Nihêrînek li ser agirbes û gotûbêjên neteweyî li Sûriyê
Şandiyê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li karûbarên Sûriyê, dema dewra nû ya gotûbêjên Sûriyê ragihand.
Şandiyê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karûbarên Sûriyê, Îstefan Dî Mîstora roja sêşemiyê ragihand ku dewra din a muzakirên Sûriyê 9 Adarê dê li Jênêvê were lidarxistin.
Şandiyê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li karûbarên Sûriyê her wiha li bara kêmbûna asta tund û tîjiyan li vî welatî piştî damezrandina agirbesê agahî da.
Îstefan Dî Mîstora li gotûbêja bi rojnama El-Neharê ya Lubnanê destnîşan kir ku bûyerên niha li Sûriyê nikarin bi kiryarên bidijminatî yên berî cihanîna agirbesê bidin ber hev.
Dî Mîstora got ku şer û dijminatiyên rojên derbasbûyî anegorî çend rojan berî cihanîna agirbesê pir kêm bûne.
Şandiyê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li karûbarên Sûriyê destnîşan kir NY û grûpa navneteweyî ya piştgiriya ji Sûriyê bona kontrolkirina agirbesê û handana bo rawestana li ser agirbesê hewl didin.
Agirbesa Sûriyê ji siba şemiyê, 27 Sibatê ve destpê bû lê, opersyona eskerî li dijî du grûpên terorîst ên Cebhetulnusre û DAIŞ`ê didome. Tevî pêgiriya ser agirbesê hejmarek ji grûpên çekdar jî bi caran ew binpê kirine.
Eva li halekî ye ku serokkomarê Sûriyê jî ser pêgiriya dewleta Şamê ser parastina agirbesê, terorîstan ji sietên destpêkê ve ev hevhatina binpê kirine.
Serokkomarê Sûriyê destnîşan kir ku artêşa Sûriyê li bara binpêkirina agirbesê ti bersivek neda da ku derfetek bona parastina agirbesê pêk were lê, dewleta Sûriyê heya astekê dikare vê pêvajoyê bidomîne.
Beşar Esed rewşa gelê Sûriyê wekî karsatekê wesf kir û îdiayên li vê barê ku hêzên artêşê nahêlin ku navçên di bin kontrola hêzên çekdar nikarin kelûmelên pêdivî bidest bixin, red kir.
Serokkomarê Sûriyê her wiha got ku heke neyarên çekdar çekên xwe danên erdê dê werin efû kirin.
Beşar Esed her wiha ji cihanîna agirbesê li vî welatî pêşewazî kir û got ku heke neyarên çekdar çekên xwe daynên erdê dikarin vegerin jiyana xwe ya normal û rojane.
Rûsiye û Emerîka duşemiya heftiya buhurî li bara cihanîna agirbesê li Sûriyê li hev kirin. Ev agirbesa grûpên treorîst ên mîna DAIŞ û Cebhetulnusreyê nagire ber xwe û ji nîvê şeva şemiya buhurî li gorî dema Şamê va cih hat.
Eva li halekî ye ku wezîrê aşitiya neteweyî ya Sûriyê jî cihanîna agirbesê li welatê xwe encama rawestana gelê Sûriyê li hember komployên dijminan da zanîn.
Wezîrê aşitiya neteweyî ya Sûriyê Elî Heyder bal kişand ser cihanîna agirbesê li welatê xwe û got: Piştî pêşdeçûna artêşê û hêzên gelanî bo rawestana li ber terorîstan, rê bona cihanîna agirbesê xweş bû û dijminên Sûriyê bitaybet Amerîka pê hesiyan ku rêçara eskerî li Sûriyê ji ber berxwedana gel bêencam e.
Wezîrê aşitiya neteweyî ya Sûriyê Elî Heyder got: Artêşê û hêzên gelanî yên Sûriyê bi berxwedana xwe derseke baş dan çavnebarên welêt û selimandin ku bi hemî hêza xwe dê li hember terorîstan bisekinin.
Wezîrê aşitiya neteweyî ya Sûriyê spasiya piştgiriyên Îranê ji dewlet û gelê Sûriyê kir û destnîşan kir ku Komara Islamî ya Îranê ji destpêka qeyrana Sûriyê ve heya niha tim berevaniya gel û dewleta Sûriyê kiriye û bo cîhanê ragihandiye ku rêçara qeyrana Sûriyê ne rêçara eskerî ye.