Rikeberiyeke saxlem û li gorî qanûnê li hilbijartinan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i209842-rikeberiyeke_saxlem_û_li_gorî_qanûnê_li_hilbijartinan
Trenê çend saetan piştî destpêbûna rikeberî û propagandên berbijarên hilbijartinên dehemîn dewra mexlisa şêwara islamî ya Îranê, rewş û atmosfera civakê ji bo rikeberiyeke saxlem û li gorî qanûnê amade ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 18, 2016 14:33 Asia/Tehran
  • Rikeberiyeke saxlem û li gorî qanûnê li hilbijartinan

Trenê çend saetan piştî destpêbûna rikeberî û propagandên berbijarên hilbijartinên dehemîn dewra mexlisa şêwara islamî ya Îranê, rewş û atmosfera civakê ji bo rikeberiyeke saxlem û li gorî qanûnê amade ye.

Propagande û rikeberiyên hilbijartinê yên berbijarên dehemîn dewra meclisa şêwra islamiya Îranê ji vê sibê 18 Sibatê va destpê bûn û yê 7 rojan berdewam bin. Propagande û rikeberiyên berbijarên dehemîn dewra hilbijartinên meclisa şêwra islamiya Îranê li halekî destpê bûn ku gelê seranserê Îranê 8 rojên din yê herin ser sandiqên dengdanê û dengê xwe bidin bebijarê bi dilê xwe ta ku 290 parlimanter kursiyên meclisa şêwra islamî û 99 kes jî kursiyên civata şarezayên rêvebiriyê tijî bikin.

Li gorî xala 56 a qanûna hilbijartinên meclisa şêwra islamiya Îranê propagande û rikeberiyên berbijarên parlimanteriyê 8 rojan berî roja dengwergirtinê destpê dibin û heta 24 saetan berî dengwergurtinê didomin.

Wezareta karên hundur, desteyên rêvebir, desteyên çavdêrî û civata çavdêriya ser destûra bingehîn amadekariyên birêxisitina bicoş a dehemîn dewra hilbijasrtinên meclisa şêwra islamiya Îranê û pêncemîn dewra civata şarezayên rêvebiriyê kirine û bi vî awayî Îrana islamî li ber hemaseyeke din a pişkdariya li qada siyasî bi saya gelê agah û zane ye.

Berpirsên birêxistina hilbijartinan, çavdêr, çalakên siyasî, berbijarên hilbijartinan û gel û her kes li ser pêngavrakirina li gorî qanûnê faktora sereke ya birêxzistina hilbijartineke bicoş û bi pişkdariya herî zêde ya gel li hilbijartinan dizanin û rêkxerên hilbijartinan jî bi caran ser vê meselê sekinîne.

Li gorî gotina Mihemed Hisên Moqîmî alîkarê siyasî yê wezîrê karên hundur û serokê navenda hilbijartinên Îranê, wezareta karên hundur berpirsa cihanîna destûrê ye û hemî karbidest erkdarê cihanîna tam a destrê û ala bêalîbûnê û parastina saxlemiya hilbijartinan in.

Moqîmî vexwendina bo pişkdariya herî zêde li hilbijartinan erkek din a berpirsên wezareta karên hundur zanî û got: Hemî berbijarên ku hêjatiya wan hatiye pejirandinê, li gorî nêrîna Komara Islamî ya Îranê hêja ne û divê ji serederî, peywendî û kiryarên beranber ên hemî karbidestan ji wan ên qayimeqam û waliyan sûdmend bin.

Li gorî gotina berpirsên hilbijartinan, namzediya li dehemî dewra hilbijartinên meclisa şêwra islamî û pêncemîn dewra civata şarezayên rêberiyê bi awayekî berbiçav zêde bûye bi awayekî ku navnivîsîna bo berbijariya li hilbijartinên civata şarezayên rêvebiriyê ji sedî 62 û bo hilbijartinên meclisa şêwra islamî jî ji sedî 65 anegorî dewra buhurî zêde bûye.

Di vê navberê da, bilî rikeberiya namzedên serbixwe û qewareyên nenavdar li hilbjartinan, 2 hevalbendiyên Muhafizekar û Rêformxwazan yê reqîbên sereek bo bidestxistina kursiyên meclisa şêwra islamî û civata şarezayên rêvebiriyê bin.

Nîqaş û gengeşeyên têkildarê hilbijartinan di heftiyên dawiyê da nemaze di çend rojên buhurî da zêdetir ber bandora mijarên wekî tundrevî û navînrêtî, rizamendî an neyariya li hemberî cihanîna rêketinama navokî, siyaseta danû istandina li asta navnetewî sitratêjiyên aborî, atmosfera siyasî ya vekirî an girêdayî û têkiliya di navbera pişkdariya berfire ya netewî û meseleya berbijarên hêjatiya wan nehatiye pejirandinê bûn.

Berbijarên meclisa şêwra islamî û civata şarezayên rêvebiriyê mecala wan heye ku di heyama rikeberî û propagandeyan da bo kişandina bala raya gel rêbaz û planên xwe raber bikin ta ku li meclisa şêwara islamî û civata şarezayên rêvebiriyê bibin endam.