Amerîka; dirêjkirina dema rewşa awarte ya neteweyî li hember Îranê
Serokkomarê Amerîkayê dema dewama rewşa awarte ya neteweyî ya li hember Îranê dirêj kir.
Koşka Sipî li daxuyaniyekê ragihand ku Barak Obama piştî qeydkirina dirêjkirina dema rewşa awarte ya neteweyî ya li hemberî Îranê, vê mijarê bi nameyekê ragihande serokê meclisên nûneran û Sinaya li Kongirê.
Di vê daxuiyaniyê ku li 9`ê Adara 2016`an hatiye weşandin, hatiye ku tevî lihevkirina navokî, hin kiryar û siyasetên dewleta Îranê dijî berjewendiyên Amerîkayê tyên li navçê ne û wekî berê gefekî ne asayî û awarte bona ewlehiya neteweyî , siyaseta derveyî û abora Amerîkayê tên hesêb.
Li ser bingeha van hegerana, pêwîst e ku rewşa awarte ya neteweyî ya ku li hember Îranê hatiye ragihandin, berdewam be û hin boykotên dijî Îranê li berteka li hember van gefana jî bi cih werin.
Qanûna desthilatdariyên aboriya awarte ya navneteweyî, di sala 1977`an de ji aliyê Kongire ve hate pejirandin û serokkomarê vê demê yê Amerîkayê jî ew îmze kir. Li gorî wê, serokkomar re îzn hatiye dayîn ku bi ragihandina rewşa awarte ya neteweyî li berteka li hember gefa ne asayî û awarte ya li hember ewlehiya Eyaletên Yekgirtî yên Amerîkayê, ji aliyê çavkaniyeka derveyî, peywendiyên bazirganiyê yên amerîkayê tev wê çavkaniyê, werin kontrolkirin.
Kiryarên di vê çarçoveyê de , sekinandina danûstandinan, girêdana heyîtiyan û eger ku ew welat êrîşî axa Amerîkayê bike, zevtkitina heyîtiyên aliyê şerrker, dige ber xwe.
Li gorî vê qanûnê, bi sînorkirinên rewşa awarte ya li hember Îranê, li meha Adara 1995`an li dewra serokkomartiya Bîl Klîntoni, pêk hatin. Ev qanûna li gorî xalên wê piştî salekê xwe bixwe ji nav diçe ji xeynî vê yekê ku 90 roja berî bi dawîhatina dema wê ya yeksale, serokkomarê Amerîkayê li nameyekê bo Kongirê, dirêjkirina dema wê ragihîne.
Ev kiryara Koşka Sipî, nîşan dide ku ji hêla Amerîkayê ve Îran her tim ji bo Amerîkayê wekî gefekê ye. Li halekê ku eger em reftarên Amerîkayê yên dijî îranê li 50 salên buhurî de ji ber çavan re derbas bikin, em ê bibînin ku eva Amerîka ye ku her tim gefek dijî Îranê bûye, Kiryarên bi dijminayetî û gefên Amerîkayê ji çend salan berî serketina Înqilaba Îslamî hebûne.
Darbeya amerîkî- ingilîzî ya di sala 1953`an de dijî dewleta qanûnî ya Îranê, kiryarên ku bi pişûtevanîkirina ji grûpên têrorîstî hewl didan pergala Îranê têk bibin, piştgirya ji Sedam li dema şerrê sepandî û handana bi bui karanîna ji curen çekên kîmyewî, herwiha jordaxistina balafira rêwîhilgir a Îranê ya bi 290 kesên têde li ser avên Îranê yên li Kendava Farsê bi avêtina mûşekên ji gemiya cengî ya amerîkî, beşek ji wan karana ye.
Amerîka piştî bi dawîhatina şêrr jî vê pêvajoyê berdewam kir û bi dorpêçkirina aboriyê û boykot û gefan hewl da ku bi riyên curbicur pêşiya pêşketin û geşbûna aboriya îranê bigire.
Zêde ji 12 salan şerûtxwaziyên pûç û îdiaya bê bingeh a li bara bernama navokiya Îranê, beşeka din a ji van kiryarên bi dijminayetî ye. niha jî ev mehnegirtinana li mijarên wekî nîşandana nigeraniyê ya li hember bernama berevaniya mûşekî ya Îranê ku tu têkiliya xwe ya bi lihevkirina navokî re tuneye, berdewam didbin.
Amerîka bi vê pêvajoyê, Îranê bi piştgiriya ji têrorîsmê tawanbar dike. Li halekê ku dinya dizane ku Amerîka, El Qaîdê pêk anî û wê ji bo gihîştina bi armancên xwe yên li navçê bi kar anî û dema ku ev grûpa bû gefek dijî Amerîkayê, ev welata êrişî Efxanistanê kir. Amerîka bi mehneya parastina ewlehiya Iraqê, vî welatî jî dagîr kir lê niha grûpên wekî DAIŞ`ê û bi sedan grûpên têrorîstî yên din gefan li navçe û cîhanê dixwen. Li halekê ku Amerîka her wekî berê piştgirê weşartî yê wan grûpana ye lê bi alîkariya welatên wekî Erebistanê, projeya Îrantirsiyê didomîne.
Dirêjkirina dema rewşa awarte ya li hember îranê jî beşek ji vê pêvajoya endazyarîbûyî ye ku Amerîka bona pînekirina siyasetên xwe yên ne bi mantiq û siyasetên bi dijminayetî yên xwe dijî Îranê wê bi kar tîne. Tişta ku diyar e eva ye ku armanca kiryarên wiha ron û aşkera ye û ev karên serokkomarê Amerîkayê, tenê bi armanca pînekirina vê meselê ne.