Ewlehî li gorî nêrîna Zerîfi li Konfiransa Mûnîxê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i209179-ewlehî_li_gorî_nêrîna_zerîfi_li_konfiransa_mûnîxê
Firqeşopî û fanatîsm gefeke mezin dijî hemî navçê û cîhanê tên hesêb.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 13, 2016 14:33 Asia/Tehran
  • Ewlehî li gorî nêrîna Zerîfi li Konfiransa Mûnîxê

Firqeşopî û fanatîsm gefeke mezin dijî hemî navçê û cîhanê tên hesêb.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê li konfiransa ewlehiya Mûnîxê bal kişande ser vê rastiyê û got: Çareserkirina meseleyên navçeyê hewcedarê guhertina rêbazan û berçavgirtina rastiyan e.

Konfiransa ewlehiya Mûnîxê roja îniyê bi amadebûna 600 rayedarên siyasî û berevaniyê yên welatên curbicur, bi merema hilkolandina aloziya Sûriyê, qeyrana penaberan, koma têrorîst a DAIŞ'ê û meseleya Ukraynê li Almaniyayê destpê bû.

Ev civîna yê heta sibê yekşemê berdewam be.

Zerîf li xeberdana xwe li vê konfiransê bal kişande ser çend xalên girîng ku nêrîna Îranê di warê ewlehiyê li cîhanê da rave dikin.

Pirsgirêka niha ya ewlehiyê li cîhanê, têrorîsm û fanatîsm e. Niha cîhan bi pirsgirêkeke hevpar a bi navê têrorîsmê ra rûbirû ye û hemî welatên cîhanê divê di vî warî da hevkariyê bikin. Lê pirsa ku di rojevê da eva ye ku rewşa niha û peywendiyên gêredar ên navbera welatan rê dide hevkariyeke bi vî rengî pêk bê? Zerîf li beşeke gotinên xwe bal kişande ser vê meseleyê û got: Li gorî bawera me tiştek li navça me tine ku bikaribe welatan ji hevkariya bo pêşerojeke çêtir ji hev dûr bixe.

Zerîfi her wiha got: Em ser vê bawerê ne ku em bi gefeke hevpar ra rûbirû ne û vê yekê qedera me bi hev ra girêdaye.

Ev pirsgirêkek e ku gelên welatên rojavayî jî pê ra rûbirû ne, ne ji ber pêla penaberan ku di rêza ewil da ye, belkî ji ber hindê ye ku kesên ku ji van welatana tevlî têrorîstên nav Sûriyê bûne, yê rojekê bizvirin welatê xwe û ev yeka yê bibe kêşeyek ji bo hemiyan.

Zerîf li bara meseleyên devera Kendava Farsê jî xeber da û got ku me daxwazên hevpar hene, em Kendava Fars'ê hêmin û ewleh dixwazin ku ewlehiya niftê garantîbûyî be û aramî û ewlehiya hemî welatên perravên vê kendavê jî garantî bibe.

Li gorî nêrîna dîplomasiya Îranê, welatan bi qasê ku gefeke hevpar hene, bi wî qasî jî derfetên hevpar hene ta ku bo sekinîna li hemberî gefên hevpar, hevkariyê bikin.

Zerîf ser vê bawerê ye ku heke em desta ji rabhoriyê bikişînin, em ê bikaribin rêbaz û planek nû bo hevkariyê hevpar têkildarê pirsgirêkên xwe pêk bînin ku an em ê li rex hev serkevtî bin û an bi hev ra bidorînin, ji ber ku qeyranên cîhanî niha giheştine qonaxekê ku lîstika birin û derdanê tê da tine.

Ewlehî mijareke cîhanî ye û hemî waran ji wan ewlehiya navokî heta têrorîsm û retkirina fanatîsmê û ewlehiya aboriya cîhanî digire ber xwe.

Lewma sekinîna li hemberî gefên hevpar hewcedarê guhertina bingeh û rêbazê û guhertina nêrînan e.

Lê hela jî welatên wekî Erebistanê hene ku ewlehiya xwe li alozkirina welatên din dibînin. Erebistan di çarçêva zordariyeke aşkira da êrişî gelê Yemenê dike û ji bo têkbirina hikûmeta Sûriyê jî piştgiriyê dide têrorîstan. Adil Cubêyr van kiryarana beşeke siyaseta derve ya Erebistanê dizane û li konfiransa Mûnîxê bi helwestên nerast ew pîne kirin û rewa nîşan dan. Li halekî ku tenê bijare û riya pêkan ji bo derbasbûna ji van aloziyana hevkarî ye. Ev hevkariya dikare devereke berfire ji Asiya heta Ewropa û Afrîqayê bigire ber xwe. Di vê rewşê da welat dikarin li gorî isûlên pejirandî yên wekî rêzgiritna li serweriyê, yekperçetiya axê û mudaxilenekirina li karên hev, gotûbêjê bike. Di vê çarçêvê da mirov dikare pêngavan ji bo pêkanîna pêbaweriyê rake ku pêwîstiya bihêzkirina ewlehiya komkî ne.