Pêşwaziya Tirkiyê ji agirbesa li Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i210433-pêşwaziya_tirkiyê_ji_agirbesa_li_sûriyê
Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê got ku Amerîka ji lihevkirina di navbera Waşîngton û Moskovê da ji bo agirbesa li Sûriyê pêşwaziyê dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 23, 2016 10:29 Asia/Tehran
  • Pêşwaziya Tirkiyê ji agirbesa li Sûriyê

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê got ku Amerîka ji lihevkirina di navbera Waşîngton û Moskovê da ji bo agirbesa li Sûriyê pêşwaziyê dike.

Noman Kurtulmûş yekem rayedarê fermî yê Tirkiyê ye ku bertek nîşanî nûçeya destpêbûna nêzikdem a agirbesê li Sûriyê da; Agirbesa ku ji ber lihevkirina di navbera Amerîka û Rûsiyê da pêk tê.

Koltornoş her viha tevî ragihandina pêşwaziya Tirkiyê ji destpêkirin aagirbesêî li Sûriyê hêvbîdarî kir ku bombarana Rûsiyê di heyama gotûbêjan were rawestandin.

Rayedarên Amerîka û Rûsiyê roja duşemiyê, 22`ê sibata 2016`an, li daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku her du aliyan ji bo cihanîna agirbesa li Sûriyê ji roja şemiya hefteya din anku 27`ê sibat 2016`an da li hev kirin.

Li gorî vê lihevkirina di navbera Amerîka û Rûsiyê da, cihanîna benda `Rawestandina pevçûnan` li daxuyaniya hevpar a Mûnîxê dê ji roja 27`ê sibata 2016`an da dest pê bibe.

Mosko û Waşîngtonê li hev kirine ku cihanîna vê bendê dê komên çete yên wekî DAIŞ û Cebheya Nusreyê negire ber xwe. Serokomarê Rûsiyê piştî lihevkirina ligel Amerîkayê ji bo cihanîn agirbesê li Sûriyê got ku heta agirbes jî dê rê li ber êrîşên li ser DAIŞ`ê negire.

Serokomarê Rûsiyê, Viladîmîr Pûtîn jî destnîşan kir ku ev agirbesa dê êrîşên li ser DAIŞ`ê û komên din ên çete negire ber xwe.

Lê Tirkiye û welatên ereb pêgirî dikin ku êrîşên ûrisan li pêvajoya agirbesê û gotûbêjan were rawestandin.

Serokê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) jî tevî pêşwaziya ji ragihandina lihevkirina agirbesê li Sûriyê, ji aliyên şêrr xwest ta ku li ser mercên agirbesê li vî welatî bi kûrî û hûrî bimînin.

Lê pêgiriya cîgirê serokwezîrê Tirkiyê lio ser pêşwaziya vî welatî ji lihevkirina di navbera Amerîka û Rûsiyê ji bo agirbesa li Sûriyê ji berûlayên cûrbicûr va hêjayî nirxandin û hilkolandinê ye.

Di qonaxa yekem ev yeka bala meriv dikişîne ku Tirkiye neçar e ku lihevkirina agirbesê qebûl bike ji ber ku vî welatî bi caran xwe wek sozdarê li bara qebûlkirina reftara komkî û lîstikvanên nasyar ên navneteweyî li bara alûgorên Sûriyê nîşan daye.

Mijara din ew e ku Tirkiye wek piştgireke sereya ya dijberê dewleta Sûriyê ku koma tekfîrî û têrorîst a DAIŞ`ê jî digire ber xwe, di heyama çend hefteyên dawî da li deverên bakûrê Sûryê tûşî têkçûnekle mezin hatiye û ev di rewşekê da ye ku Tirkiye hema wisa hêzên kurd li bakûrê Sûriyê dide ber topan.

Loma agirbes ji bo welatên navçeyê yên ku pişta dijberêl dewleta Sûriyê digirin dikare wek derfgetek ji bo xurtkirina hêza xwe ya meydanî û drfetek ji bo venihêrîn û piştgiriya ramanî û fikrî ji tevger û komnê dijberê dewleta Beşar Esed be.

Renge ji ber viya ye ku Beşar Esed pejirandinan agirbesê bi rawestandina hewildana dijberan ji bo xurtkirina xw va girêdaye.

Tevî viya wer xuya dike ku mijara lihevkirinanameya agibesê zêdetir ji viya ku derfetek siyasî ji bo komên dijberê delweta Sûriyê be, derfetek ji bo Tikriyê ye ku ji bin zexta Erebistanê wek hevpeymanê xwe yê navçeyî li alûgorên Sûriyê sa destwerdana leşkerî li Sûriyê derkeve.

Tevlîbûna tevgera navneteweyiya pêkanînma agirbesê wek destpêkek ji bop çareserkirina qeyrana Sûriyê ji egrên din ên pêşwaziya Tirkiyê ji agirbesa ragiahgndî ji aliyê Amerîka û Rûsiyê ye.

Ji ber viya ye ku tevî ragiahndina helwêstên tund ên serokomar û serokwezîr û heta wezîrê karên derve yê Tirkiyê li bara alûgorên meydanî li Sûriyê ku tûşî têkçûna komên di bin piştgiriya Enqerê bûye a niha cîgirê serokwezîrê Tirkiyê ji agirbesa li Sûriyê pêşwazî kiriye.

Tevî viya, Koltûrmûş ji bo parastina prêstîja Enqerê di warê guhertinên navçeyê bi awayê nerasterast li ser pêşmercîên welatên dorhêla başûrî ya Kendaca Farsê pû Enqerê li ser pêwsîtiya wêdadayîna Bşear Esed pêgirî kiriye. Ev helwêst di rewşekê da ji aliyê Enbqerê va hatiye girtin ku hêza çeteyan li nbavçeyên bakûrîê Sûriyê di encama êrîşên hewayî yên Rûsiyê bi giranî lawaz bûye û riyên gihandina alîkariyê ji Tirkiyê bo Helebê li halê qutbûnê ye.