Tirkiye şeşemîn bikirrê sîlehan li cîhanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i210553-tirkiye_şeşemîn_bikirrê_sîlehan_li_cîhanê
Tirkiye yek ji welatên herî girîng ên bikirrê sîlehan li cîhanê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 24, 2016 11:35 Asia/Tehran
  • Tirkiye şeşemîn bikirrê sîlehan li cîhanê

Tirkiye yek ji welatên herî girîng ên bikirrê sîlehan li cîhanê ye.

Rojnama Zaman çapa Enqerê di vî warî da nivîsî ku Tirkiye di nav bikirrên cîhanê da li rêza şeşan cî digire. Li gorî vê raporê, anegorî amara Enstîtoya Navnetewî ya Lêkolînên Aştiyê ku ticareta sîlehan a saln di navbera 2011 û 2015'ê digire ber xwe, Tirkiyê piştî Hind, Erebistan, Çîn,Imarat û Australiyayê, li rêza şeşan cî girtiye. Hevgavê weşandina vê raporê, Fêdêrîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta derve ya YE'yê şeva buhurî li komîteya peywendiyên derve ya parlimana Ewropayê got: Ewropa hertim bi çavê meydana şerê biwekalet di navbera xwedanrolên navçeyî li Sûriyê mêze dike. Ev xetera heye ku ev şera bibe meselyeke mezintir.

Mogêrîniyê her wiha got: Em li ber xetera qewimîna şêrr di navbera roldarên curbicur li navçê ne. Ev şerra di navbera Ûrsêt û Amerîkayê da nîne, belkî dikare di navbera Ûrsêtê û Tirkiyê da be.

Karzan, kirrîna sîlehan ji aliyê Tirkiyê va berovajî berjewendiyên netewî yên vî welatê li halê pêşketinê dizanin, nemaze li gorî rola Tirkiyê li meseleyên hin welatan wek mînak Sûriyê û destwerdana leşkerî li karên vî welatî, asayî ye kirrîna sîêehan ji aliyê Tirkiyê va bi wateya gefekê dijî welatên din ên navçê bê zanîn.

Di rewşeke wiha da, welatên navçê kirrîna sîlehan ji aliyê Tirkiyê va watedar û di çarçova helwest û kiryarên leşkerî yên Enqerê û serêxwegirtina fikra Ehmed Dawûdoxlu serokwezîrê vî welatî ya Nêosmanîsmê dizanin.

Li gorî vê fikrê, serokwezîrê Tirkiyê vegera Tirkiyê ser dewrana impiratoriya osmanî hilêdixe.

Wer xûya dike hewldana rayedarên Tirkiyê mideha çend salên buhurî da bo lîstina rola rasterast li karên hin welatên navçê xasma li Sûriyê di çaçrêva serêxwegirtina vê fikra xav û nemaqûl pêk hatiye. Eva li halekî ye ku astengiyên curbicur ji wan daxwazên zêde ji 10 milyon kurdên Tirkiyê, berxwedana dewleta qanûnî ya Bişar Esed û hevgirtiyên wî yên navçeyî û cîhanî û nebûna baweriyê li bara saziyên leşkerî bi taybet NATO'yê û dewletên rojavayî, ser riya dewleta Enqerê ne. Li hemberî vê yekê hin dewletên ereb ên paşvero li derdora Kendava Farsê yên wekî Erebistan, Qeter û Imarat hevgirtiyên Tirkiyê bi merema têkbirina dewleta qanûnî ya Bişar Esed tên hesêb.

Lê rastî nîşan didin ku Tirkiye nikare serketiyê vê macerayê be.

Bilî YE'yê, berpirsên NATO'yê hişyarî dane dewleta Ehmed Dawûdoxlu serokwezîrê Tirkiyê ku heke di navbera Enqere û Moskovê da şer derkeve, ew pişta Tirkiyê nagire.

Helwest û kiryarên delweta Tirkiyê mideha çend salên buhurî da nîşan didin ku ew hewl didin NATO'yê bînin pêşberî Ûrsêtê, lewma NATO'yê Tirkiye bi awayekî pêwîst di vî warî da hişyar kiriye.

Bi serhevda, anegorî hin liv û tevgerên navnetewî û bûyerê navçê, mirov dikare wiha bêje ku kirrîna sîlehan û helwestên leşkerî yên rayedarên Enqerê mideha çend salên buhurî ra tenê xwerayî û xerckirina bûca Tirkiyê û derhatên xeraca vî welatî bûne.