mafên mirovan goriyê armancên siyasî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i211429-mafên_mirovan_goriyê_armancên_siyasî
Konseya mafên mirovan li ser esasa wezîfe û erkên ku li ser milê wê ne xwediyê cîgeheke girîng e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 02, 2016 10:53 Asia/Tehran
  • mafên mirovan goriyê armancên siyasî

Konseya mafên mirovan li ser esasa wezîfe û erkên ku li ser milê wê ne xwediyê cîgeheke girîng e.

Ev rêxistina mafên mirovan li gorî kiryara dirust dikare rewşa mafên mirovan li cîhanê baştir bike; Lê mixabin ev erka ketiye bin bandora tevgerên siyasî.

Van rojan konseya mafêîn mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) sî û yekemîn civîna xwe ya salane dest pê kiriye.

Sêkrêtêrê giştî yê erkantiya mafên mirovan a Îranê, Mihemed Cewad Larîcanî jî bi serokatiya taximeklê beşdarî vê civînê bûye.,

Sêkrêtêrê erkantiya mafên mirovan a Îranê berêvariya sêşemiyê, 1`ê adara 2016`an, li civîna bilind a civata mafên mirovan li Jênêvê li ser pêwsîtiya rêzgirtina li cihêrengî û ciyawaziyên çandî li warê mafên mirovan pêgirî kir û got: Sepandina standard û şêwazên jiyanê lêis er civaka cîhanî nayê pejirandin.

Larîcanî got: Konseya amfên mirovan a NY gerek bi şêwazeke dûrî cihêkarî û siyasetê, zelal û dûrî standardên ducûre tevbigere.

Yek ji warên ku ev rêxistina dikare bandiora xwe isbat bike, parastina rastîn a mafgên gel li Sûriye, yemen û Filistînê ye.

îro welatin wek Erebistanê ku bi eşkeretî ji dijberên çekdar û komên têrorîst û tekfîrî û DAIŞ`ê piştgiriyê dike ta pergala hikûmetiya Sûriyê hilweşîne, li komîteyên mafên mirovan a NY xwedan cîgeh û berpirsiyarî ye.

Erebistan bi dirav û çekê ku li ber destê çeteyan datîne, mafên mirovan binpê dike. Reftara Erebistanê li Yemenê ku her roj bi saya firokeyên cengê jinan û zarokan dide ber bombeyên inglîzê yek ji cûreyên eşkere ya binpêkirina mafên mirovan e. Cinayetin visa li Xezeyê jî her roj dubare dibin. Lê kesên ku idiaya piştgirî û parastina mafên mirovan dikin li hemberî rewşa aloz a jin û zarokên dorpêçkirî li Xezeyê ku her roj ji aliyê Rêjîma Siyonîstî va jiyana xwe ji dest didin, bêdeng dimînin û dengê xwe bilind nakin. Amerîka, Inglîstan û Kanada û dewekarên din ên mafên mirovan vedibijêrin ku li hemberî van cinayetan bêdeng bimînin; Ji ber ku armancên wan ên siyasî û parastina Rêjîma Siyonîstî û diravê Erebistanê ji wan ra girîngtir e.

Lê ev welatana ji viya ku li Îranê qaçaxçiyên madeyên hişber yan kujer û destdirêjkerên li ser jinan li ser esasa hikmên olî tên cezakirin, wek binpêkirina mafên mirovan dizanin. Li halê ku ewna baş dizanin kuhokara sereke ya zêdebûna amara îdamê li Îranê ji ber şerê berdewam a Komara Islamî ya Îranê li dijî madeyên hişber e ku armanca û menzîla wan a sereke paytextên welatên ewropî ye. Îran şerê qaçaxçiyên ku jiyana mirov kiirne armanc dike. Komara Islamî ya Îranê tevî pêgiirya li ser girîngiya berçavgirtina mafên mirovan hevkariya herî baş ligel (Universal Periodic Review, UPR) ku bi xwe jî ji piştgirên wê bûye, pêk tîne û heta niha zêdetir ji şeş raporçiyan seredana Îranê kirine.

Lê mixabin mijara mafên mirovan bûye goriya xwestekên siyasî û welatên hêzxurt. Siyasetên ducûre yên welatên rojavayî li bara mafên mirovan bûne sebeb ku ev rêxistina mafên mirovan nekare rola xwe bi dirustî û bêyî siyasîkariyê cih bîne.