Dewama êrişên Tirkiyê ser bakûra Sûriyê û pêşketinên kurdan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i210004-dewama_êrişên_tirkiyê_ser_bakûra_sûriyê_û_pêşketinên_kurdan
Artêşa Tirkiyê carek din navçên kurdtêdaye bakûra Sûriyê daye ber gullên hawanê û birek ji welatiyên Sûriyê hatine kuştin yan jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 19, 2016 14:56 Asia/Tehran
  • Dewama êrişên Tirkiyê ser bakûra Sûriyê û pêşketinên kurdan

Artêşa Tirkiyê carek din navçên kurdtêdaye bakûra Sûriyê daye ber gullên hawanê û birek ji welatiyên Sûriyê hatine kuştin yan jî birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê bajarê Tel Refetê û navçên Mêneq, Dêyr Cemal û Kefer Naya li bakûra parêzgeha Heleba Sûriyê daye ber topan.

Topxana artêşa Tirkiyê pêncşemê şev bi dehan gulleh avêtine gund û bajarokên derûdora Efrînê ku ji ber van êrişan 30 kes bi giranî birîndar bûn û çend kes jî hatine kuştin.

Navenda zêrevaniya mafên mirovan ser bi neyarên sûrî ragihand ku Tirkiyê deverên bakûra Sûriyê bi giranî da ber topan.

Artêşa Tirkiyê li destpêka hefta bihurî jî bicaran pêgehên hêzên kurd yên ser bi partiya Yeketiya Demokratîke kurdên Sûriyê li bakûra Sûriyê gullehbaran kir.

Hêzên kurd jî hevçaxî serketinên artêşa Sûriyê karîn gelek ji navçên bin destê terorîstan li bakûr û bakûra rojavaya vî welatî ji destê terorîstan derxwînin ku her ev mesela bûye sebeba êrişa artêşa Tirkiyê ser pêgehên hêzên kurdî li nav axa Sûriyê.

Li gorî rapora kanala El-Minarê, artêşa Tirkiyê duh êvarê deverên kurdnişîn ên wilayeta Heleba Sûriyê bi giranî dan ber topan.

Hêzên kurd yên Sûriyê bi alîkariya artêşa Sûriyê û piştevaniya firokên şerî yên Rûsiyayê li bakûra Helebê jî karîn derbên giran li terorîstan xwînin.

Hêzên kurd yên nav Sûriyê nexş û rolekî girîn li azadkirina parek ji axa vî welatî li bakûra vî welatî ji destê terorîstan hene.

Her li vê rastê da hêzên kurd yên Sûriyê karîn 48 gundên derûdora Hesekê li bakûra rojhilata Sûriyê ji destê terorîstan derxwînin.

Hêzên kurd yên Sûriyê herwisa 7 pêgeh û gund li başûra Hesekê jî ji destê terorîstên DAIŞ'ê derxistin û derbên giran li vê navçê li terorîstan xistin.

Li gor rapora ajnsa nûçan a fermî ya Sûriyê, Ji ber êrişa terorîstên DAIŞ'ê ser bajarê Helebê 3 welatiyên sûrî hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Ji ber vê êrişê bi dehan malên xelkê jî kavil bûn.

Piştî azadiya bajarokê steratijîk ê Kenseba li derûdora Laziqiyê li rojavaya Sûriyê riya navnetewî ya Laziqiye-Helebê kete destê artêşa Sûriyê.

Ji aliyê din ve artêşa Sûriyê êrişî ser karwana grûpa terorîst a DAIŞ li bakûra Dêyrzorê kir û ji ber vê êrişê çend terorîst hatin kuştin û çend jî bi giranî birîndar bûn.

Hêzên gelanî yên kurd jî karîn 50 gundên derûdora parêzgeha Hesekê li bakûra rojhilata Sûriyê ji wan navenda gazgihandina bajarê El-Şedadiyê ji destê terorîstan derxînin.

Piştî pêşketin û serketinên vê dûmahîkê hên artêşa Sûriyê li hemberî terorîstan van rojana terorîstên nav vî welatî bona tirsandina xelkê, xelkê sivîl kirine hedefa êrişên xwe.

Navenda zêrevaniya mafên mirovan ser bi neyarên sûrî ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku êrişa şeva buhurî ya Tirkiyê ser deverên kurdnişîn ên bakûra Sûriyê, êrişa herî dijwar bû.

Li gorî vê raporê ev êria bi topan a dewleta tirkiyê ser deverên kurdnişîn ên Efîrên 5 saetan bêrawestan berdewam bûye û di encamnê da 2 sivîl hatine kuştinê û 28 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê fermandariya Kantona Efrînê, Firat Xelîl jî ji nûçegihanê Sputnikê re axivî û ragihand ku artêşa Tirkiyê di saetên êvarê de li dijî gundên Ezaz û Efrînê dîsa dest bi êrişan kiriye û di encama êrişa bi obus û topan de 28 welatiyên sivîl birîndar bûne.

Hêzekî artêşa Sûriyê li vê barê got: Azdbûna Kinseba û navçên derûdora wê helbet bi wateya kutabûna hizûra terorîstan li bakûra Laziqiyê nîne, belkî bi menaya destpêbûna aoperasiyona azadiya bajarê Cesr Nariya ji destê terorîstane û eva herwisa bi menaya dabînbûna ewlehiya riya navnetewî ya Laziqiye-Helebê ye.

Gor raporên ku ji Sûriyê belav dibin, niha ewlehî li derûdora Lziqiyê hatiye damezirandin ku ea dikare li ser rewşa derûdora Odlibê jî bi tesîr be.Ji ber ku niha derûdora Odlibê ji du aliyên Sehlulqabê û derûdora Laziqiyê ketiye destê artêşa Sûriyê.

Ji aliyê dinve artêşa Sûriyê ser navçên El-Meekasir û El-Metahin li ser riya El-Mehese-El-Qeryeteyîn li derûdora başûra rojhilata Humsê bi desthilat bûye.

Li gor rapora bingehên eskerî yên Sûriyê piştî êrişa artêşa vî welatî ser van navçan gelek ji grûpên terorîst û yên çekdare neyarê dewleta Şamê ji van navçan revîne û niha yekîneyên muhendisî yên artêşa Sûriyê operasiyona paqijkirina derûdora başûra rojhilata Humsê ji bombên ku terorîstan danîne destpê kirine.