Serokwezîrê Tirkiyê li Têhranê ye
Îro Têhran mazovanê serokwezîrê Tirkiyê ye.
Serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Dawûdoglu, înê şevê bi taximeke pilebilind a siyasî û aborî gihêşt Têhranê.
Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî, Îshaq Cehangîrî û serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawûdoglu îro şemiyê piştî merasîma pêşewaziya fermî li koşka Seadetabada Têhranê, gotûbêjên dualî yên xwe destpê kirin.
Serokwezîrê Tirkiyê bereberê sefera Têhranê got ku bi rayedarên Îranê re li bara hemî meselên giring dê gotûbêjê bike. Ev gotin amajeya li ser meselên navçê ye ku bandora rasterast ser kivşkirina asta peywendiyên Têhran û Enqerê hene.
Bi bawera hin çavdêran bêtfaqiya Îran û Tirkiyê li bara Sûriyê berbiçav e û pir dûr e ku pirsgirêk di vî warî da wiha bi lezgînî kêm bibin.
Lê pêkhateya taxima pilebilind a Tirkiyê nîşan dide ku beşa sereke ya gotûbêjên du aliyan meselên aborî û ticarî û jordebirina asta têkiliyên du welatan û çawaniya gihêştina bo asta 30 milyar dolarî li danûstandinên bazirganiyê yên her du welatan dê pêk bîne.
Wezîrên enerjî, geşatî û rayedarên din ên pilebilind ên kabînê û rayedarên pilebilind ên ticariyên Tirkiyê li vê seferê, hevrêtiya Dawûdoglu dikin.
Peywendiyên ticarî yên Tirkiyê bi Îranê re li sala 2012'an gihêştin nêzîkî 22 milyar dolarî lê niha daketiye heta nîvê asta navbuhurî.
Sedema vê meselê jî xêncî boykotan, bandora pirsgirêkên navbera Enqerê û Têhranê ser peywendiyên ticarî bûye.
Îran û Tirkiye du welatên cînar û misilman bi berjewendiyên hevpar in loma herçend ku têkiliyên du welatan hin caran rastî nakokiyê hatine lê çarçêva sereke ya peywendiyan hatiye parastin.
Mustefa Elîtaş wezîrê aboriyê yê Tirkiyê midehekê berî niha got: Enqerê dil heye ku ticareta xwe tev Îranê heya sala 2023'ê bigihêjîne 30 milyar dolarî. Niha Enqere pir hez dike ku çalakên aborî yên Tirkiyê li Îranê srmayê bi kar bînin.
Ev sefera di rewşekê de cih tê ku rewşa navçê bitaybet alûgurên vê gavê li Sûriyê ser peywendiyên Tirkiyê tev welatên cînar bandor kirine.
Cihanîna hin boykotan ji aliyê Rûsiyê li dijî Tirkiyê beşek ji bandorên vê aloziyê ye ku ji Tirkiye re pir giran bûye.
Di rewşeke wiha de Îran barazreke balêkş ji bazrigaên Tirkiyê re ye . Îran û Tirkiye endamên Rêxistina Hevkariya aborî, ÊCO yê û koma D8ê ne loma geşatiya ticaretê ji wan armancan e ku li vê seferê tê hilkolandin. Pir normal e ji ber rewşa niha ya navçê nabe çavrê bin ku du welat li hemî babetan û li bara hemî meselan li hev bikin. Tirkiye hevdeng bi ERebistanê re helwêstên li dijî Sûriyê dişopîne li halkeê ku Îran ser vê bawerê ye ku şopandina siyaseteke wiha ser qazanca ti yek ji welatên navçê nîne .
Lê divê ev rastiya were gotin ku Îran û Tirkiyê keyien navçeyekê ku rastî pirsgirêkên mezin û giran û helbet efên hevpar hatine.
Tenê riya rawestana li ber van gefana , xurtkirian hevdengî û têgihêştina hevpar li bara alûgurên navçê û naskirina berjewendiyên hevpar e. Loma çavrê ne ku sefera serokwezîrê Tirkiyê bo Têhranê û muzakirên wî bi rayedarên Îranê re bikarbe li vê warî deriyekê veke.