroka wezîrên Almanyayê li bara penberan li dij nirx û prensîpên YE ye.

Wer xuya dike ku Tirkiyê û Almanyayê bi dizî ve ser penaberan rêketinnameyek îmza kirine.