Gotûbêjên aşitiya Sûriyê tûşî bê hêvitiyê hatiye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i210142-gotûbêjên_aşitiya_sûriyê_tûşî_bê_hêvitiyê_hatiye
Stêfan Dî Mîstora nunerê Saziya Neteweyên Yekgirtî (NY) li karên Sûriyê ragihand ku gotûbêjên aşitiyê di navbera aliyên Sûriyê rastî bê hêvitiyê hatine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 20, 2016 15:08 Asia/Tehran
  • Gotûbêjên aşitiya Sûriyê tûşî bê hêvitiyê hatiye

Stêfan Dî Mîstora nunerê Saziya Neteweyên Yekgirtî (NY) li karên Sûriyê ragihand ku gotûbêjên aşitiyê di navbera aliyên Sûriyê rastî bê hêvitiyê hatine.

Stêfan Dî Mîstora nunerê Saziya Neteweyên Yekgirtî (NY) li karên Sûriyê li gotûbêja xwe ya tev rojnama Suidî ya Sûniska Dagbilan got: Gotûbêjên aşitiya Sûriyê ku qirar bû li 25 Fivriyê li Genevayê birê keve tûşî bê hêvitiyê hatiye û ev gotûbêjane wisa diyare îdî birê nakevin.

Stêfan Dî Mîstora nunerê Saziya Neteweyên Yekgirtî (NY) li karên Sûriyê, destnîşan kir; Bi rastî jî ew nikare aliyên sûrî li wê wexta kifşbûyî bi hevra li dora masa gotûbêjê kom bike, lê dîsa jî ew xebata xwe bona dewama gotûbêjên aşitiyê cih tîne.

Bi gotina Stêfan Dî Mîstora bona çareserbûna kirîza Sûriyê pêwîste ku aliyên sûrî bi hevra bi micidî rûnin ser masa gotûbêjê.

Stêfan Dî Mîstora li halekê ji vê yekê diaxive ku ew nikare li wexta kifşbûrî aliyên sûrî bi hevra li Genevayê kom bike ku li civîna bihurî ku li 3 Fivriyê li Genevayê birêket ji ber xwetêkeliyên Erebistan û Tirkiyê ev civîna hanê li Mûnîxê rastî işkestê hat.

Her çend li civîna Mûnîxê aliyên gotûbêjê bi hevra li ser vê yekê rêketin ku agirbesekê birê xwînin lê şehedî wisa nîşan didin ku ev gotûbêjên hanê jî rastî işkestan hatine.

Birek ji wan welatên ku li ser masa gotûbêja bona aşitiya nav Sûriyê hebûn li dewsa ku alîkariyê bidin aliyên Sûrî, ji şandina hêzên bejaryî bo nav axa Sûriyê axivîn û her ev cure siyasetên van welatên wekî Tirkiyê û Sûriyê bûye sebeb ku ev civînên hanê rastî işkestê werin û xebata ji bo kutahîdana bi aliziya 5 salî li nav Sûriyê dîsa jî bê encam ma.

Hevçaxî axivtina li ser agirbesa nav Sûriyê Tirkiyê carek din sînorên xwe li ser sedan terorîs ve kir û îzn da ku terorîst ji nav axa Tirkiyê herine nav axa Sûriyê ta ku alîkariyê bidin terorîstên nav axa Sûriyê.

Ji aliyê dinve Tirkiyê eva hefteyeke ku pêgehên kurdên Sûriyê ku bi micidî li dijî terorîstên vî welatî dixebitin, bombbaran dike.

Ji aliyê din ve Erebistanê jî ragihandiye ku dil heye ji bo neyarên xwedêbergiravî navînrê yên dijî hikûmeta Şamê çek û sîlahan bişîne.

Ji aliyê dinve ji ber êrişa berfireh ya artêşa Sûriyê bi palpiştiya firokên şerî yên Rûsiyayê terorîstan işkestên giran xwarine, loma Tirkiye û Erebistanê wisa teblîq dikin ku Rûsiya pêgehên terorîstên DAIŞ'ê nake ber hedefa êrişên xwe, belkê êrişî ser pêgehên neyarên navînrê yên dijî Şamê dike.

Ji aliyê dinve rayedarekî dewleta Sûriyê ku nexwest navê wî bê aşkirakirin, tevî piştrastkirina serdana Dî Mîstora ya Dimeşqê, ragihand ku biryar e Dî Mîstora roja sêşemê ango îro ligel Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûriyê li bara destpêkirina muzakirên aştiya Sûriyê û şandina alîkariyên insandostiyê, hevdîtin û gotûbêjê pêk bîne.

Ev serdana Dî Mîstora piştî konfiransa ewlehiyê ya Mûnîxê pêk tê ku di encamê da Amerîka û Ûrsêtê li ser pêkanîna agirbesê û kutakirina şerê li Sûriyê li hev kirin.