Agirbesa li Sûriyê û helwestên bikîn ên dewletên rojavayî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i211828-agirbesa_li_sûriyê_û_helwestên_bikîn_ên_dewletên_rojavayî
Berdevkê wezareta karên derve ya Amerîkayê li dij gotinên Istêfan Dî Mîstora nunerê serokê NY li karên Sûriyê derket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 05, 2016 15:08 Asia/Tehran
  • Agirbesa li Sûriyê û helwestên bikîn ên dewletên rojavayî

Berdevkê wezareta karên derve ya Amerîkayê li dij gotinên Istêfan Dî Mîstora nunerê serokê NY li karên Sûriyê derket.

Can kêrbî, berdevkê wezareta karên derve ya Amerîkayê li civîna rojnamevaniyê ya duh li dijî gotinên nunerê NY li karên Sûriyê derket ku gotibû divê gelê Sûriyê li bara rola serokomarê Sûriyê di pêşeroja vî welatî da biryarê bidin. Can Kêrbî got: Helwesta me li hemberî Bişar Esedi zelal e û careka din em tekez dikin ku Esed nikare beşek ji pêşeroja Sûriyê be.

Wî got: Em hewcedarê dewletekê ne ku Bişar Esed di serî da nebe.

Eva ku şiklê dewletê çi be, yê gelê Sûriyê di vî warî da biryarê bide.

Berdevkê wezareta karên derve ya Amerîkayê wiha domand: Li pêvajoya hilbijartinan ku me li Viyenê amade kir, sûriyên derveyî vî welatî jî divê bikaribin li hilbijartinan pişkdar bin û idia kir ku di wê rewşê da yê şanseke kêm jibo cîgirtina birêz Esedi li desthilatê bimîne.

Hêjayî gotinê ye ku Dî Mîstora duh li hevpeyvîna ligel kanala Franc-24'ê li dijî gotinên rayedarên rojavayî ku li ser wêdabirina Bişar Esed serokomarê Sûriyê wek pêşmercê kutakirina şerê vî welatî disekinin, derketibû.

Eva li halekî ye ku serokomarê Ûrsêtê Viladimîr Pûtîn li konfiransa têlêfonî ya hevpar ligel Dêyvîd Kamêron, serokwezîrê Ingilîsê, Fransva Oland, serokomarê Fransayê, Angêla Mêrkêl, serokwezîra Almaniyayê û Metêo Rênêtsî, serokwezîrê Îtaliyayê got ku biryara dewleta Sûriyê ya birêxistina hilbijartinên parlemanî di Nîsana 2016'an da anegorî destûra bingehîn a vî welatî ye û astengiyek ser riya hewldanên bo dabînkirina aştiya Sûriyê nayê hesêb.

Eva li halekî ye ku Fransva Oland serokomarê Fransayê jî tevî rexnegiritna ji biryara Bişar Esed serokomarê Sûriyê bo birêxistina hilbijartinan di meha Nîsanê da, ev kiryara handêr û nerast wesif kiriye.

Olandi piştî hevdîtin û gotûbêja tev Angêla Mêrkêl, serokwezîra Almaniyayê li bajarê Parîsê pêkutî kir ku ev fikra ku bikaribin hilbijartinan di meha Nîsanê da li Sûriyê bi rê bixin, netenê handêr belkî tam nerast e.

Bişar Esed ferman da ku hilbijartinên parlimana vî welatî di roja 13'ê Nîsanê da bên lidarxistin. Ev biryara çend rojan piştî ragihandina agirbesê li Sûriyê hat dayîn.

Eva li halekî ye ku li gorî nûçeyan agirbesa li Sûriyê berfire bûye û komên têrorîst ên wekî DAIŞ û Cebhet ul Nusrê zêdetir ketine tengasiyê ku ev agirbesa wan nagire ber xwe. Di vî warî da wezareta berevaniya Ûrsêtê ragihand ku heta niha bi 40 komên çekdar ên sûrî ra li bara pêbendiya li agirbesê, rêketiname îmza kiriye û gotûbêjê bi wan re didomin.

Ûrsêtê her wiha li bara gotûbêjên şidîyayî ligel komên çekdar ên sûrî bo handana wan jibo qebûlkirina agirbesa dayimî agahî dan.

Wezareta berevaniya Ûrsêtê her wiha ragihandiye ku êrişên ser pêgehên têrorîstan li rex gotûbêjên tev komên çekdar ên sûrî didomin.

Ji hêla din va, wezareta karên derve ya Ûrsêtê bal kişande ser dew û doza hin medyayan ku ragihandine agirbesa li Sûriyê 14 rojî ye û pêkutî kir dew û doza wan derew e û agirbesa li Sûriyê demkî nine.

Di rastiyê da rewşa agirbesê li Sûriyê bi curekê ye ku bi demê nehatiye bisînorkirin û sekinandina pevçûnan ji hêla demê va bêsînor e.

Agirbesa li Sûriyê bi lihevkirina Ûrsêt û Amerîkayê di yekemîn saetên roja şemî 27'ê Sibatê va li gorî dema Şamê destpê bû û komên çekdar û dewleta Sûriyê soz dane ku wê berçav bigirin û dawî li pevçûnan bînin.

Eva di rewşekê da ye ku Muhemed Emerî berdevkê medyayî yê wezareta aştiya Sûriyê jî got: 1200 kesên çekdar li bajarên Ebta û Senmînê li wilayeta Dera li başûra Sûriyê xwe radestî hêzên dewleta vî welatî kirin.