Tirkiye bi navê gullebarkirina DAIŞ'ê pêgehên kurdên Sûriyê dike hedef
Topxana artêşa Tirkiyê pêgehên kurdên Sûriyê li hin deverên ser sînor dan ber gullên topxanê û îdia dike ku pêgehên DAIŞ'ê kirine hedefa êrişa xwe.
Çend deqîqan piştî axivtina serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li bara vê yekê ku agirbest gişt deverên Tirkiyê nagire ber xwe, topxana vî welatî hin pêgehên kurdên Sûriyê li deverên bakûra Helebê kirin hedefa gullên xwe.
Medya Tirkiyê ragihand ku Erdogan Erdogan dibêje ku bila agirbest gişt deverên Sûriyê bigire ber xwe, van medyayên tirk îdia dikin agirbesta niha li Sûriyê bi tenê sê-yekekê ji axa vî welatî digire ber xwe. Ji xwe agirbesta Sûriyê bi tenê grûpên terorîst yên wek DAIŞ û El-Nusreyê û grûpên ser bi El-Qayidê nagire ber xwe û wer xuya dike ku Erdogan ji ber vê yekê nerazî ye û dibêje niha ku wisa ye bila kurd jî nekevin ber agirbesê û îdia dike ku ew jî terorîst in.
Ev gotinê Erdogan bûne sedema ecêbmayîna cîhanê, çûnku rayedarên Amerîka û Rûsyayê şaxê ku dema agirbesê ragihandin bi eşkera û zelalî desnîşan kirin ku ev agirbesta grûpên terorîst yên mîna DAIŞ, Bereya El-Nusre û El-Qayidê nagire ber xwe, lê wer xuya dike rayedarên AKP'ê guhê xwe nadin ser gotinên wezîrên karên derve yên Amerîka û Rûsyayê ku ragihandin kîjan dever nakevin ber agirbesê.
Ajansa TRT a Tirkiyê ku bîr û bawer û xwestekên rayedarên dewleta Enqerê diweşîne îdia kiriye ku topxana artêşa Tirkiyê li bakûra Sûriyê pêgehên DAIŞ'ê xistine ber êrişê.
Lê ji ber liv û tevgerên artêşa Tirkiyê yên roja yekşemê li bakûra Sûriyê û derbaskirina terorîstên DAIŞ'ê nav bajarê Girê Sipî, her wiha ji ber piştgiriyên hikûmeta AKP yên berê ji grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê û terorîstên din ên dijberê hikûmeta Beşar Esed li Sûriyê, bawerkirina vê îdia ya ajansa TRT li bara vê yekê ku artêşa vî welatî pêgehên DAIŞ'ê kirine hedefa gullên topxane, pir dijwar e.
Ji bo îsbata vê bawerê em berê xwe didin rapora rojnama Today Zaman a Tirkiyê, vê rojnamê li raporekê de derheq kiryar û siyasetên hikûmeta Enqerê li bara navçê bi taybetî li bara Sûriyê nivîsiye ku pêwîst e Enqere ji bo girtina pêşiya lêketina xisarê zêdetir li Tirkiyê siyaseta xwe li navçê û Sûriyê biguherîne, vê rojnamê îşareyî xisar û ziyanên lêketî li Tirkiyê ji ber piştgiriya vî welatî ji grûpên tundrew (terorîst) li Sûriyê kiriye û xwestiye ku Enqere siyaseta xwe derheq Şamê biguherîne.
Today Zaman nivîsiye ku cih û şûna Tirkiyê li cîhanê de ji ber piştgiriya vî welatî ji grûpên tundrew ên li dij hikûmeta Beşar Esed, serokkomarê Sûriyê xirab bûye û ji ber vê yekê û vêxistina agirê şêr navbera qewm û etnîkên sûrî, xirabkirina pêwendiyên navbera Tirkiyê û kurdên Sûriyê hevdemê aloz û tevlîhevkirina pêwendiyên Enqerê tev Rûsya, Amerîka û Yekitiya Ewropayê xisar û ziyanên giran gihandine Tirkiyê. Ji aliyê din ve Tirkiyê pêwendiyên xwe tev Erebistanê ku piştgirekî din a grûpên terorîstv li Sûriyê ye baştir û berfiretir kirine çawa ku rojnama Today Zaman li vê barê de nivîsiye ku Enqerê her wek Riyadê (Riyazê) xwestiye ku hêzên bejahî bişînin nav Sûriyê û li vî welatî de mudaxileya leşkerî bikin.
Today Zaman li gotar-nivîsa xwe de desnîşan kiriye ku Lihevkirina Agirbesê derfet û mecaleke baş e ji Tirkiyê re ku siyaseta xwe li bara Sûriyê biguherîne bi taybetî ew siyasetên ku ji Enqerê re bûne taluke.
Ji bilî medya û rojnamên Tirkiyê, derûdor û partiyên siyasî yên vî welatî jî bi caran hikûmeta AKP'ê hişyar kirine ku vê hikûmetê siyasetên bi taluke û ziyan ji bo Tirkiyê girtine ber xwe û divê ku vê şêwaz û siyasetên xwe biguherîne, lê rayedarên tirk ên AKP'ê qet guhê xwe nadin van hişyariyan û li ser siyasetêbn xwe yên şaş li bara Sûriyê û kurdan îsrarê dikin. Bi awayekî ku artêşa Tirkiyê ser telîmata rayedarên AKP'ê niha bi eşkera agirbesa ku civaka navneteweyî li ser li hev kiriye bin pê dike û pêgehên kurdên Sûriyê têxe ber êrişên xwe yên topxanê û hawanê û îdia dike ku pêgehên DAIŞ'ê xistine ber van êrişan.