Hikûmeta Tirkiyê Rojname û Medya Rexnekar Bêdeng dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i211822-hikûmeta_tirkiyê_rojname_û_medya_rexnekar_bêdeng_dike
Hikûmeta AKP`ê biryara cidî daye ku rojname û medya rxnekarê hikûmetê bê denge bike loma vê carê polîsê Tirkiyê êrişên xwe ser wan tuntir kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 05, 2016 14:57 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Tirkiyê Rojname û Medya Rexnekar Bêdeng dike

Hikûmeta AKP`ê biryara cidî daye ku rojname û medya rxnekarê hikûmetê bê denge bike loma vê carê polîsê Tirkiyê êrişên xwe ser wan tuntir kiriye.

Li vê çarçovê de polîsê Tirkiyê ser nivîsgeha Rokjnama Zaman girt ji ber ku ev rojnama rexnekareke kiryar û siyasetên hikûmeta AKP`ê tê hesabê. Ajansa Reutersê ji Stenbulê ragihand ku polîsê Tirkiyê vê sibê bi avêtina gaza hêstirêj û reşandina avê ji makînên avreş ser xelkê kombûyî li ber nivîsgeha rojnama bi navûdeng û tîrajpir a Zamanê hewlda ku wan ji hev bela bikin da ku bikevinn nav nivîsgehê.

Berî viya medya Tirkiyê roja înê ragihandibû ku dewleta AKP`ê kedkar û nivîskarên rojnama Zaman wek endam û piştgirên Fetullah Gulen rêberê menewî yê Nûrçiyan li Tirkiyê de ku dijberekî girîng ji Erdogan serokkomarê tirk re tê hesabê, dabûn nasandin û ew ji ser karê wan derxistin û birêveber û nivîskarên nû ji vê rojnamê re danîn.

Ev kiryara hikûmet û polîsê Tirkiyê li dij rojnama Zaman li rewşekê de ye ku çend saetan berî viya polîsê Tirkiyê çend tacir û bazarganên bi navûdeng ên vî welatî bi tomet û tawana dabînkirina pere û fînanasa grûpên terorîstî girtibûn.

Ev kiryara hikûmeta AKP û polîsê Tirkiyê li warê îxlalkirina mafê medyayê li vî welatî de bû sedema hêrs û nerazîbûne partî û grûpên curbicur li Tirkiyê de çawak serokê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) Kemel Kilîçdaroglu ev kiryara hikûmetê ku kontrola rojnama Zaman girtiye destê xwe jêre birêvebir û nivîskarên nû danîne li dij qnûnê û sebeba îxlalbûna heq û mafê medya û li dij azadiya ragihandinê daye zanîn û ser vê yekêm bi şidet hikûmet rexne kiriye.

Kilîîçdaroglu biryara Şubeya şeşan a Dadgeha Stenbulê ku ser daxwaza dozger birêvebirê rojnama Zaman wêda daye û birêveberekî din daniye dewa wî û ev rojnama û teşkîlatên girêdayî xistiye bin kontrola hikûmetê wwekî binpêkirina eşkera ya qayide û qirarên huqûqî û îxlalkirina azadiya meday û rojnaman daye zanîn. Serokê CHP ev kiryara hikûmetê wekî pêngaveke nû ji bo jinavbirina azadiya rojname û medyayê li Tirkiyê de daye nasandin.

Kilîçdaroglu herwiha girtina serokê desteya birêvebir a grûpa Pêşesazî û Ticarî ya Boydakê û endamên desteya birêveberiyê ya wê kiryarek ji bo serkutkirina çalakên warê aborê ya Tirkiyê daye zanîn.

Li vê çarçovê de Civaka Bazargabn û Xediyên Pêşeyan li Tirkiyê (Tusîadê) ji ber ku gelek bazargan û sermayedarên binavûdeng ên Tirkiyê bi tawana pêwendiya wan bi tevgera Fetullah Gulen re hatine girtin, dilgiranî û nîgeraniya xwe daye diyar kirin. Ser vê meselê Tusîadê roja îna bihûrî bi weşandina daxuyaniyekê ragihandiye ku divê rewşa girêdana boxtanan ku bûye sedema çêbûna fukaran ji çalakên warê aborî li Tirkiyê divê ji holê rabe.

Tusîadê herwiha girtina Memdûh Boydak endamekî desteya birêveberiya Civata Boydak sebeba çêbûna nerahetî û fukaran daye zanîn û ragihandiye ku Tusîad bi diqet û hestyarî vê pêvajoyab mehkemekirina wî diçopîne.

Hêzên polîs û ewlehiya Tirkiyê roja îna 4 Adarê Hecî Boydak serokê birêveberê Civaka Bazarganî ya Boydak girtin , Civaka ku kedkarên wê digihêje 14 hezar kesan. Tevî Boydak, Erol Boydak û Murad Bozdag ji endamên dercebilind ên vê civakê jî hatine girtin.

Serokkomarê Berê yê Tirkiyê Evdillah Gul jî pesna malbata Boydak daye û xwestiye ku mesela girtina wan zûka çareser bibe.