Lihevkirina YE û Tirkiyê li ser penaberan
Rêberên welatên endamên Yekitiya Ewropayê (YE) û Tirkiyê li ser kontrolkirina penaber û koçberan li hev kirin.
Ajansa nûçeyan a Rûsyayê ya Ria Novestî ragihand ku serok û rêberên 28 welatên endamên YE û serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davûdoglu şevaçûyî li ser şeş prensîpên kontrolkirina krîza penaberan li hev kirin.
Li gor vê Lihevkirinê êdî koçber û penaberên neqanûnî yên Rojhilata Navîn ku hewldidin ji riya Tirkiyê û Balkanê xwe bigihînin nav sînorên YE, di nav Tirkiyê de dimînin û piyê wan nagbihêje Ewropayê, vêca vê mecalê ji welatên endam ên YE re pêk tîne ku bikarin peymana Şengelê di nav vê yekitiyê de were parastin.
Berdêla ragirtin û xwedîkirina koçber û penaberên n eqanûnî di nav axa Tirkiyê de welatên YE jî gelek poen û serpişkiyan didin Tirkiyê ku yek ji wan bi lezgînî pêşvebirina muzakireyên li bara dayîna vîzayê ye û ya dinê despêkirina muzakireyên endametiya di nav Yekitiya Ewropayê ye û sêsiyan jî eva ye ku YE soz û peyman da Tirkiyê ku 3 milyard euroyên din jî pere bide vî welatî bona xwedîkirina penaberan di nav axa xwe.
Ji bilî vê yekê ponên din jî hene ku li peymanê de nehatine nivîsîn lê ya rast YE xwe neçar dizane ku wan cih bîne ku yek ji wan xwe bêdengkirina li hemberê binpêbûna mafvê mirovan û mafê medyayê li Tirkiyê ye, ji ber vê yekê ev yekitiya bi xemsarî ji tevkujiya kurdan li Tirkiyê û êrişên Tirkiyê ser kurdên Sûriyê derbas dibe û qet dengê nerazîbûna xwe dernaxe.
Li her rewşekê de Lihevkirina dawiyê ya YE û Tirkiyê li gor prensîp û qayideyên hatine ragihandin wê li bereberê birêketina serokên YE li rojên 17 û 18 adarê amade û organîze bibe.
Par (2015) jî YE li rêketina Bruksel-Enqerê de sozda ku 3 milyard euroyan bide Tirkiyê bona ragirtina penaberan di nav axa xwe de û nehêle ku ew derbasî YE bibin, vêca bi 3 milyard euroyên rêketinnama nû YE li ser hev şeş milyard euroyan dide dewleta Tirkiyê ku nehêle penaber derbasî axa Ewropayê bibin, piştî rêketinnama par Tirkiyê dewsa ku penaberan di nav axa xwe de xwedîbike gelek ji wan neçar kirin ku vegerên welatên xwe ku gelek ji wan penaberan xelkê Sûriyê û Iraqê bûn.
Niha YE bi girêdana rêketinnama nû tev Tirkiyê hêvîdare ku kutayiyê bide krîza penaberan li nav vê Yekitiyê û bikare ku peyhmana Şengelê dîsa di nav vê yekitiyê saxve bike. Çawa ku hat gotinê tê payîn ku ev Yekitiye ji bilî ew xal û prensîpên ku li rêketinnamê bi zelalî wan têxe berçavan wê bi awayekî veşarî jî neçar dibe ku bi hemed li hemberî kiryarên neqanûnî û yên li dij mirovan ên Enqerê gavan rake çawaku heya niha ev helwêsta xwe ji hemûyan re îsbat kiriye û qet dengê xwe li hemberî qirkirina kurdan û aware û bêmal û xanîkirina wan û wêran û xopankirina bajar û gundên kurdan ji aliyê hêzên dewleta Enqerê, bilind nekiriye wê ji vê şûnda jî bi cidîtir vê helwêsta xwe ya neadilane berdewam bike û bi xemsarî nêzîkî binpêbûna eşkera ya mafên mirovan û kurdan bibe.