Şiroveyek li bara 37 salên berxwedan û serbilindiya gelê Îranê
Gelê Îranê xwe ji bo birêxistina bicoştir a salvegera serketina Inqilaba Islamiya Îranê û hatina 38`emîn bihara azadiyê amade dike.
37 salan berî niha di rojên wekî van rojana da gelê Îranê bi berxwedana li hemberî dîktatoriyê û pêkanîna hemaseyeke mayinde li dîrokê, serkevtî bû û ev serketin li dîroka tjî şanazî ya Inqilaba Islamî berdewam bûne û gelê Îranê wek miletekî hemasesaz nîşanî xelkên cîhanê dane.
Hesen Rûhanî serokê Komara Islamiya Îranê şeva buhurî li civîna civata bilinda inqilaba ferhengî got: Imam Xumêynî (RE) rêbertiya inqilabê li gorî tewekula li Xwedê û piştkutana li gel dabû ser mile xwe û bi naskirin û agahiya bêmînak têkildarê rewşa welêt û cîhanê, zêdetir ji her kesî bawerî û piştrastî li bara serketina Inqilaba Islamî hebû. Serokê Komara Islamiya Îranê her wiha gelê Îranê ji bo pişkdariya berfire û bicoş li mesa roja 22`ê Behmenê (11`ê Sibatê) gazî kir û hêvî kir ku hilbijartinên Civata Şarezayên Rêvebiriyê û Meclisa Şêwra Islamiya Îranê jî bi pişkdariya herî zêde û bi zanebûnê ya gel, rûpelek din a şanaziyê li şanaziyên Nizama Komara Islamî ya Îranê zêde bikin.
Merceên teqlîdê jî bi daxûyaniyên cida ji gelê Îranê û dilsozên Nizamê û Inqilaba Islamî xwestin ku li salvegera serketina Inqilaba Islamî, pişkdariya xwe ya hemasî nîşan bidin û hişyariya xwe nîşanî xelkên cîhanê bidin.
Partî û qewareyên siyasî yên curbicur jî bi daxûyaniyên cida gel ji bo pişkdariy berfire û bicoş li mesa roja 22`yê behmenê gazî kirin.
Partî û qewareyên siyadî, pişkdariya giştê li mesa 22`ê behmenê nîşana tifaq û hevgritina netewî li ware rêzgiritna li fidakariya bo bidestxistina serxwebûn, azadî û Komara Islamî zanîn ku gel ji bo parastina van destkevtên binirx hela jî li meydanê ye.
Civata Şrezayên Rêbertiyê, Konseya Parêzvanê Destûra Bingehîn, Civata Mamosteyên navenda zanistên Ilahî ya Qumê jî bi daxûyaniyên cida, rêz li heyamên serketina Inqilaba Islamî û salroja serketina Inqilaba Islamî girtin û gelê birûmet ê Îranê ji bo pişkdariya berfire li mesa roja 22`yê behmenê vexwendin.
Gelê Îranê ku salên zext û zora zorbêjên cîhanê û sere 8 salî û boykotên zalimane bi berxwedana xwe derbas kirin, roja îro hasila berxwedana xwe li hemberî zorbêjên cîhanê dibîne.
Niha ku piştî boykotên bi salan û bi piştevaniya rênîşanderiyên hekîmane yên rêberê giranqedir ê Inqilabê û bi saya hewldana dewleta birêz Rûhanî, serketina pirrqîmet a rêketinama navokî tevî hewldanên cîhanî û navçeyê ji bo têkbirina wê, bûye nesîbê gelê Îranê, gelê Îranê li salvegera serketina Inqilaba Islamî gavên micidtir radike û ber bi qûçên rûmet û iqtidara berfire pêş da diçe.
Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî li hevdîtina tev hejmareke feramdnar û pêrsonêlên hêza hewayî ya artêşa Komara Islamiya Îranê, 22`yê behmenê û hilbijartin wek 2 eydên pirrwate bo gelê Îranê zanîn û tekez kir ku pişkdariya giştî ya gel li hilbijartinên 26`ê Sibatê wek xwîneke nû, rûmet û iqtidara Îranê û Nizama Islamî garantî dike û armancên dijminê fêlbaz pûç derdixe.
Pişkdariya pirrcoş a gel li mesa roja 22`yê Behmenê û hilbijartinên Meclisa Şêwra Islamî û Civata Şarezayên Rêvebiriyê hilgirê vê peyamê ye ku gelê Îranê berxwedêtir û serfiraztir di riya parastina inqilabê da sekiniye û li ber xwe dide.