Alûgurên Sûriyê piştî destpêbûna agirbesê
Tomarkirina navê 3 hezar kesan bo hilbijartinên parlimana Sûriyê, berteka wezareta karên derve li hemberî gotinên wezîrê karên derve yê Erebistanê, pêvajoya erênî ya cihanîna agirbesê, êrişa hêzên kurd ser pêgehên koma têrorîst a DAIŞ'ê û her wiha derxistina bi dehan welatiyên sûrî li Kuweytê, alûgurên herî girîng ên Sûriyê piştî destpêbûna agirbesa li vî welatî ne.
Komîteya bilind a dadweriya hilbijartinên Sûriyê duh ragihand ku 2 hezar û 745 kesî ji bo hilbijartinên parlimana vî welatî li deverên curbicur ên Sûriyê navê xwe qeyd kirine û qeydkirina berbijarên parlimanteriyê yê heta roja çarşemê bidome. Qazî Hişam Şuar serokê komîteya bilinda dadweriya hilbijartinên Sûriyê jî got: Hilbijartin yê tenê li deverên bin kontrola hikûmeta SÛriyê bên birêxistinê. Bişar Esed, serokomarê Sûriyê bi fermanekê, roja çarşem 13'ê Nîsana 2016'an wek roja birêxistina hilbijartinên parlimana vî welatî kifş kir.
Wezareta karên derve ya Sûriyê jî duh ragihand ku gotinên Adil Cubêyr, wezîrê karên derve yê Erebistanê dişibin gotinên berpirsên israîlî û amerîkî û nîşan didin ku Erebistan, planên Amerîka û Israîlê cih tîne.
Adil Cubêyr, wezîrê karên derve yê Erebistanê yekşemê şevê bal kişande ser aloziyên navçê ji wan Sûriyê û careka din xwest ku Bişar Esed ji desthilatê wêda here. Wî got: Bişar Esed divê an bi awayekî aştiyane an jî leşkerî ji desthilatê dûr bikeve.
Çavkaniyên nûçan ragihandin ku agirbesa demkî ji berbanga roja şemî 27'ê Sibatê va destpê bûye û yê 10 rojan bidome û niha di rewşeke erênî da ye.
Zêrevanê Ûrsêtê yê karên agirbesa Sûriyê roja yekşemê ragihand ku agirbes 9 caran hatiye binpêkirin, got: 7 car ji 9 carên binpêkirina agirbesê bi hegera gulleavêtina ji aliyê derdora Dimeşqê va bûye ku di bin kontrola komên çekdar da ye ku Amerîka pişta wan digire. Zêrevanê Sûriyê jî ragihand ku Ûrsêt pêvajoya giştî ya agirbesê li Sûriyê erênî dinirxîne.
Koma Zêrevaniya Mafên mirovan a Sûriyê jî ragihand ku hêzên kurd şemiya buhurî di encama êrişa ser pêgehên têrorîstên DAIŞ'ê da karîn ku deverên Nes Til û Eyn ul Erûsê azad bikin û 70 têrorîstên DAIŞ'ê bikujin.
Malpera nûçan a Sputnîkê jî roja yekşemê ji zarê sertîp Tellal Silo nunerê fermî yê hêzên kurd ên sûrî ragihand ku bilî gundê Himam Turkmanê li derdora bakûra Reqê ku hela jî di kontrola DAIŞ'ê da ye, hemî dever ji têrorîstên DAIŞ'ê paqij kirine û tevayê bajêr bin destê hêzên kurd da ye.
Li gorî nûçeyeke din, malpera El-Weten'ê roja yekşemê nivîsî ku rayedarên Kuweytê bi dehan welatiyên sûrî yên nişteciyê Kuweytê tevî hebûna vîzeyê, ji vî welatî derxistin. Li gorî vê raporê, rayedarên balafirgeha Kuweytê idia kirin ku vîzeya kesên hanê sexte ye, li halekî ku vîzeya kesên hanê ji Dimeşqê û an ji aliyê balyozxana Sûriyê li Kuweytê va hatibû dayîn.