Tekezkirina serokê OPEC'ê ser dewama hewldanên bo misgerkirina bihayên niftê
Ebdulah Bedrî serokê Saziya Welatên Bifiroşê Niftê (OPEC) li konfiransekê li Hîyostêna Amerîkayê bal kişande ser lihevkirina vê dawiyê ya Erebistan û Ûrsêtê û got: Di rewşa serketina vê lihevkirinê da, OPEC yê pêngavên din rake.
Erebistan wek welatê herî mezin ê derînerê niftê yê endamê OPEC'ê û Ûrsêtê ku endamê OPEC'ê nîne, heftiya buhurîli civîneke hevpar ligel Qeter û Vênêzoêlayê li ser misogerkirina asta derxistina niftê di meha Çilê da li hev kirin, bi vî şertî ku welatên din ên derînerê niftê jî tevlî vê rêketinamê bibin. Bi dû wê civînek jî li Têhranê bi mazûvaniya wezareta nifta Îranê hat birêxistin.
Li civîna Têhranê, wezîrên niftê yên Iraq, Vênêzoêla û Qeterê amade bibûn.
Zengene wezîrê nifta Îranê piştî vê civînê got: Em ji hevkariya navbera welatên endamê OPEC'ê û welatên derveyî vê saziyê pêşwaziyê dikin. Wezîrê nifta Îranê her wiha got: Em piştgiriyê didin vê biryara endamên OPEC'ê û welatên derveyî vê saziyê ku asta derxistina niftê bi merema misogerkirina rewşa bazarê û çêtirkirina bihaya niftê ser xêra bikirr û bifiroşên wê li astekê ragirin.
Niha nêzî 2 milyon bermîlên niftê zêdetir ji asta mesrefê derbasî bazarê dibin ku zêde ji milyonek û 500 hezar bermîlên wê ji aliyê Erebistanê va tê şandin ku zêdetir j iasta kifşbûyî bo Erebistanê ya li OPEC'ê ye. Erebistan di rojê da 11 milyon bermîl niftê derdixe. Di vî halî da tevî lihevkirina ligel Ûrsêtê, Adil Cubêyr wezîrê nifta Erebistanê heftiya buhurî li hevpeyvîneke taybet ligel ajansa nûçan a Fransayê got ku welatê wî ji bo kêmkirina derxistina niftê amade nine.
Bihaya niftê ji nîveka sala 2014'an va heta niha nêzî 3 heta 4 qatî nirxa xwe ji dest daye û niha her bermîla niftê nêzî 30 dolarî tê firotinê.
Mideha 75 salên buhurî da hertim jordaçûna bihaya niftê li bazarên cîhanê bûye sedema qeyranê li cîhanê, lê vê carê daketina bihaya niftê bûye sedema vê dilgiraniyê. Ajansa Navnetewî ya Enerjiyê duh êvarê ragihand ku derxistina nifta Şîst li Amerîkayê îsal û sala bê yê kêm bibe û ev yeka yê raberkrina nifta zêde li bazarên niftê kêm bike.
Rojnama îtaliyayî ya Îl Solê Vêntî Kovatro Orê li nivîsarekê bal kişande ser dûhatên daketina bihaya niftê li cîhanê û nivîsî: Neyariya Erebistanê li hemberî kêmkirina nifta zêde ya ku dide bazarê nîşan da ku armanca Riyazê derbelêdana li Îranê û nifta Şîstê ye.
Li gorî rpaorên ku heftiya buhurî hatin weşandinê, hejmara bîrên niftê li Amerîkayê yên nift ji wan tê derxistinê giheştiye hejmara herî kêm a ji Kanûna 2009'an va.
Kevirê Şîst'ê an Şîl'ê çavkaniyeke nû ye ku hilgirê nift, gaz û rûni ye, ev cura niftê ku bi zora avê ji bîrê tê derxistinê bûye sedema gellek dilgiraniyên têkildarî jîngehê. Tevî ku bi berfirebûn, peydakirin û derxistina bêreje ya bîrên nû yên niftê rewşa derxistina niftê jî heta asteke zêde aloz bûye.
Ajansa Navnetewî ya Enerjiyê li rapora xwe ya nû pêşbînî kiriye ku derxistina nifta xav a Şîst'ê ya Amerîkayê îsal 600 hezar di rojê da û sala bê jî 200 hezar bermîlî di rojê da kêm bibe.
Erebistan bi domandina derxistina nifta erzan û seratir ji pişka xwe ya li OPEC'ê di rastiyê da yek ji hegerên sereke yên daketina bihaya niftê li cîhanê ye. Di rewşeke wiha da daxwaza serokê giştî yê OPEC'ê ji welatên derînerê niftê dikare encama nêrîna pozitîv a têkildarî hevkariya welatên endam û endamê OPEC'ê ji bo çêtirkirina rewşa bazarê be lê, meseleya zêdederxistina niftê bûye rikeberiyeke siyasî, loma serketina hewldanên bo çêtirkirina rewşa bazara niftê girêdaiyê gellek faktoran e.