Nêrîna rêberê giranqedir ê Inqilabê li bara hilbijartinên 26'ê Sibatê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i210586-nêrîna_rêberê_giranqedir_ê_inqilabê_li_bara_hilbijartinên_26'ê_sibatê
Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî, rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamiya Îranê ber berê hilbijartinên dehemîn dewra meclisa şêwra islamî û pêncemîn dewra civata şarezayên rêvebiriyê, xalên girîng li bara vê dewra hilbijartinan û siyaseta dijminên Inqilabê hilêxistin û rave kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 24, 2016 15:15 Asia/Tehran
  • Nêrîna rêberê giranqedir ê Inqilabê li bara hilbijartinên 26'ê Sibatê

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî, rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamiya Îranê ber berê hilbijartinên dehemîn dewra meclisa şêwra islamî û pêncemîn dewra civata şarezayên rêvebiriyê, xalên girîng li bara vê dewra hilbijartinan û siyaseta dijminên Inqilabê hilêxistin û rave kirin.

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî, rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamiya Îranê vê sibê li hevdîtina bicoş a tev bi hezaran kes ji xelkê Necefabadê, bal kişande ser hilbijartinên roja 26'ê Sibatê li Îranê û got: Girîngiya hilbijartinan li Îran, tenê bi hegera dengdayînê nine belkî, hilbijartin bi wateya xwenîşandan û rawestana gelê Îranê li hemberî dijmin, piştî zext û zor û boykotên curbicur ên zalimane û propaganda rezîl a dijminan e.

Dijminên Inqilaba Islamiya Îranê mideha 37 salên buhurî da hertim hewl dan ku pê hilêxistina şik û gumanan li bara hilbijartinan, gelê Îranê li warê pişkdariya li hilbijartinan dilsar bikin. Wan xeyal dikirin ku pê boykotên dijî Îranê nemaze di deh salên vê dawiyê da dikarin gel ji Nizamê û Inqilaba Islamî dûr bixin. Lê gelê Îranê berovajî daxwaz û armanca dijminan, bi caran bi dengê xwe yê bibandor li hilbijartinên meclisa şêwra islamî, civata şarezayên rêvebiriyê, civatên bajêran û serokomariyê, ev komploya dijminan pûç kirin.

Li gorî nêrîna hezretê ayetulah ozma Xaminêyî, hilbijartin bilî nîşandayîna qawet, viyan û berxwedana netewî, yê emekdarî, wêrekî û egîtiya miletekî mezin li meydana sekinîna li hemberî armancên bixerez, nîşan bidin.

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî bal kişande ser fêl û fendên dijminan mideha 37 salên vê dawiyê dema hilbijartinên curbicur da û got: Inkarkirin û derewzanîna hilbijartinan li Îranê, hewldana bo pişkdariya kêmreng a gel li hilbijartinan û hilêxistina bêfeydebûna hilbijartinan bi hegera kifşbûna ji pêş va ya encaman, ji wan propagandeyên dijminan bo reşkirinê û sistkirina gel li warê pişkdariya li hilbijartinan bûn û heta hin caran rayedarên amerîkî bi awayekî aşkira helwesta xwe li ser hilbijartinên Îranê nîşan dane.

Serdestiya gelanî ya dînî li Îranê mînakek ji hikimdariya li gorî bingeh û nirxên islamî ye. Gelê Îranê mideha 37 salên buhurî da piştgirî dane vê şêwaza hikimdariyê. Pişkdariya bicoş a gel li hilbijartinan û dengê bibandor ê wan li kifşkirina rê û pêşeroja siyasetên giştî yên welêt, nîşaneya vê piştgiriyê ye. Hilbijartinên serokomariya Îranê di sala 2013'ê da dijminên Inqilabê neçar kirin ku li bara pişkdariya berfire ya gel li hilbijartinan li xwe mukur bên. Bi hegera dijminatiya hin dewletên rojavayî û di serî da Amerîkayê li hemberî Komara Islamiya Îranê, siyaseta wan li vê dewra hilbijartinan, hilêxistina meseleya hebûna duberekiyê li civaka Îranê têkildarî Nizama Îranê û birêxistina bêtifaqiyê li hilbijartinan e.

Li gorî teybîra rêberê giranqedir ê Inqilabê, hilbijartinê jî wekî her pêşbirkekê, coş û geşatî û an serketin û binketin heye lê, ev serketin an binketina li hilbijartinan bi wateya ducemserbûna gel û duberetiyê li civakê û dijminatiya gel bi hev ra nîne û hewldana bo serxistina vê zêhniyetê derew e.

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî ducemserîya rastî li Îranê, ducemserîbûna di navbera hogir û emekdarên Inqilaba Islamî û isûlên imam Xumêynî (RE), û bereya istikbarê û hevfikrên wê zanî û got ku di vê ducemserîbûnê da, gelê Îranê hogirê Inqilabê û emekdarê imam Xumêynî (RE) û hizr û isûlên wî ye.

Li her hilbijartineke saxlem û zelal a gelanî li her dera cîhanê, alî û partiyên curbicur hene û her yek hewl dide ku bi raberkirina planên xwe dengê gel bi dest bixe.

Hebûna alî û partiyan dikare atmosfereke siyasî ya ducemserî û an çendcemserî pêk bîne. Ev rêzebendî û cemserî di çarçêva destûra bingehîn û nirxên serdest li wî welatî da ne. Welat rê nadin ku alî û partiyên ku bi dû hilêxistina durişmên seratir ji destûra bingehîn û nirxên serdest in, kar bikin.

Komara Islamiya Îranê jî derveyî vê qaydeyê nîne.

Namzedên vê dewra hilbijartinan, çi navînrê, tundrê an rêformxwaz bên binavkirinê, li hemberî dijminên Inqilaba Islamî yek helwesta wan heye û wan bawerî li destûra bingehîn û nirxên islamî yên serdest li welêt heye.