Nêzîkbûna roj bi rojê ya birêxistina hilbijartinên Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i210574-nêzîkbûna_roj_bi_rojê_ya_birêxistina_hilbijartinên_Îranê
Bi nêzîkbûna roja îniyê 26'ê Sibatê wek roja birêxistina hilbijartinên dehemîn dewra meclisa şêwra islamî û pêncemîn dewra civata şarezayên rêvebiriyê, roja birêxistina hemaseyeke mezin bi destê gelê Îranê destpê bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 24, 2016 13:59 Asia/Tehran
  • Nêzîkbûna roj bi rojê ya birêxistina hilbijartinên Îranê

Bi nêzîkbûna roja îniyê 26'ê Sibatê wek roja birêxistina hilbijartinên dehemîn dewra meclisa şêwra islamî û pêncemîn dewra civata şarezayên rêvebiriyê, roja birêxistina hemaseyeke mezin bi destê gelê Îranê destpê bûye.

Dema propaganda berbijarên hilbijartinên dehemîn dewra meclisa şêwra islamî û pêncemîn dewra civara şarezayên rêvebiriyê, 24 saetan berî destpêbûna dengwergirtinê ango 26'ê Sibatê yê kuta bibe.

Di vê heyamê da berbijarên hilbijartinan ji aliyên curbicur, plan û nêrînên xwe li bara meseleyên rojeva Îranê û navçê û piştî rakirina boykotên welatên rojavayî li dijî Îranê li kombûn û bernameyên taybetî hilbijartinan ên radiyo û têlêvîzyonê û bi riya weşandina birûşûr û daxûyaniyan hilêdixin.

Hesen Rûhanî, serokê Komara Islamiya Îranê şeva buhurî li civîna civata bilinda inqilaba ferhengî hêvî kir ku bi pişkdariya berfire û bizanebûnê ya gelê Îranê li hilbijartinan, kesên salih û hêja û kara derbasî civata şarezayên rêvebiriyê û meclisa şêwra islamî bibin.

Serokê Komara Islamiya Îranê birêxistina hilbijartinan yek ji şanaziyên Komara Islamiya Îranê zanî û tekez kir ku yek ji hegerên dewama hereketa bicoş a Komara Islamiya Îranê tevî tevî pirsgirêk û komployan, palpiştiya qahîm a gel û birêvebirina Îranê ser bingeha viyana gel bi riya hilbijartinan bûye.

Rûhanî pişkdariya bicoş a gelê Îranê li hilbijartinan nîşaneya hêvîdariya li warê çêtirbûna rewşa Îranê wesif kir û got: Hilbijartin garantiya dewama jiyan û iqtidara Nizama Islamî ye.

Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê jî li bara rola hilbijartinan li kifşkirina cîgeha dîplomasiya Îranê l icîhanê got: Pişkdariya berfire ya gelê Îranê li hilbijartinên 26'ê Sibatê, serketinên pêşerojê bo dezgeha dîplomasiya Îranê garantî dike. Zerîfi pêkutî kir ku ev hilbijartin yê nîşanî xelkê cîhanê bide ku zemîneya dewama isqirara Îranê pêk hatiye û welatê herî ewleh û bistiqrar bo sermayedanînê, Îran e.

Muhemed Hisên Moqîmî, serokê navenda hilbijartinên Îranê jî, pişkdariya berfire ya gel li hilbijartinên meclisa şêwra islamî û civata şarezayên rêvebiriyê pêngaveke girîng bo pûçkirina komployên dijminan zanî.

Xulamelî Xoşrû, nunerê dayimî yê Îranê li Rêxistiya Neteweyên Yekgirtî (NY), li bara pêvajoya hilbijartinan û cîgeha navnetewî ya Îranê pêkutî kir: Birêxistina hilbijartinên berfire û bicoş li Nizama Komara Islamiya Îranê, rola navçeyî û cîhanî ya Îranê yê jorda bibe.

Xoşrû tekez kir: Gelê Îranê bi pişkdariya berfire li hilbijartinên 26'ê Sibatê yê isbat bike ku girêdaiyê armancên Inqilaba Islamî ye.

Di vî halî da, Elîriza Rehmanî-Fezlî wezîrê karên hundur ê Îranê ragihand ku ev wezaretxana ji bo birêxistina hilbijartinên meclisa şêwra islamî û civata şarezayên rêvebiriyê tam amade ye.

Serdar sertîp Hisên Eşterî fermandarê hêzên ewlehiya bajêran jî li ser amadebûna bo dabînkirina ewlehiyê dema hilbijartinan sekinî û got: 250 hezar hêzên ewlehiyê yê aramî û ewlehiya hilbijartinên roja 26'ê Sibatê dabîn bikin.

473 nûçegihan ji medyayên 29 welatên cîhanê yê nûçe û raporên têkildarê hilbijartinên dehemîn dewra meclisa şêwra islamî û pêncemîn dewra civata şarezayên rêvebiriyê belav bikin.

Gelê Îranê yê roja îniyê 26'ê Sibatê herin ser sandiqên dengdanê ta ku dengê xwe bidin berbijarên bi dilê xwe û 290 endamên meclisa şêwra islamî wek parlimanter û 88 endamên civata şarezayên rêvebiriyê kifş bikin.